|
 |
Hevwelatiyên hêja!
Xelkê xebatkar yê Kurdistanê!
Kom û komeleyên mirovhez!
Her weke hûn haydar in, piştî ragihandina encama bi nav hilbijartina dehemîn
gerra Serok Komariyê di roja 22’ê Cozerdana 1388’an a Rojî (12.06.2009) li Îranê
û diyarîkirina mohreyekî dilxwazê Weliyê Feqîh û dar û destekên wî, pêleke
nerazîbûnê li seranserê Îranê û li deveyî welêt dest |
|
pê kiriye û li Tehran û bajarên mezin yên din ên Îranê, xelkê nerazî rijiyane
ser rê û şeqaman û bi dana dirûşmên cur bi cur, rewayî û berheqbûna vê bi nav
hilbijartinê xistin bin pirsê.
PDKÎ berî destpêkirina vê şanosaziyê, di daxuyaniyeke fermî de bi şirovekirin
hûr û kûr ev bi nav hilbijartine baykut kir û daxwaz ji civatên xelkê kir, di vê
şanogeriyê de beşdariyê nekin, ji ber ku azmûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê û
qanûnên paşverû yên sîstema wilayeta Feqîh nîşan daye ku bi herî kêm nirx û biha
dengê xelkê û vîn û îradeya gel ji aliyê vê rejîmê ve tê dayîn.
Rastbûna vê helwêsta durust hate cî û careke din di vê bi nav hilbijartinê
berbijarê dilxwaz ê Weliyê Feqîh hate îlankirin. Berenndamek ku di terorkirina
rêberê navdar yê Kurd Dr. Qasimlo de dest hebûye û careke din dosyaya wê terorê
yê bûye basa kom û komeleyên navneteweyî. Encama vê bi nav hilbijartinê bo me
tişteke çavnihêrîkirî bû, çunkî bi baweriya me, hilbijartinek bi wateya
hilbijartinê nehatiye kirin û ne tu yek ji berendaman di axavtin û bernameyên
xwe de ji bo gelê Kurd û neteweyên din ên Îranê tiştek bingehîn bas kirine û ne
ew sîsteme keys û derfeta çareserkirina pirsgirêkên sereke û bingehîn ji rêya
gotûbêjê re dide, heta ku ji rêya hilbijartinê ve jî xelkê di birêvebirina welat
de beşdar bike.
Encama vê siyaseta hişk û girtî a rejîmê ku civatên xelkê wiha lê bêzar bûne û
ji derfetekê digerin ku kerb û bêzariya xwe ji vê rejîmê bidin xuyakirin, liv û
tevgera giştî a xelkê ku di van çend rojane de dest pê kiriye, her ji ber vê
rastiyê ye ku ji bo rejîma Komara Îslamî, dengê xelkê girîng nîne, bang û hawara
xelkê jî bi vî awayî bersiv dide ku em di şeqaman de dibînin û di ragihandinên
giştî ên cîhanî de jî hate belavkirin û hate nîşandan ku hêzên serkutker û
cinayetkar bi fermana Weliyê Feqîh çawa yê ketine canê xelkê û bêrehmane xelkê
qir dikin û keç û xortên wî welatî weke dîktatorên berî xwe şehîd dikin û rapêçî
girtîgehên xwe dikin, nemaze piştî gefxwarinên Xameneyî di nimêja înê a Tehranê
di roja 19’ê Hezîrana 2009’an de, xelk ji gefên wî netirsiyan û xwenîşandana xwe
domandin û bi vî awayî rejîma Wilayeta Feqîh û xelkê azadîxwaz bi tevahî li
hemberî hev sekinîn.
PDKÎ her weke berê helwêsta xwe ragihandiye, di vê rewşa hesas de careke din,
helwêsta siyasî a xwe derheq van xwenîşandanane îlan dike û serkut û qirkirina
bêrehmane a xelkê azadîxwaz yê welatê me ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî a
Îranê ve bi tundî mehkûm û şermezar dike. Ji wan siyaset, dirûşm û helwestane jî
piştevaniyê dike ku di xizmeta cihgir kirin û misogerbûna azadî, demokrasî,
federalîzm û nirx û bihayên mirovî de be. Li gor vê nêrînê, em piştgiriyê ji wê
tevgera giştî a xelkê dikin ku armanca dawî a wê gihîştina neteweyên maf
bêpeskirî yên Îranê bi sîstemeke demokrat û federal be û civatên xelkê bo
yekcarî ji dîktatorî û kevneperestiyê rizgar bike.
PDKÎ ji bo pêkhatina van armancan jî piştevaniyê ji xelkê serhilder yê welatê me
li dijî rejîma dîktator a Komara Îslamî a Îranê dike û di wê bawerê de ye, ji bo
paşkêşekirin bi rejîma dîktator a Komara Îslamî:
- Erkê kom û komeleyên mirovdost ên cîhanê ye ku piştîvaniyê ji daxwazên berheq
ên xelkê bikin û rêyê nedin Komara Îslamî ji vê zêdetir cinayet û qirkirina
xelkê bimeşîne.
- Hemû girtiyên siyasî li seranserê Îranê serbest bihên berdan.
- Pirsgirêka sereke, qanûna kevneperest a Komara Îslamî ye, lewra divêt qanûna
bingehîn bihê hilweşandin û yasayek demokratîk û dadperwerane ya cihê qebûla
gelên Îranê ciyê wê bigire.
- Her wiha em daxwaza zêrevanî û çavdêriya kom û komeleyên mirovhez ji bo
dabînbûna tenahiya canê çalakên siyasî û sivîl dikin.
Partiya me li ser helwesta jêhatî a xwe tekezê dike û daxwazê ji hêzên siyasî ên
Îranê û Kurdistanê dike, bi şîrove û dahûrandineke hûrbûnane û siyasî û dûr ji
li pey ketina aliyên têkildar bi sîstema Wilayeta Feqîh ku tenê fikrê bi
parastina rejîmê û berjewediyên xwe dikin, helwestê bigirin û her wiha bi
hevkarî û xebata hevbeş li ser bernameyeke diyarîkirî, piştgiriya vê pêvajoyê
bikin. Dîroka tevgerên rizgarîxwaz ên gelan di rêya xebat ji bo gihîştin bi
mafên xwe nîşan daye ku bi yekîtî û hevgirtinê digihîjin armancên xwe.
Bi hêviya pêkhatina Îranek demokratîk û federal
Neman ji bo rejîma dîktator ya Komara Îslamî
Serkeve xebata azadîxweazane a neteweyên Îranê
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
22.06.2009
01.04.1388 |