|

 |
Hevwelatiyên hêja!
Kadro, Pêşmerge û endam û alîgirên xebatkar ên PDKÎ!
Xûşk û birayên ezîz!
Newroz roja nûbûna xwezayê û bihara xweşik û bedew ji we ezîz û xweştiviyan,
nemaze ji malbata serbilind a Şehîdan, ji girtiyên xweragir ên siyasî ku bi
tawana mafxwaziyê îro di girtîgehên bi xof ên rejîmê de derbaz dikin û ji
hembêza germ û tejî hezkirina malbatên xwe hatine bêparkirin û ji malbata wan
girtiyên ku li benda azadbûna ezîzên xwe ên girtî ne, pîroz be. Neteweya kurd
yek ji wan netewane ye ku li mêjde rêz ji Newrozê girtiye û weke rojek neteweyî |
|
pêşwazî lê kiriye û pîroz kirine. Her bi vê hencetê jî li cihên cuda cuda ên
Kurdistanê weke edetê taybetî yê xwe cejn û şahî lidar xistine, lê xala hevbeş
li hemû wan cihane hilkirina agir di êvariya vê rojê de ye. Agir wekî sembola
ronahî û zalbûna bi ser tarîtiyê, her wiha zalbûna germahî bi ser werza sir û
seqema zistanê û şahî, dîlan û keyfxweşî bi dora agir de ye. Renge her di
ravekirina vê serkevtinê de be ku çîvanoka Kaweyê hesinkar di dîroka kevin a me
de pêk hatibe. Kawe rave û şîrove ji kurdekî zehmetkêş yê cergsotî yê kurd dike
ku kurên wî yek yek hatine kuştin û mêjiyê wan bidin marên ser milên Zehak
Paşayê kurdkuj û xedar ê wê demê ku mejiyên wan ciwanan bixwe, bona ku zêdetir
bijî, heta ku di dawiyê de Kawe ji bo rizgariya wê hemû zilm û zordariyê û bona
take lawê xwe û kurên din ên xelkê nehên kuştin, kutikê hesinkariyê hil dide ser
milê xwe û çermê hesinkariyê lixwe dike û dikeve nava bajar û gazî ji wî xelkê
kir ku kurên wan hatine kuştin û zilm û stem li ser wan tê meşandin, bi vî awayî
leşkerekê bi dû xwe re kom dike û şer li dijî zulm û bêdadiya Paşa dest pê dikin
û encama wî şerî bi kuştina Paşa û têkûpêkdana stem û xedariyê bi dawî tê û goya
ew serkevtin jî di êvariya Newrozê de dibe û xelk bi wê serkevtinê bi cihên dûr
di bilindahiyan de agir hil dikin û şahiyê digêrin.
Xelkê xebatkar û mafxwaz yê kurd!
Heke ew rave û şiroveyane ji Newroz û sombolên wê, hikayet ji salên kevin û
serdemekê dike ku ji bo gellek neteweyên bextewer û rizgarbûyî ji çengên bê
edaletî û zilm û çewisandinê, tenê weke serpêhatiyeke dîroka kavin û qedîm cihê
vekolînê ye, ji bo me kurdan û netewên din ên Îranê ne tenê efsane û çîvanok
nine, belku her niha tevî wê berbirû ne. Niha tarîtî, sir û seqem û Zuhakê zeman
bi çengên bixwîn ên xwe gewriya neteweyên azadîxwaz girtiye û rojane xwîna
çendîn kes ji ciwanên me li deverên cuda cuda yê Îranê û nemaze li Kurdistanê
dirêjînin, mejiyê yên din bi nexweşiya bengdarî bi madeyên bêhişker tûş dikin,
serwet û samana xelkê dirêjînin berîkên bêbin ên xwe û girûpên terorîst û
mirovkuj ên mîna xwe di her dereke cîhanê de bin. Bi komplo û bernameyên xwe
xelk yê kişandine bin hêla xizaniyê û dest bi ser nanê wan hejar û xizanan jî
dagirtine û demekê ji bo jiyanek nemir nejî, nanekê didin wan ku weke mohreyekê
di xizmeta armancên dijî mirovî ên rejîmê de bin.
