3 Partîyên Din Yên Neteweyên Îranê Tevlî Kongireya Neteweyên Îrana Federel Bûn
Daxuyanî
Di 27.01.2007’an de, piraniya
endamên fermî yên Kongireya Neteweyên Îrana Federel, civîna xwe ya devreyî li
Londonê pêk anîn.
Dî vê civînê de rapora xebat û
çalakiyên kongirê hate pêşkeşkirin.
Piştî bas, niqaşan û guhertina bîr û
rayan, bernameya kar ûxebatên kongirê ji bo sala 2007’an
hate pejirandin. Herwiha sê sazî û partiyên din
1- Partiya Azadiya kurdistanê2- Tevgera Hişyariya Netewî
ya Azerbaycana Başûr 3- Civata Çandî a Kurdên Xurasanê, ku daxwaza endambûnê di
Kongira navhatî de kiribûn, piştî vekolînê bi dengdaneke giştî ji aliyê endamên
Kongirê ve hatin wergirtin.