 |
N:
Loqman Ebdulazade
W: Rondik
Huner, Çand û kultor hin peyv in ku ji bo her gel û neteweyekê tê wateya
nasnameyê û bi hîmê bingehîn yê wê netewê tê hesibandin. Lê di rastî de wateya
eslî û rastîn ya wan peyvan çîye?
Ger em wan bi zimanek sade û xomane pênase bikin, em dikarin bibêjin ku heman
metoda jiyan, livîn, riftar, û kar û kiryarên rojane yên me ne. Mirov divê bîr
ji hemû ew tiştan bike ku bi awayek xwestî û nexwestî hatine nav proseya jiyanê.
Divê mirov biçe nav kûrahiya hizr û bawer û bihayên mirovî û netewî, heya ku
jêre eşkere bibe ku huner û |
|
kultora bav û bapîran çawa heyanî vir hatiye. Çûnku çand û hunera her netewe û
girûpekê, xwedîka wê netew û girûpê ye. Eva jî nahê înkar kirin ku huner çeka
herî girîng û bibandor e li xebata rizgarîxwaziya gelên bindest bigiştî û gelê
mafxwarî yê kurd jî bitaybetî. Ji bo me kurdan bi tu awayekê xebat û berxwedana
hunerî û kultorî a netewî ji xebat û tekoşîna siyasî nahê cuda kirin bi taybetî
li qonaxa niha de.
Kêm ninin ew şoreşvanên kurd ku bi biçûktirîn alav, mezintirîn xebat û
berxwedanî meşandine. Yek ji van kellemêr û şoreşvanên kolneder, mamosta ‘’Qale
Mere’’ yê bilûrvan bû. Diyare her neteweyek ku xwediyê serbestî û hikûmeta
netewî a xwe nebe, hunermendên rastîn yên wê jî tu car jiyanek xweş bi xwe re
nabîbîn û wekî Hêmin dibêje aware, derbider û biêş û azar in. Qale Mere jî yek
ji wan hunermendên netewî û bêpar ji xweşiyên jiyanê bû.
Qadir Ebdulazade, naskirî bi Qale Mere, 80 salan berî niha li gundê “kolîce” ya
ser bi bajarê Mehabadê ji malbatek dilpak û hejar de hate dinê. Herwek bi xwe
gellek caran bas kiriye ku jiyanek pir ji derd û êş û azar hebûye. Bavê xwe
nedîtiye û mixabin her di jiyê 6 saliyê de jî diya xwe ji dest dide. û ji vê
neimeta mezin jî bêpar dimîne. Hunermend Qale Mere her wekî bi xwe jî gotiye: Ew
her malbaten hogirê bilûrê bûne û bilûrvanên mezin jî li nava wan de hilketine.
Hunermend Qale Mere her ji zarokatiya xwe de hogirê bilûrê bûye û dest û tiliyên
wî bi bilûrê firçik girtine. Ew dibêje gellek caran li demên derbiderî û
mişextîbûnê de hevderdî û hevxemiya korra xebatkarên salên 46- 47’ê kiriye û pir
caran jî tevî Hejar û Hêmin hewnişênî kiriye. Hunermendê nemir bi sedema awareyî,
derbiderî û janên jiyanê, pir direng jiyana hevpar pêkaniye. Ew sala 1364’ê Rojî
li bajarê Bokanê de jiyana hevpar pêk tîne ku berhema vê jiyana wî, du xort bi
navên Mihemed û Ehmed in.
Mirov dikare bibêje ku parek ji taybetmendiya hunerî a Qale Mere eva bû ku bêy
mamosta anku bi awayek xoristî hînî vê hunerê bû û birastî jî bi bilûra xwe
şakar afirandiye, û pirr carjî li nav park û li ser şeqaman de bo êminkirine
mêlaka xwe û şadkirina dilê netewa xwe û bîranîna rojên tal û şirîn, destê xwe
dibire ber şûtika xwe û bilûra xwe derdixist û bi penceyên zêrîn yên xwe bilûr
dixiste semayê. Pir caran xelkê kombûyî li dewra hev, diçûne nav bîr û hizrên
xebat û berxwedana bilûra mame Qale. (îşare bi Radyo Dengê Kurdistana Îranê)
Mame Qale pir caran gotiye ku temenê bilûra wî 150 salî bûye û tenê bi xwe 30
salan bi vê bilûrê xizmeta gelê xwe kiriye.
Dengê bisoz yê bilûra Qale Mere, xêncî wê ku li nav dilê xelkê Kurdistanê de
pêgeha taybetî a xwe heye, herweha gellek ji xelkê cîhanê jî bi dengê bilûra
Qale Mere hevnas in.
Qale Mere ji bilî xelata rêz û xoşewîstiya gelê kurd bi giştî û hogirên hunera
kurd bi taybetî, çendîn xelatên deverî û cîhanî jî wergirtine.
- Xelata baştirîn bilûrvan – welatê Alman ku mixabin nehiştin biçe werbigre.
- Xelata taybet bi enfalê li sala 2003’ê li bajarê Solêmaniyê.
- Xelata xelkê bajarê Bokanê li sala 2003’ê û çendîn xelatên curbicur yên din li
hundirê Îran û kurdistanê de. Qale Mere berî wê ku hunermend be, mirovek siyasî,
xebatkar û nîştimanparêzek kurd bû, Hez û hêvî û kiryarên jiyana wî, tewawkerê
xebata hunerî – siyas a wî hunermendê mezin bû. Mixabin qeder, felek û mirinê
izin neda ku bi hêvî û awatên xwe ku çeqandina alaya kurdistanê û rizgariya
neteweya wî bû, bigihîje. Mixabin roja pênçşemî 31.02.1388’ê Rojî bo yekcarî
malawayî ji gel û nîştiman kir û roja înê 01.03.1388’ê Rojî termê wî li nav koma
xelkê bi emeg yê kurdistanê li bajarê Bokan û li biniya çiyayê “Naleşikên” û li
rex gora hunermendê nemir, Hesen Zîrek, teslîmê xaka pak ya Kutdistanê hat kirin. |