|
demokratîk û pejirandiyên xelkê, hilbijartin ji bo dezgehên cur bi cur û yek ji
wan serkomariyê tê lidarxistin. Di civakeke wisa de xwe berbijarkirin ji bo her
postekê mafê bê vir û wir ê xelkê ye û tenê xelk dikarin li ser kêrhatîbûn û
xwedîşiyanbûna kesekê deng bidin nek ciheke din berbijaran ji wan re destnîşan
bike. Di vê awayê rêvebirina welat de her di yekem qonaxa xweberbijarkirinê de
heta propagandaya hilbijartinê û prosesa dengwergirtinê bi xwe û piştre jî
çavdêrî û zêrevanî bi ser desthilat û kesê/a hilbijartî ve, mafê sereke bo xelkê
vedigere û hemû pirensîp û qanûnên diyarîker yên rê û cihan, di qanûneke
demokratîk a cihê pesend û qebûla xelkê ve çavkanî digire û divê desthilat
birêveberiya wan yasayên demokratîk bike û bersivderê xelkê bibe. Lê tevahiya wê
proseyê di Komara Îslamî û li gora qanûna bingehîn a wê rejîmê de yê hatiye
têkdan û berevajkirin û şekl û awayê şanogeriyeke xapîner bi xwe ve girtiye.
Rejîma Komara Îslamî di doma şanogeriyên xwe de, bo careke din dixwaze bi
lidarxistina prosesa çewaşekirî a hilbijartinan, kesekî weke Serok Komar diyarî
bike û di vê proseyê de bi anîna xelkê bo ser sindoqên dengdanê, rewayiyekê li
ber çavê zêrevanên cîhanî ve ji bo rejîma xwe werbigre. Ewa ku ji berbijarên
diyar ên vê dewreya bi nav dilbijartinan de bi ron û eşkere xuya ye, hevtayî û
li hev şibiyana wan kesane ye ku her yek ji wan bi dirêjahiya salên
desthilatdariya Komara Îslamî, di tawan û dîktatoriyeta rejîmê de dest hebûne û
hemû mohreyên nava dezgehên Wîlayeta Feqîh in û bûne ku bi cudahiyeke gellek kêm
her yek ji wan çax û serdemekê birêveberên tawan û stemkariyên rejîmê di beşên
cuda cuda ên leşkerî, ewlekarî û teror, dezgehên rêveberên tawanan yan saziyên
talanker bûne û karnameyeke reş a dijîgelî hene.
Bi daneberhev û nirxandina her yek ji berendamên berbiçav yên rejîma Komara
Îslamî, çirûskek dilpêxweşker bona xizmet bi xelkê di wan de nahê dîtin, lê
girîngtir ji kesayetiya wan a takekesî, naverok û çawabûna dezgeha Wîlayeta
Feqîh û rejîma Komara Îslamî ye ku bi şîrove û dahûrandina pêkhate û bingeh û
ramana pêkînerê wê rejîmê, em bi ron û eşkere dibînin ku dengê azadiya xelkê û
posteke hilbijartî bi tu awayekê têde cih nabe. Heke Serok Komar kesayetiyek
azadîxwaz, xwedî bawer û raman be û biwêriyeke zaf jî hebe, di vê sîstemê de
bona xizmetkirin bi xelkê tu desthilatek tu nabe, lê bona serkut û qirkirinê
desthilatek zaf û berfireh jê re tê dayîn. Makezagona Komara Îslamî li ser
binêşe û binegha wê bîr û ramanê hatiye avakirin ku xelkê bi savîlke dizane û
divê Wîlayeta Feqîh heta curê lixwekirina kinc û cilûbergan jî ji bo wan diyarî
bike û di vê pêkhateya zorxwaz û hişk de, tu deng û rengeke cuda nahê wergirtin
û bihîstin, ger di xizmeta Wîlayeta Feqîh de nebe û Serkomar tenê divêt
birêveberekî baş yê xwestekên dijîgelî ên dezgeha Wîlayeta Feqîh be.
Qanûna sedsalên navîn ya Komara Îslamî ku kakil û naverokeke paşverûyane heye û
tenê bona tevlihevkirin di hinek cihan de rengeke perrî yê îroyîn bi serde
rijandine, rêyê nade kesekî din ku siyaset û bernameya stiratejîk di welat de
destnîşan bike, siyaseta demdirêj û dereve, aborî, hêza leşkerî û ragihandinên
giştî û wd... di destê Wîlayeta Feqîh de ne û her demekê jî hez bike, dikare
Meclîsa kartonî hilweşîne û Serok Komar jî ji kar bavêje.
Di cîhana azadî de hilbijartin û hilbijêran mafê destpêkî yê xelkê ye, lê di
nava sîstema Komara Îslamî de, piraniya herî zêde a xelkê nikarin ji bo Serok
Komariyê berbijarê/a xwe hebin û tenê mêrên xwedî Ola Şîeya Donzdeh Îmamî ên ku
bawerî bi Wîlayeta Feqîh ew jî li cura “Mutleqe” (reha) mafê xweberbijarkirinê
hene û li gora ceribîna gerrên berê û ya vê carê jî, tenê mohreyên rejîmê ku bi
tevahî wefadariya xwe bi Wîlayeta Feqîh selimandibin, dikarin navê wan di nava
lîsteya berbijaran de bimîne û yê ku di dawiyê de ji sindoqên dengdanê ser
derdixe, encama dijhevî û rikeberiya nava destek û bandên rejîmê ye û di xizmeta
dezgeha Wîlayeta Feqîh de dibe nek xelkê.
