|
 |
Keç û xortên azadîxwaz yên neteweya Kurd!
Hevwelatiyên birêz!
Roja 10’ê Xakelêweya 1388’an a Rojî, 62’emîn salvegera lidarvekirina Pêşewayê
Kurd û yekemîn Serok Komarê Kurdistanê, Qazî Mihemed û hevalên wî, Mihemed
Husênxanê Seyf Qazî û Ebdulqasim Sedrî Qazî ku piştî |
|
hiloşandina Komara Kurdistanê, di roja 10’ê Xakelêweya sala 1326’an a Rojî(1974)
de piştî dadgehîkirina bi tevahî nimayişî, li qada Çarçiraya bajarê Mehabadê
anku li wî cihî ku Pêşewayê Kurd avakirina Komara Kurdistanê lê ragihand, hatin
îdamkirin. Ev roje ji bo neteweya Kurd yek ji wan rojên tal e ku ku dîroka
serhildana bizava Kurd û berxwedana neteweya me bi xwe dîtiye. Rojek ku mêjdem e
wek roja şehîdên Kurdistanê hatiye binavkirin. Bona ku di wê rojê de xortên
neteweya Kurd bi hev re rêz ji fîdakarî û nîştimanparêzî û alahêneriya pêşewayê
Kurd bigirin û bîranîna wî bilind binirxînin û bikin roja emegdarî bi rê û
rêbaza pîroz a wî û her wiha roja rêzgirtin ji xebat, berxwedanî û canfîdayiya
hemû şehîdên Kurdistanê. Yên ku bi gorîkirina xwe û jiyana xwe, belgeya man û
mewcûdiyeta neteweya Kurd mohr kirin û domandina xebat û rêya serkevtinê bi keç
û xortên neteweya me sipartin. Diyare ku rêzgirtin ji bibîranîn û cangorîtiya
şehîdan tenê bi rojek ji salê nahê bertengkirin, di rastî de hemû rojek, roja
rêzgirtin û bîranîna şehîdan û nûkirina peymanê tevî wan goriyan e. Lê 10’ê
Xakelêwe bi vê manayê ku îşare pê hate kirin, cem hemû keç û xortên Kurd girîng
û dîrokî ye, ji aliyekê ve eyankerê ew hemû zulm û zorî, tepeserî û binpêkirina
mafên gelê Kurd e ku bi dirêjahiya dîroka bixwîn a xwe pê re berbirû bûye û ji
aliyê din ve nîşana çavnetirsî û biçokdanehatina keç û xortên neteweya Kurd e.
Rejîma dîktator a Paşatiyê li Îranê bi darvekirina Qazî Mihemed û hemû ew kesên
ku piştî Komara Kurdistanê canê wan jê hate standin, xewna wê didît ku bi vî
karê dijî mirovî, Kurdan ji mafê rewa yên xwe dûr bixin û tevgera Kurd ji nav
bibin. Lê her bi vî awayî ku Pêşewa di demên dawîn yên jiyana xwe de got ku ji
her dilopa xwîna wî rêberê mezin û hemû şehîdên Kurdistanê çend Qazî Mihemed û
bi hezaran canfîdayên din ji bo Kurdistanê dê serî hildin. Ev gotina piştî
nemana Komara Kurdistanê û îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed bi tevahî û bi kiryar
rastiya xwe selimand û hat dîtin ku keç û xortên neteweya Kurd bi birînên kûr û
dîtina rojên bijan biçok de nahên û hertim û heta gihîştin bi armanc û hêviyan,
dê vê rêbazê bişopînin ku me ber bi armanc gihîştinê dibe û bi wan rêberan re
wefadar bimînin ku bi neteweya Kurd û armancên wê emegnas bûn û di pêxema wan û
armancên wan de canê xwe ji dest dane. Niha Pêşewa Qazî Mihemed wek sembola
azadîxwazî û qehremanetiya rêberek Kurd li dilê her Kurdek û di rûpelên dîroka
xebat û berxwedaniya Kurdan de cih girtiye û bi şanazî ve bas jê tê kirin. Îro
di halekê de em di roja şehîdan de rêz ji şehîdan digirin ku ala Pêşewa di
parçeyek Kurdistana azad de bi eşkere û di parçeyên din yên Kurdistanê de bi
awayên cur bi cur li destê keç û xortên neteweya Kurd tê hildan û sirûda “Ey
Reqîb” ketiye ser zarê her Kurdek welatparêz. Di hember de Mihemedriza Şah wekî
bikujê Pêşewa kete ber kerb û kîna gelên Îranê û bi xirabî û serşorî ve dawî bi
temenê wî hat û heta nehêlan ku di bihostek axa welatê xwe de jî bihê çalkirin.
