Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 3 milyon jinên serperest di Îranê de, di bin hêla hejariyê de ne

12:49 - 1 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rojbirojê serjimêriya destengan di Îranê de zêde dibe, û berpirsyarên rejîma Îranê jî ne tenê nikarin rewşa aboriya welat baş bikin, belku li ber siyasetên xwe yên şaş di çareserkirina kêşeyên aborî ên welat de bêçare mane.

Elî Rebî`î Wezîrê Kar ê rejîma Îranê di civînekê de digel hinek ji nûnerên meclisê û serokê Saziya Bêhzîstiyê û alîkarên navbirî de ragehadiye: Niha 3 milyon û 200 hezra jinên serperestên malbatan di Îranê de hene, û ji vê hejmarê tenê 200 hezar kes li jêr çavdêriya Saziya Bêhzîstiyê de ne. Navbirî zêde kir ku helbet hejmarek din jî hene ku di bin çavdêriya Komîteya Îmdada Xomêynî de ne.   

Bo mînak dahata ku Saziya Bêhzîstî mehane dide her yek ji jinên serperest ên malbatên 1-5 kesî nagihîje 100 hezar Tûmenî jî, di demekê de ku xeta hejariyê di Îranê de îro  5 milyon e.

Elî Mihemed Zolfeqarî alîkarê beşa piştgirî û silametê a Komîteya Îmdad berî niha ragehandibû ku hejmara jinên desteng ên serperest ku bo wergirtina alîkariya serdana Komîteya Îmdadê dikin, roj bi rojê zêdetir dibe, ku hejmara wan ji 2 milyon û 500 hezar kesî di sala 1394`an de gihîştiye 3 milyon û 500 hezar kesî.

Fehîme Ferehmendpûr alîkara karûbarê jinan a Wezareta Navxwe ragehandiye ku serperestiya zêdetir ji %12  a malbatan li stûyê jinan e, û zêdetir ji %80 ji jinên serperest temenê wan li serveyî 50 saliyê ye.

Navbirî herwis aragehandiye ku %45 a tewahiya jinan di Îranê de bêdahat in.