Salên desthilatdariya rejîma Komara Îslamî nîşan daye ku heke Serok Komar libekê
ji ferman û emrê Wîlayeta Feqîh derkeve, zû bo ser hêla Wîlayeta “Mutleqe” (reha)
yê hatiye anîn. Di serdemê tejî senaryoya fêlbaziya reformxwazên dewletî de, bi
hemû postên hilbijartî nekarîn heta qanûnên Komara Îslamî jî rêve bibin û rê ji
wan re nehat dayîn ku yek xala qanûna bingehîn bi awayekî libekê cuda ji
xwesteka Wîlayeta Feqîh biguherin. Dawiya wê dewreyê jî ji hemûyan re derxist
holê ku tenê bona domandina temenê rejîmê hatibûn û naveroka axavtinên hemû
berbijaran, tenê û tenê parastina sîstema Wîlayeta Feqîh û dirêjkirina temenê
rejîma Komara Îslamî bûye û çi din. Ewa ku hebûna wê tune ye, baskirin ji
xwestekên rasteqîne ên beşên cur bi cur ên civakê û daxwaziya neteweyên Îranê
ye.
Civata Îranê ku ceribîna 30 sal desthilatdariya tejî serkut û tawan ya Komara
Îslamî derbaz kiriye, xwediyê xwestek û daxwaziya rewa û azadîxwazane ye ku tu
yek ji wan di çarçoveya vê sîstemê de nahê cî. Neteweyên Îranê, ji stem û
zordariya çend qatî ya rejîmê bêzar bûne û daxwaziya gihîştin bi maf û azadiyan
û pêkhatina sîstemeke demokratîk û federal in ku di çarçoveya vê îdeolojiya
berteng û teskbîrane de bicî nahên. Serok Komarên yek li pey hev ên rejîma
Komara Îslamî ji bilî kuştin, îşkence, gef û tawanan, çi ji bo neteweya kurd bi
diyarî neanîne. Ji wê rojê şûnde ku Xomeynî fermana cîhadê li dijî neteweya kurd
derkir, heta niha dezgeha Wîlayeta Feqîh ji rêya Sipaha Pasdaran û Wezareta
Ewlekarî û organên cur bi cur ên ser bi Serok Komariyê, li Kurdistanê û li dijî
kurd sûç û tawan afirandine û karnameya wan tejî kuştin û malwêranî ye.
Neteweya Kurd li Kurdistana Îranê weke neteweyên din li Îranê, daxwaza bi fermî
naskirina maf û azadiyên wî û cihgirbûna wan mafane dike ku weke neteweyek bi
nasnameyeke taybet a xwe ve di birêvebirina Îranê de beşdar be û xwediyê
desthilata xwecihî û demokratîk a xwe be û di wê pêxemê de jî xebateke tejî
rûmet û şanazî meşandiye û ji kesê qebûl nake ku wan daxwaziyan biçûk û bertesk
bike û di çend xalên bênaverok de sînordar bike û ev neteweya mafxwaz bi vê yekê
gihîştiye ku di çarçoveya rejîma Komara Îslamî de armancên neteweya Kurd nahên
cî.
Di rastî de bêparkirina xelkê li proseya siyasî ya welêt bi dirêjahiya
desthilatdariya Komara Îslamî ji aliyê desthilatdaran û qanûna bingehîn a rejîmê
ve, astengeke sereke a li hember xwesteka xelkê bona beşdarî di vê proseyê de ye
û bûye. Diyarîkirina her yek ji mohreyên rejîmê weke Serok Komar, nikare
bandorek di pêvajoya bicîhatina daxwaziyên herî destpêkî hebe, civaka Îranê û
neteweyên Îranê ji vê çendê hişyartir in ku bi wan fêl û derewan bixapin û di vê
rewşa hessas û peljen de ku rejîm li hundir û derveyî Îranê rastî qeyrana
çaresernekirî hatiye, dizanin ku rejîm tenê dixwaze rewayî û berheqiyê ji bo
sîstem û desthilata xwe bidest bixe û encama vê gerra binav hilbijartinan, tenê
serkutkirina zêdetir û kûrtirbûna pirsgirêkên civakê dibe, lewra erk û wezîfeya
ser milê hemû azadîxwazên Îranê û hemû xebatkarên neteweyên bindest û tev
welatparêzên Kurd e ku bi agahî û zanyarîdan û haydana xelkê, li batî amadebûn
li ser sindoqa rewayîdan bi Komara Îslamî, refên xebata tevalî xurttir bikin.
Em daxwazê ji bi hemû tex û qatên xelkê Îranê û herwiha neteweyên Îranê û nemaze
neteweya mafxwaz û hişyar a Kurd dikin ku bi baykutkirina şanogeriya
hilbijartinan, bi neçûna xwe bo ser sindoqên dengdan bi tawanbaran, rê li
serkevtina komplo û pîlanên rejîmê bigirin û li ber çavê cîhanê nîşan bidin ku
rejîma Komara Îslamî tu hitbar û pêgehek di nava xelkê de nine.
Baykutkirina berfireh a hilbijartina Serok Komariya Îslamî, erkeke nîştimanî û
pêngaveke girîng ya demokratîk ber bi gihîştin bi azadiyê ye.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê
19’ê Gulana 2009
29’ê Banemera 1388 |