Li dûrî te
Nêzîk
Di
Himbêza
xweda
Li ser destan
Xewnê te
Di dilda
Dilorînim.
Li dûrî te
Çi roj dirêjin
Çi meh nayên
Hejmartin
Çi jiyan
Di şûna xweda
Dizîvire,
gêje gêj
li bin guhî
hevdikeve.
Li dûrî te
Nêzîk
Tu dev ji
Sawêrê min
Bernadî.
Li dûrî te
li ser
sîngê te
nêzîk
hîn
şûna lêvê min
mora evînê
nîşandabû,
hîn zindîbû
hîn ne ziwabû
li dûr
nêzîkîya
te
dihindirê
minda
jîyandibî