Her çiqas ku mîratgirên rejîma paşayetiyê jî li çarenivîsa Mihemedriza Şah ders
û şîret wernegirtin û her ew siyaset û pêvajoya dijberîkirina xelkê û
tepeserkirina mafên însanî û neteweyî yên gelên Îranê tundtir û zêdetir ji
rejîma berê girte pêşberî xwe û bi awayekî hovane didomînin. Bi vî awayî jî
xebata Kurd û tevgera berheq a wî rû ji geşekirin û çiqavêtina zêdetir e û doza
Kurd wek pirsek girîng a deverê xwe daye holê û bîr û raya giştî a cîhanî jî
zêdetir jê haydar bûye. Bi vî awayî jî heya gihîştina Kurdan bi azadî û mafên
neteweyî navberek din heye ku domandin û pîvana vê rêyê jî erkê her Kurdeke û li
serweyî hemûyan jî erkê Partiya Pêşewayê nemir Qazî Mihemed û endam û Kadro û
Pêşmergeyên wê ye. Sirûştî ye, partiyek ku Qazî Mihemed ava kiribe, Dr. Qasimlo
darêjer û vejînerê wê be û Dr. Şerefkendî giraniya birêveberiya wê li stû be, bi
liberçavgirtina cangorîtiya hezaran şehîd û xortên dilsoz yên xwe, her wiha bi
vê jêhatî û pêgeha ku bi xweşî ve di nav civakên xelkê Kurdistanê û derve de
heye, dikare li domandina pîvana vê rêyê jî heya serkevtina yekcarî û
bidestveanîna hêvî û armancên Kurdan li Kurdistana Îranê rolek bibandor û
karîger a xwe bilîze û li hember canê pak yê şehîdan û dîroka bixwîn a Kurdan bi
giştî dê her wiha serbilind be.
Keç û xortên neteweya Kurd, derketin û kifş û eşkerebûna kakil û rûçikê rastîn
yê rejîma Komara Îslamî a Îranê bo gelên Îranê û cîhana derve bo hemû aliyekê
xuya kiriye ku ew rejîma ne ligel serdem û bi hevrejiyana bi aşîtî û aramî
digunce û ne jî misogerbûna demokrasî û mafên neteweyî yên gelên Îranê di
çarçoveya berteng û bîr û hizrên paremayî yên wê de cih dibe. Lewra gelên Îranê
û li serweyî hemûyan jî gelê Kurd li Kurdistana Îranê gihîştine vê encamê ku
take rêya misogerbûna mafên însanî û neteweyî yên wan, hiloşandina vê rejîmê û
anîne ser kar a rejîmek demokratîk di Îrana Federal de ye ku tê de derfet ji bo
tu tepeserî, binpêkirin û astengafirandin bo azadiyên demokratîk û ferq û
cudahiyên zayendî, neteweyî, ayînî û zimanî nemîne. Bi vê hêviyê ku gelên Îranê
di xebata berheq a xwe a li dijî dîktatoriya Wilayeta Feqîh de her çiqas zûtir
serbikevin û Îran bibe ya hemû Îraniyan bi bicîhatina hemû mafên wan. Bi
hilkevta 10’ê Xakelêwe, Roja Şehîdên Kurdistanê, em silavan dişînin ji bo canê
paqij yê şehîdan û hemû zîndaniyên siyasî û malbatên xembar, tazîdar û
dilnigeran û tevî wan em li hember canê paqij yê hemû şehîdan, carek din peyama
wefadarî û emegnasiyê bi rêbaza wan nû dikin ku heta ser û serkevtinê dê
rêvîngên vê rêbazê û armancên pîroz ên wan şehîdan bin ku di pêxema bicîhatina
wan de canê xwe pêşkêşî dayîka nîştiman kirin.
Ruha hemû şehîdan şad, rêya wan pirr rêvîng. Bi hêviya bicîhatina hêvî û
armancên wan.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
10’ê Xakelêweya 1388’an a Rojî
30’ê Adara 2009’an a Zayînî
. |