Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zimanê Kurdî û hewcehiyek lezgîn

00:10 - 6 Hezîran 2012

Dolepêsan
Fakterek herî girîng ku dikare me weke netewe bi cîhanê bide naskirin, zimanê me ye.
Zimanê Kurdî weke stûnek esasî a netewebûna Kurdan e, ji ber ku di hundirî takên Kurd de hatiye perwerandin û ji ber sedemên siyasî, qedexe yan bi astengan re ber bi rû bûye û forma xwe negirtiye û bi awayê hewce jî pêş neketiye û mirov dikare bibêje ku zêde kariye bi siya gel û dilsojan ve xwe li hember şop û operasiyonên asimîlekirinê de biparêze.
Ji ber ku serbarê hewlên zaf ên dujmin û dagîrkerên kurdistanê û meşandina siyasetên helandinê, parastina ziman ji aliyê gelê me û bi taybetî ji aliyê nivîskar, wêjevan, helbestvan û hunermendan derbasî vê qonaxê bûye û êdî zehmete ew xewna dagîrkirinê niha şûnde jî serkevtinê bi dest bixe.
Ku waye xizmetkirin bi ziman û geşandina wê, vedigere ser milê hemû takên kurd û nabe çavnihêr bikin ku perwerdeya zimanê Kurdî di xwendingeh û zanîngehên li jêr desthilatên dagîrker de were rojevê. Lewra pirsa perwerdeya zimanê Kurdî di Kurdistanê de seba hebûna ragihandina Kurdî û zimanzan û rewşenbîrên kurd qada perwerdeya zimanê Kurdî ji her demekê xweştir û di nava ciwanên Kurd de jî pirr hogirtir bûye.
Hînbûna ziman ne mîna hînbûna zanistên din e. Divê berê bi hûrî were veqeleştin û dîroka wî zimanî jî bihê analîz kirin û piştî wê li ser bingehek zanistî û standard bihê hînkirin û li mekteban de bikine pêxor bo hînkirina zarokan, daku reh û rîşlên xwe bi başî dakute û bi tu bahozekê jî nelerize û li mejiyê zarokan de nehê paqijkirin.
Lewre pêka pîvanên zimannasiyê, kurdî jî zimanek ji zimanê cîhanê ye. Gor çavkaniyan, çand û zimanê Kurdî berî Zayînê hatiye bi karanîn û di dema Sûmeriyan de jî pêşketin bi xwe ve dîtine û qonax bi qonax zimanê gelê me serbarê hewlên guhertin û berxwarbirina wê pêşveçûn bi xwe ve dîtiye û bi rênivîsên cur bi cuer ji demên berî îslamê heya digîje qonaxa hatina îslamê û hewlên bi Erebkirina Kurdan û berxwedanên mezin ên gelê Kurd ji bo parastina ziman û şunasa xwe, û heya digîje serdemê şoreşên eşîrî, her di riya stran, serpêhatî, çîrokan ve ew ziman hatiye parastin.
Bi derkirina rojname û belavokan di destpêka damezirandina partiyên modern ên Kurdî qonax bi qonax heya damezirandina radyo û piştre televîzyon, heya digîje serdemê enternêtê û destpêragihîştina Kurdan bi ragihandinê bi giştî, derfeta geşekirina zimanê Kurdî hêdî hêdî hebûye û ew pêvajo bilez di meşê de ye. Lê tevî xizmetên zaf û pêşveçûna zimanê Kurdî, mixabin heya niha jî pirsa pêkanîna zimanek yekgirtî û standarde kurdî li nava kurdan de derbasî qonaxa piratîkê nebûye û niha jî bi çendîn zarziman û zaraweyan tê nivîsandin û xwendin û bilêv kirin..
Lê niha ew hewcehî bi başî xwe derdixe holê ku kurd di vê qonaxê de divêt gavan ber bi çareseriya wê pirsê ve bavêjin û xwe ji vê tevliheviyê rizgar bikin.