Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yûfa hişdarî da Tehranê

11:46 - 25 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Yeketiya fûtbal a Ewrûpa, daxwaz ji welatên endam li wê yeketiyê kiriye ku, rê nadin bi welatekê ku rê Nadine jinan ku bi çi awayekî biçine nava yarîgehan.

Li gor nûçegihaniya “Royterz”ê roja Sêşemî, 2`ê meha Rezberê, di raporekê de belav kiriye ku kûmîteya birêveberî a “Yûfa” ji 55 welatên endamên xwe daxwaz kiriye û  pêşniyar kiriye heta digel wan welatên ku îzna çûna nava yarîgehan Nadine jinan nelîzin .

“Yûfa” nabê çi welatekê eşkere nekiriye, lê ew pêşniyarane piştî rûdana kêşeyên wê dawiyê û nerizayetî di Îranê de, bi sedema rêgirî kirin ji beşdariya jinan di yarîgehan de hatiye navber.

Berpirê fîdrasiyona cîhanî naskirî bi “Yûfa” roja Dûşemî, di rêûresma ragehandina baştirîn lîstikvanên sal a fûtbala cîhanî de ragihand: Welat û fîdrasiyona fûtbala Îranê soz daye ku li yekemîn lîstina a Îranê de, wate digel “Kembirîc”,dê îzna hindê bidne jinan ku di yarîgehan de beşdar bin.