Lewra hevwelatiyên rêzdar!
Di vê rojê de û bi henceta Newroza 1388’an, em radigehînin ku ji bo me Newroz
çîvanok nine, belkî mixabin niha desthilata Zuhakê demê bi ser serê xelkê me zal
e û yên ku kurên wan hatine kuştin, xizanên zilmjêkirî mil bi milê keç û kurên
rewşenbîr, rojnamevan, xwendekar, kedkar, kesayetiyên welatparêz û olî, bazarî û
bi giştî hemû tex û qatên şiyar ên civakê li dijî Komara Îslamî, Zahakê gelên
Îranê hev girtine û di şer de ne. Me guman tune ku careke din jî Kawe dê ser
bikeve û Zuhak mehkûm bi nemanê ye. Lê ev serkevtine hewcehî bi fidakarî û
berxwedanek zêdetir heye û tenê yekrêziya her çiqas bêtir a xelkê û hişyariya we
ye ku dikare zûtir Zuhak ji nav bibe û cejna rasteqîn ya Newrozê bê cîanîn. Di
vê derbarê de, peyama me ewa ye ku hemû çîn û qatek civakê, her çi zêde hev
bigrin û bi yekdeng û bê tu gumanekê bi armanca hiloşandina vê rejîmê û
avakirina hikûmeteke nû li ser hez û vîn û îradeya neteweyên Îranê gavan bavêjin.
Derbazbûyiya 30 sal desthilatdariya wê hukûmetê ji me re dibêje ku guhartin di
naveroka vê rejîmê de çê nabe, lewra çavnihêriya guhartinê û hewildan ji bo wê
meremê bi her awayekê diçe çarçoveya xizmetkirina bi dirêjkirina temenê rejîma
Zuhak. Lewra em daxwazê dikin hemû ew kes û girûpên ku pêkanîna “tewehom”ê ji bo
xelkê yan ji rêya her kiryar û gotinekê refa hevgirtî a xelkê aloz û tevlihev
dikin û valahiya dixin nav refên yekgirtî ên gel, yan dixwazin gavên hişyarane
ên xelkê ji bo hiloşandina rejîmê şil bikin û xebata wan ji rêya rast derxînin,
dest ji pîlan û berjewendiyên xwe hilbigirin û tevlî refa hevgirtî a xelkê bibin,
ji ber ku serkevtin di yekrêziyê de ye û xebata hevgirtî a Kurdistanê di sala
borî de di bîranîna salvegera Şehîdkirina rêberê navdar ê gelê me Dr. Qasimlo û
her wiha xebat û berxwedana yekgirtiyane a xelkê şiyar yê Merîwanê di meha
Reşemeyê de, azmûnek serkevtî bû ku hemû li ber çavê me ye.
Ezîz û xweştivîno!
Her di vê hilkevta neteweyî de, em bi pêwîst dizanin rabigehînin ku partiya we,
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, rûmet û şanaziyê bi xebata hişyarane û
hemdem ya yek yek a we keç û xortên wefadar bi rê baza kurdayetiyê dike ku di
sala derbazbûyî de cîhan şahidê wê bû, di sala nû de jî em dê mil bi milê hev ji
hemû karîn, şiyan û derfetan mifahê bistînin bona pêşdebirina xebatê û nêzîkbûn
ji armancên me yên hevbeş ku azadî û rizgariya gelê me ji her care çewisandinekê
ye. Em bi wê hêviyê pêşwaziyê ji Newrozê dikin ku sala me ya 1388’an di bin siya
fidakarî û yekrêziya neteweyên Îranê û bi taybet gelê kurd de, saleke tejî
destkevt ji bo tevgera azadîxwaz be.
Careke din Newroza we pîroz be. |