|
Kurdistanê dike. Piştî şêst û çend sal xebata rewa û mafxwazane ya PDKÎ û gelê
kurd û gorîkirina hezaran keç û xortan, derbiderî û malwêranî, rev û wd... li
Rojhilatê Kurdistanê, “TISHK” yek ji destkevtên herî giring û bi nirix di wê
beşa Kurdistanê de ye.
Tişta ku zêde balkêş e û ez dixwazim li ser bisekinim, ew e ku hindek kes hewl
didin hewcehiya malî û abûrî ya rêveberên wê kanala kurdî bikin kêmasî û alavek
bo xerabkirina nav û heybet û hêmaya “TISHK TV” û karmendên wê û...
Lêbelê ez wekî hevwelatiyekê ku di hundurê welêt de dijîm û kêm û zêde haya min
li derdora xwe heye, di alîkarîxwastina “TISHK TV”yê de ez ne tenê kêmasiyekê
nabînim, belkû tiştek norma e kanalek xelkê alîkariyê bixwaze û hêz û qaweta xwe
ji gelê xwe bistine. Neku penayê bo neyar û dujminan bibe. û pişta xwe
neçiwandin.
Dîrok bo me derseke mezin û bi nirx e û bi rohnî eşkere dike ku pilingê Agirî
Êhsan Nûrî Paşa girêdayê dewleta fêlbaz û riwîsifet û xûnmij ya paşayetiya Îranê
bû û şahê Îranê bi rihetî ew firotne hindek dar, kevir û qîfarên çiya û bû
sedema ji nav çûna şoreşê. Ya din penaberî û koçberbûna hezaran jin û mêr, zarok,
pîrr û kal ên kurdên Başûr bo Îranê bi sedema birrîna yarmetiya malî û nedana
çek û teqemeniya bi pêşmergên fermandehê nemir û çeper a berxwedanê Mela Mistefa
Barzanî ji aliyê wê dewletê ve bû.
“TISHK TV” mîna rojeke geş ku di her tavên newreqa ronahiya wê de hejarî, feqîrî,
derbiderî, êş û jana bindestî û êxsîrî, berxwedan, kultûr, dîrok û... ya gelê
kurd li Rojhilatê Kurdistanê têde tê dîtin; nîşanê xelkê cîhanê dide û wek’
qelemekê ye ku di nava çavê dijmin de.
Xelkê Kurdistanê yarmetîdan bi “TISHK TV” ne tenê bi yarmetî û destgirtin ji wan
nizanin, belkî wî karî dikin ku dizanin “TISHK TV” jî mînanî xebatkarên çeleng û
bi cerg, yarmetîder û piştîvanê gelê xwe ne û egîd û mêrxasên rojên hawar û
tengayiyan in.
Em gelê kurd “TISHK TV” ne wek kanalekê nabînin bo sergermkirin û tijîkirina
dema bêşoliya xwe, jiberku em wek alavekê dibînin kû reng u dengê û hêmaya
jiyana me ji cîhanê re diweşîne, û tirbûnek e ku qîrîna bêdengî û belengaziya
neteweyekî bindest li Îranê belav dike. lewre hebûna wê, hebûna me ye. “TISHK
TV” çirayeke ron û zelal e ku di şevên tarî de di malên hevwlatiyan de,
diçirûske û ronahiyê dide der û dorê û çav u guhên gel vedike û dibe nîşanderê
rêya jiyan û hêviya berxwedana wan. Eger ew çira bitemire û ronahiyê nede, tê wê
wateyê ku çav û guhên xelkê Kurdistanê têngirtin, Mirovê bê çav û guh jî mirî
ye. çûnku tîshk berhema xwîna şehîdan e, hêvî û çavroniya dayîkên cergsotî ye,
berhema xebat û qorbanîdana çendîn salîye, jivangeha evîndarên aştî, azadî û
demokrasiyê ye, deng û rengê berevanker, heqxweazî û hawar û nalîna mezlûman ji
destê zalim û sitemkaran e, rûgeha azadîxwaz û wekhevîxwazan e, dermanê birîn û
êş û jana ye, nîşana berjeng û sembola şoreşvanan û qelemê çavê dujminan e,
Tîshk deng û rengê pêşmerge û hemû tex û qotane, Tîşk kenî û şandiyê dixe nav
dilê zarokan, hêviyê dide bindestan û gulle û tîran direşîne dilê dujminan.
Rêveberên “TISHK TV” baş dizanin ku xelkê çi car ew tenê nehêlane û nahêlin û vê
her ciqas pêşkêşi û yarmetiyên gel zêdetir bin, wê eyan dibe ku baweriya wan bi
rêbaza Tîşkê zêdetir e û çavnihêriya xizmeteke zêdetir û berfiretir dikin.
Tîshk Tv eger hejar û destkurt e, ji ber vê yekê ye ku ew parêzvanên gel û
neteweyek hejar, bindest in. Lê tişta ku gellek balkêş û bi qîmet e, eve ku gelê
kurd li Rojhelatê Kurdistanê bi hebûna ew hemû zext u zordarî, şer, malwêranî,
hejarî û destkurtî yê, çi car aliyê li pişt Tîshk Tv ji bîr nekirine, pişta hev
vala nekirine û di her şert û mercekê de hevderd û xemxwarê hevdu bûne û tu hêz
û ba û bahozek nikare wan ji hev ceqetîne çunku Tîshk janî gel. |