|

Cankurd
HDi tariya şevê de
Ez tîrêjên roya bi tîn bi bîr tînim
Di nêv kêlên goristanê re diçim
û xewna jîneke bê dawî dibînim…
Li bêşeya bê dar û bê av
Ez kûr û dûr û fireh dinêrim
Ji seravê…
Ji nistina herheyî pê ve tiştek nîne…
û ji nişka ve…
ez li gundê xwe yê mîna behiştê vedigerim…
Ji „Kanîsarkê“, di pença xwe de, avê vedixum,
Di ser „Benda Romanî“ re dibezim,
ku dike xumxum û nalenal
û tozava wê li rûyê min dide…
Li ser zinarên germik ên „Golzuqaqê“
Ez guhdariya „Aşê mezin“ dikim,
ku di çavikên xwe re
bi hembêzan ava wekî berfê sipî davêje…
û li ser pireya piçûk,
a ku bi lehiyê re çûye…
Ez hîn çavrêya wê pêjnê dikim,
ku mîna guleke Cûrî
li baxê Îrem bo bilbilan
çêrokên evîndariya xwe ya derewîn dibêje… |