|
weşandin. Ev ferheng li Duhokê bi tîpên Erebî (kurmancî) jî di 2006an de hatibû
weşandin. Herwiha gellek nivîsarên wî jî di gellek weşanan de hatine weşandin.
“Mijarên Mîqro”, nîşana guherîna çîrokên Çiya Mazî ji alî teknîk û şêwazê xuya
dike. Di çîrokên xwe de bi piranî li ser pisîkolojiya mirovan sekiniye. Tiştên
biçûk ku mirov lê heyîrî dimînin an mirov bi wan tiştan dikevin astengiyên mezin
û nikarin derkevin bi piranî bûne mijara çîrokên Mazî. Minak; kêzikek, xewna
zarokekî, çeqmaq, dibistan û fîkandina mirovekî bûne mijara çîrokên wî.
Ya herî girîng ku di vê pirtûkê de xuya dibe, tiştên bêgiyan ku dipeyîvin an
dibin lehengê çîrokan wekî; kevir, dar, mêw. “Dara bihîvê” û “Dara Mêwê” ; van
darana her yek ji xwe re çîrokek mîrovan ji xwendevanan re vedibêjin. Van
çîrokana rewşa civakê bi awayekî hêsan derdixin pêşberî xwendevanan.
Di “Dara Bihîvê” de em li rastî kuştina jin û qîzan rast tên û bi mînakên tewl
bitewl. Di vê çîrokê de jin û mêr li derekê rûdinin û planên kuştina qîza xwe
dikin. Lê wekî guftûgoyên ji rêzê dîyalog rêz dibin. Mekanê vê çîrokê welatê
Kurdan giş e. Bajarek e, lê ew bajar bi navê hemû bajarên kurdan tê binavkirin.
Wekî dibêje; “em li paş bajarekî dîrokî rûniştine, gelo Diyarbekir e, gelo
Mêrdîn e, Riha ye, Xerpût e? Na na, ez dibêm Êlih e yan jî Agirî. Dibe ku Hewlêr
an Duhok be jî, nizanim. Weke navê Mehabad jî tê guhê min, belkî nav ew be jî.”
Ev nîşandayîn kuştina jinan ku li herderê welatê kurdan belabûyî derdixe holê”.
Di çîroka “Şemo Şano” de hînbûna şkenceyê ku mirov êdî demek te şkenceyê bi
tiştekî nahesibîne xuya dike. Herwiha carinan mirov dibin wekî wahş û hirçan û
bêrehm dimînin di çîroka “Şahîdî” de. Lehengê çîroka balkêş “Dîmen xweş e” bi
navê “Brêz M.” zixtan li pîroziya dayikê dixe û dibêje “ez ji diya xwe hez nakim”.
Herwiha di çîroka “Niqrîskên Gewriyê” de jî dayik tê rexnekirin.
Di çîroka fînalê “Xewna Dawî” de lehengên çîrokan giş tên bibîranîn, vê çîrokê
bi xewneke dawî ya pir belkêş cîhekî xweş girtiye di pirtûkê de. “Tenûra mala
şêx”, “Em” “Ma ev jî nig in”, “Kekê mino zava” “Dînamo” çîrokên din yên balkêş
in di pirtûkê de.
Wekî çîrokên kurdî ku van salên dawiyê derdikevin, di çîrokên Çiya Mazî de jî
pêşketina wêjeya kurdî xuya dibe û tahmeke xweş ya ziman bi mirov didin
tahmkirin. .“MİJARêN MîQRO” di weşanxaneya “do” yê de hatiye çapkirin.
STENBOL |