Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Çardehem)

 

Rapora Komîteya Navendî a PDK Îranê, ji bo Kongireya çardehem

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî Duheftînameya  siyasî, çandî û giştî ye.

 

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Malperên din

:: Bîroya Nûneriya PDK Îranê li derve

:: Kongireya Neteweyên Îrana Federal

:: Malpera Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê

:: Yekîtiya Jinên Demokrat

:: Yekîtiya Xwendekarên Demokrat

:: Malpera navendî ya Yekîtiya Ciwanan

 

Spasnameya Hevbeş Derheq Baykutkirina Serkevtî Ya Şanoya Hilbijartinên Serok komariya Îslamî Ya Îranê

 

Şanoya hilbijartinan bi dawî hat û di dawiyê de, sîstema Wilayeta Feqîh, Mehmûd Ehmedîmijad, mohreyê rawkirî yê rêberê nizamê, weke Serok Komar destnîşan kir. Asta berçav a beşdariya xelkê li bajarên mezin û gerimkirina bazara

wê şanoya nedemokratîk, ew tşik û xeyale xiste nav hizra bi milyonan xelk, navend û çavdêrên siyasî yên li derveyî welat ku beşdariya xelkê di wê bi nav hilbijartinan de, dê guhartinan di sîstema Wilayeta Feqîh de misoger bike, lê bê hay ji vê çendê ku desthilata reha a Wilayeta Feqîh û endazyarîkirina hilbijartinan, zêdetir ji her demeke din dê bêhurmetiyê bi deng û xwestekên xelkê Îranê bikin. Eva ku bal Wilayeta Feqîh girîng nîne, dengê xelkê û beşdariya wan di diyarîkirina çarenivîsa siyasî a wî welatî de ye.
Di vê navberê de xelkê Kurdistanê weke her car pêşengî û hişyariya bilind a xwe di warê siyasî de nîşan dan û li şûn xapînokên sîstema Wilayeta Feqîh neçûn. Neteweya şiyar û mafxwaz a Kurd, şanoya hilbijartinên Komara Îslamî a Îranê baykut kirin û careke din bi hemû xelkê Îranê û cîhanê nîşan dan ku ji bo gihîştin bi maf û daxwazên xwe, ji xebatê mandî nabin û bi pîlanên Komara Îslamî a Îranê nahên xapandin. Di cihê xwe de ye, em spasê ji wî xelkê hişyar û welatparêz bikin ku bangewaza rêberên rastbîn yên siyasî û hêzên resen yên xebatê pejirandin û bi helwesteke yekgirtî û camêrane, careke din “NA” gotne rejîma Îslamî a Îranê û hemû xapînokên wê rejîmê.
Encama dehemîn dewra hilbijartinên serok komariya Îranê, careke din ev yeke selimand ku hemû cure hewlek ji bo pêkanîna guhartinan li Îranê, dubarekirina ezmûna şikistxwarî a berê ye û tenê xeyaleke bêencam e û hevdem xisarkirina hêz û şiyana xelkê azadîxwaz ê Îranê û xelkê mafxwaz yê Kurd e. Bê naverokî û nebûna şiyanê di bezandina hêlên sor yên sîstema Wilayeta Feqîh û yasaya bingehîn ya rejîmê ji aliyê guhartinxwazan ve, bêtir ji her demekê, di xurtkirina asta xemokiya siyasî û bêhêvîtiyê de û ji rê derxistina xebata siyasî û radîkal a xelkê li dijî sîstema Wilayeta Feqîh, di seranserê Îranê de toz û ax kiriye çavê xelkê guhartinxwaz û bêwatebûna bangewaz ji bo beşdarîkirina xelkê di vê şanoya sexte û derewîn de eşkere kir.
Ji aliyek din ve hişyarî û asta têgihîştina bilind a xelkê Kurdistanê derheq derew û fêlên rejîmê, her di destpêka wê de, cihê serbilindî û lêhûrbûnê ye. Xebata mafxwazane a gelê Kurd bi dirêjiya dehan sal brxwedan û qurbanîdan û dijberî tevî dîktatoriya Îslamî li Îranê, nehêlaye ku pêgeha herî kêm ya civakî ji bo vê pêvajoyê li Kurdistanê bihê ewle û desteberkirin. Kifş û eyankirina kakil û naveroka pirojeya bi nav reformxwaziya dewletî weke beşeke cudanekirî ji sîstema Wilayeta Feqîh, heqaniyeta herî mezin a xwe di vê gerra dawiyê de, ber bi civata cîhanê da kifş û holê.
Em bi hemû xelkê Kurdistanê radigehînin ku emê di bûyerên girîng yên siyasî de li pêşerojê hewlê bidin ku ji her demekê pitir yekdengtir bin û yekîtiya bizava mafxwazî a gelê Kurd bihêztir bikin. Bê guman gihîştin bi mafên rewa û dîrokî yên gelê Kurd, ragirtina hêvî û bawerdarkirina bi milyonan civatên xelkê azadîxwaz yê Kurd, hêvênê gihîştin bi serkevtin û berdewamiya xebata bêrawestan ya me li dijî dîktatoriya Wilayeta Feqîh e.
Spas ji bo we keç û xortên şiyar ên gelê Kurd ku vê carê jî hûn bi fêlbazî û derewên Komara Îslamî a Îranê nehatin xapandin.
Pîroz be yekîtiya we di pêxema hewildana bêrawestan ji bo bidestxistina mafên we yên rewa.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
24’ê Cozerdana 1388’an a Rojî
14’ê Hezîrana 2009’an a Zayînî

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 12’ê Xermanana 1389’ê Rojî