Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zexta li ser Behayiyan di bin sîbera Komara Îslamî de berdewam e

11:09 - 11 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rayedarên rejîma Îranê, ku berdewam bas ji dadperweriyê dikin, bi eşkere zulmê li hevwelatiyên xwe dikin, û vê zulmê hemû sînorên exlaqî û mirovî derbaz kirine.

Li gora nûçegihaniya “HRANA”, wan 17 hevwelatiyên Behayî ku ji 44 mehan berî niha ve, cihê kar û kasibiya wan hatiye polompkirin, êdî heqê vekirina dozê (şikayetkirinê) jî, ji wan tê standin, û îzna wan nadin ku di vê rewşa herî dijwar ya aborî de berdewam bin li ser kar û kasibiya xwe.

  Di heyva Banemera sala 1394`an de bû, ku Îtila`ata Kirmanê cihê kar û kasibiya 17 Behayiyan polomp kir, li ser vê ku wan di dema merasimeke meshebî ya xwe de, dukanên xwe daxistibûn, ku ew yek mafê herî destpêkî ê peyrewên mesebên curbicur e. Niha ku ew qas sal bi ser re derbaz bûne, vê carê êdî heq nadin wan ku bo şikayetê jî herin dadgehan, û daxwaza heqê xwe yê binpêkirî bikin.

Di meha Gelawêja îsal de jî, Dîwana Bilind ya Îdarî doza 22 hevwelatiyên Behayî ku dukanên wan hatibûn polompkirin, xiste ber lêkolînê, û di dawiyê de biryar da ku êdî li ser vê dosiyeya wan kar nekin, û guh nedin gilîname û şikayetên wan.