Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokên bêserperest endamên laşê wan têne firotin

11:38 - 23 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Zarokên ku bêserperest in, û nasnameyên wan nediyar in, ji aliyê qaçaxçiyan ve endamên laşê wan têne derxistin, û têne firotin.

Endameke pêşên a Şêvra Bajarê Tehranê radigehîne ku ew zarokên ku bêserperest in, qaçaxçî wan direvînin û piştre endamên laşê wan derdixin û wan bi cî dihêlin.

  Rojnameya “Aftabê Yezd” hevpeyvînek digel Fatimê Danişwer pêk aniye, û navbirî radigehîne ku ew zarokên bêserperest piştî vê ku endamên laşê wan têne dizîn, wan davêjin çolistanên derdora Tehranê.

Navbirî radigehîne: Sala borî di vê derheqê de, me dît ku keçeke revandî di çolistaekê de fire dabûn, û piştre me zanî ku endamên laşê wê jêkirine, û termê wê ê bê endam bi cih hêlane!

Gellek ji wan zarokan, ew in ên ku zarokên kesên penaber in ku bi awayekî neyasyaî hatine nav welat, yan zarokên wan kesan in ku dê û bavê wan li ber hinek kêşeyên yasayî nikarin dozê li dadgehan de vekin.  

Navbirî di vê hevpeyvîna xwe de, bas ji rola Îdareya “Bêhzîstî” dike, û dibêje ku vê îdareyê, ne hêza mirovî ya wisa heye, û ne jî budce û îmkanatek wisa heye, ku bikare li dijî wan qaçaxçiyan tevbigere.

Lewra Îdareya “Bêhzîstî”yê, ne li pey wan qaçaxçiyan digere, û ne jî elaqedarê vî karî ye.

Karnasên siyasî û aborî gellek zehmet dibînin ku ew hemû kêşeyên civakî di welat de çareser bin, jiber ku deshilatdarên welatê Îranê hemû hêz û serwet û samana welat talan dikin tenê bona vê ku deshilatdariya wan berdewam bike. Ew deshilatdarên ku destpêka deshilatdariya xwe de bas ji çêkirina buheştekê bo xelkê dikirin, niha em dibînin ku bo her malbatekê cehnemek ava kirine, ku rojane xelkê welatê me bi çavên xwe mirina xwe dibînin.