|
|
|
|
|
|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
Serxweşiya Deftera Siyasî ya PDKÎ, bi Malbata Prof.Dr. Şîhan, mamosta, heval û
hogirê Şehîd Dr. Qasimlo
|

 |
Prof. Dr. Venek Şîlhan, navbdartirîn aborînasê Komara Çekê, di 82 saliya xwe de
çû ser rehma xwe. Prof. V. Şîlhan Kurd ji Şehîd Dr. Ebdulrehman. Qasimlo di
salên 50 ya sedsala bihurî nas kiribû. Di destpêkê de Dr. Qasilmo şagirtê wî bû,
lê di dawî de bibû dost, heval û hogirê wî.
Prof. V. Şîlhan di sala 1927’an de hat dinê. Bavê wî şervanê Komara Çekê bû. Bo
sazkirina Komara Çek salan Çek li dest de şer kiribû. Di sala 1938’an de ku
Çekoslovakya ji aliyê Hîtler ve hat dagirkirin û Almanî bû zimanê fermî, bavê V.
Şîlhan zarokên xwe ji dibistanê kişand û nehişt ku îdî herin xwendin bi zimanê
Almanî. Ji ber ku neçû dibistana Almanî, rejîma Hîtler ew wekî zarok boa kar
şand fabirîka hesin. Heta dawiya şer di wê fabrîka hesinê de wek karker kar kir.
Piştî şerê cîhanê yê duyemîn V. Şîlhan bêy ku dibistan xilas kiribe, dest bi
zanîngehê, şaxa aboriyê kir. Di eynî salê de bû endamê Pariya Komunîst a
Çekoslovakya (1945).
Sala 1950’an, zanîngeh xilas kir û çû Leningrade – Yekîyiya |
|
Sovyetê- û bû doktorê aboriyê û dest bi xebata xwe ye zanistî di warê aboriyê de
kir û di demekî kurt de bû Profesorê Aboriyê di baştirîn zanîngeha aboriyê di
Ewropa Navîn de. Di vê navberê de tu car dest bi xebata xwe ya siyasî ber nedabû
û bûbû endamê lijna navendî ya Partiya Komunîst ya Çekoslovakyayê. Di sala
1967’an de, pêwîstiyên reformên aborî di nav rejîma Komunîst de weşand û bal
kişand ku bê van reformên bingehîn komunîzm nikare xwe didomîne. Şîlhan bû dengê
reformîstan di welatên Komunîst de. Daxwazên wî yên reform di sîstema Komunîzmê
de xwe wek Bihara Prag’ê di sala 1968’an de da pêş.
Yekîtiya Sovyetê û welaten Komunîst ên Ewropî biryar standin ku Bihara Prag bi
leşker û Çekan bidin sekinandin. Sed hazaran leşkerên welatên Komunîst yên
Ewropayê ketin Çekoslovakya û dest bi girtin û zîndanîkirina reformîst û
azadîxwazan kirin, di nava girtiyan de hemû lijna navendî ya Partiya Komunîst ya
Çekolovakya jî hebûn, ji bilî V. Şîlhan !
V. Şîlhan di bin dagirkirinê de car din Partiya Komunîst a Çekoslovakyayê bi
dizî ve civand. Di vê civînê de wek Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst ya
Çekoslovakya hat hilbijartin. Wek Sekreterê Giştî yê Partiya Gelê Çekoslovakya
li hember leşkerên dagirker dest bi tekoşîna azadiyê kir. Piştî demekê hate
girtin û Bihara Prag’ê bi loza leşker, top û tanqan bi dawî hat. Prof. Şîlhan di
sala 1991’an de fabrika “bijuteriye” û “kiristale” ji dewletê stand û bû serokê
wan. Hemû parên şîrketê di nav xebatkarên vê fabrîkayê de belav kir û ew kirin
şirîkên fabrîkayê.
Di Komara Çek de fabrîkaye û şîrketên ku herî serkevtî ye, ew fabrîka ye ku navê
wê “Precioza” ye û di çendîn welatên din de şaxên wê hene. Bi vê mînakê Prof.
Şîlhan xwest bide zanîn ku aboriya Sosyalîst a reformkirî mimkin e û baştir e bo
serkevtin di warê aboriyê de di xizmeta mirovayatiyê de be. Prof. V. Şîlhan di
sala 1990 – piştî şoreşa qedîfê – bû rektorê zanîngeha Aboriya Komara
Çekoslovakya. Wek aborînas li dijî aboriya Kapîtalîzmê û xeletiyên gavên ber bi
kapîtalîzmê derket. Ew heta dawî jî sîstema aboriya sosyalîst diparast û pê
bawer bû.
V. Şîlhan nehiştin ku carkî din vegere li ser xebata xwe di warê aboriyê de. Di
sala 1977’an de bû yek ji serokên muxalefetê hember rejîma Sovyeta berê. Ta sala
1989’an – 21 sal- wek karker kar kir . Mayîna wî ya di bajarê
Prag’ê de qedexe bû, çû di nav zinarekî de bi destên xwe şikeftek çê kir û di
nav wê şikeftê de dima. Di nav wê şikeftê de wî di sala 1988’an de şehîd Dr.
Ebdulrehman. Qasimlo ziyaret kiribû. Prof. Şîlhan û Dr. Qasimlo dizanibûn ku dê
dawiya rejîma Sovyetê, bi hev re li ser guhartinên di nav rejîma Komunîst de
şêwirîbûn û Şîlhan jê re soz dabû ku piştî guhartinan dê di şerê azadiya gelê
Kurd de alîkariya Dr. Qasimlo bikin.
Dawiya sala 1989’an, dawiya rejîma Komunîst li Komara Çekoslovakyayê bû, lê heyf
ku Dr. Qasimlo serkevtina heval, hogir û mamosteyê xwe nedît , ew şehîd bûbû ...
Prof. V. Şilhan, dostê gelê Kurd yê qedîmî çû ser dilovaniya xwe, bê ku
Kurdistanê -ku tim di dilê wî de bû- bibîn.
Deftera Siyasî ya PDKÎ, bi rêz û hurmt ve, wî xebatkarê rêya azadî û dostê Kurd
bibîr tîne û bi vê hencetê ve behî û sersaxiyê ji malbata wî û dostên Profesor
Şîlhan dike.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
18.05.2009
28.02.1388 |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|