Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zirarberketî ên Lehiya biharê di tirsa payîzê de ne

11:58 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pênc mehe ji ser lehiya parêzgeha Luristanê re derbas dibe, terhên rejîmê hêşta li ser kaxezê ne û nehatine cîbicîkirin.

Ji bo barîna baranê tenê yek meh maye, eve di demekê de ye ku, tenê çend rê û pirên ku herifîbûn bi awayekî nebaş hatibûne avakirin, bi wî awayî xelk tirsa vê yekê di nav dilê wan de ye ku zirarên mezintir ji berê di rê de bin.

Pênc mehe ji ser lehiya parêzgeha Luristanê re derbas dibe, û hevwelatiyên zirarberketî tirsa payîzê ketiye di nav dilê wan de.

Li dema ku lehî bi dawî hat, berpirsên rejîmê çendîn terhên Çandinî, ajeldarî, peymankarî û…hwd ji xelkê zirarberketiyên parêzgeha Luristanê re darêtibûn, lê hevwelatiyên zirarberketî ên parêzgeha Luristanê heya niha jî çavnihêrê terhên rejîmê ne, û rejîmê tu hewlek bo avakrina parêzgeha Luristanê neda ye.