Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zerîf: Em li pey şer digel Amerîkayê nînin

11:24 - 15 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Zerîf ku rejîma wê şev û rojan Amerîkayê dikute, niha dibêje em li pey şer digel Amerîkayê nînin.

Zerîf Wezîrê Karê Derve ê Rejîma Îranê ragehand ku renge hindek girûp bixwazin xwe şêt û dîn bikin û xwe li Îranê bidin, lê Îran ji vê mezintir e ku bersiva hindek welatên biçûk ên Erebî bide.

Ew gotinên Zerîf di demekê de ne ku Xamineyî di meha Sermawezê de ragehandibû ku dibe hişên me  serê me bin, Amerîka dixwaze me bixapîne, renge wan pilanek bi sala 98`an danîbin.

Zerîf bas ji vê jî kir ku Amerîkayî di demekê de peyaman ji me re dişînin bo gotûbêjê, ku ew bixwe ji rêkkevtinê vekişiyan.

Lê Zerîf bas ji sedemên vekişiyana Amerîkayê ji vê rêkevtinê nekir. Rêkkevtinek ku li gora şiroveya çavdêrên siyasî bibû çavkaniya dahateke baş bo rayedarên rejîmê, ew jî ne di berjewndiya xelkê Îranê de, belku di berjewendiya rejîmê bixwe de.

Navbirî herwisa cardin bas ji vê kiriye ku rejîma Îranê dixwaze dgel cîranên xwe hevkarî hebe, lê ew yek negot ku cîranên wê li ber wê dibin hevpeymanê Amerîkayê, ku ji dest destêwerdanên rejîma Îranê û piştevaniya rejîma Îranê ji girûpên terorîstî rizgar bin.