Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî Duheftînameya  siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hilbijartina Serok Komariyê Û Jinên Îranê

 

Perî Îslamniya

Çend rojan berî niha anku roja înê, 12.06.2009’an, hilbijartina Serok Komariya rejîma Îslamî a Îranê bi dawî hat. Di vê hilbijartinê de ku pitir ji 470 kesan xwe ji bo Serok Komariyê berbijar kiribûn, ji aliyê Konseya Parêzvan ve tenê

selahiyeta 4 kesan bi navên Mehmûd Ehmedînejad, Mêhdî kerûbî, Mîrhusên Mûsewî û Muhsên Rizayî hate erêkirin. Di nava van 4 kesan de 2 kes bi navên Mûsewî û Kerûbî xwe bi guhertinxwax dan nasîn û dirûşmên guhertinxwaziyê girtine pêş û du kesên din bi navên Ehmedînejad û Rezayî jî mohafizekar bûn: Em di vê nivîsarê de dixwazin zêdetir li ser bi nav guhertinxwazan bisekinin. Ger mirov bi başî zaniyarî li ser sîstema rejîma Komara Îslamî a Îranê tunebe, zû dê were xapandin. Ma ne raste ku çend sala berî niha jin û ciwanîn Îranê bi dirûşmên derewîn ên Xatemî hatne xapandin. Jin û ciwanên Îranê bi hêviyek pirr mezin hem di hilbijartina serok komariya di sala 1376’an (1997) de û hem di sala 1380’an (2001) de beşdarî kirin hilbijartinan bûn û çûne ser sindoqên dengdanê. Helbet ne ji ber Xatemî, belku ew têniyê azadiyê bûn û Xatemî jî ew yeka bi başî dizanî û bi dana dirûşmên azadîxwazane xelkê Îranê xapand û kişande ser sindoqa dengdanê. Di asta navnetewî de jî dewletên biyanî nemaze welatên Ewrûpî jî bi sedema vê yekê ku ji sîstema Komara Îslamî a Îranê zaniyariyên zaf tunebûn, Xatemî weke mirovek guhertinxwaz mêze dikirin û van jî bi hêviyek mezin peşwazî ji Xatemî kirin. Lê mixabin Xatemîyê reformxwaz jî her weke axundên din dema ku hate ser kursiya desthilatê, dirûşmên xwe ji bîr kirin û pişt ji hemû ew soz û qewlên ku dabû xelkê kir. Piştî Xatemî Ehmedinijad singê xwe da pêş û bi dirûşma,” Ez piştevanê zehmetkeş û hejarên Îranê me” hate meydana hilbjartinê. Lê di doma 4 sal desthilatdariya Ehmedînejad de jî, wî li cihê vê yekê ku perê petrolo, anku dahata netewî bîne ser sifrên xelkê, şande derveyî sînorên Îranê ji bo têkdana ewlehiya herêmê û piştevanîkirin ji destek û taqimên terorîst ên weke Hizbulaha Lubnanê, Hemas û...
Bi hebûna wan hemû belge û azmûnên ku jinên Îranê ji vê rejîmê û beşdarbûna xwe di hilbijartinan de hene, lê mixabion mirov dîsan dibîne ku beşek ji wan bi dirûşm û solên derewîn ên ji aliyê kesên weke Mûsewî û Kerûbî ve dilxweş in, di halekê de qanûna bingehîn û qanûnên din ên vê rejîmê astengên herî mezin ji bo daxwaziyên wekhevxwaziya jina in. Lê vê gerrê serbarê beşdarîkirina xelkê Îranê di hilbijartinan de (tenê Kurdistana Îranê nebe) û herwiha li gor çendîn rapirsiyan ku di bajarên cur bi cur ên Îranê de hatine encamdan, Mûsewî pitir ji %60 dengan anîbû, lê çima Ehmedînejad bû Serok Komarê Îranê?!
Li vir ji mirov re derdikeve ku rejîma Îranê heta rêz ji bo dengê xelkê nagire û negirtiye ji beşdarbûna xelkê tenê û tenê ji bo berheqîdan bi desthilata xwe di asata navnetwî de mifawê distîne û dengê xelkê weke alevekê bikar tînin, nek ji bo diyarîkirina çarenivîsa wan.
Lê pirs ewa ye: Gelo ger Mûsewî yan Kerûbî hatiba hilbijartin, dê karîban soz û qewlên xwe bi cih anîban?! Bersiv rohn e, bê şik van du kesan nedikarîn sozên xwe bi cih bînin, çimku di rastî de wan her bi xwe jî nedixwastin vê yekê bikin. Bona îsbatkirina vê yekê hewce ye jinên Îranê berî her tiştî karnameya wan du berbijaran bixwînin û şirove bikin, vê demê dê ji wan re bi rohnî derkeve holê ku deng dane kî. Jinên Îranê divêt li xwe pirs bikin ku gelo heya niha ev guhertinxwezane li kuderê bûne. Başe çima wan tenê bo carekê kiryarên gemar û dijî mirovî ên rejîma Îranê weke îdamkirin, kuştin, îşkencekirin, dûrxistin, pêkanîna xizanî û fehşayê û wd... di Îranê de mehkûm nakirine?!
Jinin Îranê vê carê jî hinek daxwaz ji berbijarên bi nav reformxwaz kirin, dema ku mirov çav ji wan dawxaziyan dike, zû jimirov re derdikeve holê ku mixabin dîsan asta daxwaziyên jinên Îranê ne bilind û bingehîn in. Xwastekên jinanen sereke evane bûn: Divêt Îran Carnameya Navnetewî a xebat li dijî cudahî danana zayendî bipejirîne û çend xalên weke 19,20,21, û 115 ya qanûna bingehî ya rejîma Îslamiya Îranê biguhere. Lê di rastî de ger rejîma Îranê van mercan qebûl bike, wê deme rejîmek bi navê rejîma Komara Îslamî namîne, lewra hêvîdarîbûn bi guhartinên kûr û rastîn di çarçoveya vê rejîmê de xewn û xeyal e.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 22’ê Reşemeya 1388’ê Rojî