Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zimanê şovînîsteke neteweya desthilardar di devê edîbeke Fars de geriya

19:24 - 4 Hezîran 2018

Kurdistanemdia: Hizra şovînîstî ya neteweya Fars ev sedan sal e ku li ser neteweyên din de zal e, û wek hertim vê carê ji aliyê wêjevanekî naskirî yê vê bîra hişk ve, êrîş li ser zimanên din yên Îranê hatiye kirin.

Wêjevan û mamostayê zanîngehên Îranê, “Dr. Şefî`iyê Kedkenî” di nîqaşkirinekê de,  bi zimanê sivik êrîş kiriye ser zimanên din yên Îranê, û gotiye ku: “Gelo çi miroveke gêj û nezan tê xwe hînî zimanên herêmî dike, di demekê de ku ev zimanane kesên wêjevan tê de nebûne, da ku digel “William Shakespeare” rikeberiyê bike”.

Li hemberî vê nîqşkirina hişk û dugm de, “Dr. Rehber Mehmûdzade” mamostayê zanîngehên Kurdistana Rojhilat û xelkê bajarê Şinoyê bi nivîsîna babeteke têr û tijî bersivek zanistî  ji “Şefî`iyê Kedkenî” re daye, û hêza zimanê Kurdî ji bo vî wêjevanê  şovînîst yê Fars  şirove û zelal kiriye.

Ev êrîşa bizanebûn ku ji aliyê hindek kesên şovînîst yên Fars ve li dijî zimanan û neteweyên din yên bindest yên Îranê tên encamdan, ev yeka vedigere ser vê ku bi sedema hesta demargirjane ve ev qas zehmet nedane xwe da ku li ser zimanên din yên Îranê xwendin hebin, û îman û bawerî bi şiyana van zimanan hebin.

Hekî ev edîbê Fars kêmekê jî xwendin li ser zmanê neteweyên din yên Îranê heba wê jê re eşkere bibûya, ku di nava neteweyên Îranê de bitaybet Kurd serbarê evê ku ji aliyê dagîrkerên  Kurdistanê ve berdewam hewal heladina ziman û deb û nerîtên wê hatiye dan, lê belê bi sedema bihêzbûna ziman û kultura wê, kesên wekî Baba serheng Dedwanî (hevserdemê Rûdekî) Pîr Şalyarê Hewramî, Ehmedê Xanî, Mela Mistefa Bêseranî, Şêx Riza Talbanî, Qani`i, Hejar, Hêmin, Şêrku Bêkes û …hwd, tê de hiketine, ku digel Hafiz, Se`idî, Firdosî û …hwd, di warê edebî de dikarin zoranbaziyê bikin.