Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zexta li ser erdhejlêdayiyên Serpêlê zêdetir dibe

18:43 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Serebarê vê ku rejîm wekî hewce hevkariya lêqewimiyên navçeyên erdhejlêdayî nake, bi awayê sîstematîk hewla zêdetirkirina zext û givaşan li ser wan dide.

Li gora dawî nûçeyan, bi biryara fermandariya Serpêlê av û elekterîka nêzîk bi 40 malbatan ku di kempên Şahid a 2 û 3 ya Serpêlê de dijiyan, hate qetkirin, û bi zexta hêzên emniyetî naçar bi valakirina cihê xwe yên demikî hatin kirin.

Ew nûçeya ku di torên civakî de belav dibe, hevdem e digel gazindeyên xelkê van navçan li hemberî hevkarînekirina organên pêwendîdar ên hikûmetî bona nûjenkirina xaniyên herifî, û berevajiyê vê jî garantîkirina nirxên kelûpelên avahîsaziyê di van navçeyan de. 

Li gora hinek nûçeyên pêwendîdar nirxa hewcehiyan bi mebesta nûjenkirina van navçan di navbera ji sedî 30-60`î girantir bûne, ku ew pirs bi kiryar rewta nûjenkirin û sazkirina xaniyên hevwelatiyan digel kêşeyên cidî berbirû kiriye.

Li gora amarekê ku medyayên rejîmê belav kirine, di van navçeyan de ku karesata erdhejê qewimiye, zêdetir ji 459 malbat hene ku her yek ji wan serperestiya du kêmendaman li stûyê wan e. Li gora gotina cihgirê serokê Îdareya Xweşbijîwiyê ya parêzgeha Kirmaşanê tenê piştî erdhejê nêzîkî 120 kesan bi amara kêmendaman ve zêde bûye.  

Serbarê derbazbûna şeş mehan bi ser karesata 21`ê Xezelwerê ya sala borî xelkê bellalêdayî di navçeyên wekî Serpêla Zehaw û Dalaho bi zehmet jiyana xwe derbaz dikin, ew rewşa jî bûye sedem ku li gora dawî amarên fermî zêdetir ji %30 a erdhejlêdayiyên Serpêla Zehaw neçar bin warê xwe bi cih bihêlin.

Çavdêr û medyakarên navçeyên Serpêlê ser vê baweriyê ne, ku xemsariyên bizanebûn ên rejîmê di navçeyên erdhejlêdayî biyavê xirab ê jiyanê, bêparbûna ji hewcehiyên herî destpêkî ên jiyanê û hatina demsala germê, bûye sedema vê ku xelkê lêqewimî ê Serpêlê hêviya wan bi jiyanê di wargehê xwe de nemîne, û derfetekê bibînin bona koçkirina bo vê navçeyê.