|
siyasetekî neteweyî ye”.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran (PDKÎ) ku roleke wê ya girîng di tekoşîna
rizgariya Kurdistana Rojhilat de heye, demek berê komcivîna xwe ya 14’an pê kanî.
Me xwest ku nêrînên PDKÎ yên di derbarê pêvajoya komcivînê, rewşa gelê kurd li
rojhilatê welêt, rewşa siyasî ya Îranê û Rojhilata Navîn, ji devê yekem
berpirsiyarê PDKÎ’ê Birêz Mistefa Hicrî hîn bibin û bigihînin xwendevanên xwe.
Birêz kak Mistefa Hicrî, ji bona hilbijartina cenabê we bo Sekreterê Giştî
yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê pîroz dikin. Gelo, dikarin li ser Kongra
we û hel û mercê kongre û biryarên kongrê bi kurtî behs bikin?
- Gellek spas bo pîrozbahiya we. Wekî tê zanîn li gor bername û dûzennameya
partiya me, em çar sala carekî kongreya xwe girê didin. Ev kongreya ku me kirî
jî, di demê xwe de pêk hat. Kongreya me ya 14’emîn bû. Me hemû caran Kongra xwe
di wextê xwe da çêkiriye. Di nav hal û mercên giran de, wextê ku me li serê
çiyayên Kurdistanê bûn û me şerê çekdarî li hemberê Komara Îslamî jî dikir, me
ev karê xwe her di wextê wê da pêk dianî. Em di vê baweriyê de ne ku, ev karekî
demokratîk e. Ji ber vê yekê jî me di hemû hal û mercan de, Kongra xwe çêkiriye.
Hefteyek berê Kongra 14’ê, me di Komîteya Navendî de biryarek li ser şêweyê
pêkanîna kongreyê girt. Di konferansên pêş kongrê de, destnîşankirina endamên
kongrê bi rêve çû. Li vir, li Kurdistana Îraq û li Ewropayê, endamên me zêde ne.
Me ev kare hemû bi ci anî, kongreya me bi rêve çû.
Hewce ye ez li vêre zelal bikim ku nûnerên kongreyê ji wan pêk tên; nunerên
rêxistinan, ku nîsbetê wan Komîteya Navendî diyar dike û endamên rêberatiya
partiyê.
Sê karên girîng di stûyê kongreya me de heye:
1- Behs û nîqaşkirina rapora Komîteya Navendî û qebûlkirina (pejirandin) wê. Di
vê raporê de karûbarên 4 salên borî tê nîqaşkirin û herwiha bernameyê 4 salên bê
tê destnîşankirin. Di vê beşê Kongra da herkes bi azadî bîr û dîtinên xwe diyar
dikin.
2- Qebûlkirina bername û dûzenameyê ye. Di vê beşê de jî, pêşniyara Komîteya
Navendî bo guherînê hebe, an nebe, bername û dûzenmane carekê dine têne
pêşkêşkirinê. Bername û dûzename, ji humû organên partiyê mezintir in. Hemû
karûbarên partiyê, di çarçoveya bername û dûzenameya hîzbê de têne kirinê. Erkek
ji erkên sekreterê partiyê jî, çavdêriya birêveçûna karûbarên partiyê ye, li gor
vê bername û dûzenameyê.
3- Piştî qedandina van xalan, dora hilbijartina rêberatiya nû ye. Di vî beşê de,
ji nav komek kadroyên genc, jinan û xortan, rêberatiya Hîzba Demokrata
Kurdistana Îranê tê hilbijartin.
Bi vî şiklî, kongreya me bi serkeftî pêk hat.
Wekî dizanin paş çend rojan li Amerîkayê hilbijartin çêdibin. Gelo, tesîra
hilbijartina hanê li ser rewşa siyasî ya Îranê bi giştî, li ser rewşa siyasî ya
Kurdistanê bi taybetî çi ye?
Ev propagandayên, ku di wextê hilbijartinan de tên kirin, hemû bo rakêşana
xelkê ye ku biçine ser sindoqên dengdanê. Ne şert e ku ew gotinên ku namzetan
dibêjin, gava hatin hilbijartin, wan hemiyan pêk bînin. Niha hewldana wan bo
rakêşana xelkê ye ku deng bidin. Gava têne hilbijartin, li berjewendiyên
Amerîkayê dinêrin û siyaset û îdarekirina welêt û herwisa li dostan dinêrin.
Bi qasî ku em dibînin, dizanin, kîjan ji wana çi Komarî bin û çi jî Demokrat
bin, gava hatin ser hikum, tu guherînên mezin çê nabin. Ji bo herdu aliyan jî,
berjewendiyên Amerîka li ser hemû tiştan de ye. Lê belê, mimkun e ku
bidestveanîna berjewendiyên welêt de, di rengê siyasetê de hindek cudayî hebe.
Dibe, ku pitir girîngî bidine siyaseta derva, an siyaseta navxwe û aborîyê. Eger,
ferq hebe, bi vî şiklê dibe. Ez di wê baweriyê de me, ku derbarê Îran, Kurdistan
û bi tevahî Rojhilata Navîn, guherînek mezin bi serda nayê.
Medyayên Başûrê Kurdistan behsa hindê dikin û dibêjin ku derbareyê Başûrê
Kurdistanê divê helwesta PJAK û PKK jî wekî helwesta Partiya Demokrata
Kurdistanê be. Gelo, helwesta Partiya Demokrat bi giştî û derbareyê bingehên
serbazî li ser sînor bi taybetî çi bû?
- Siyasetê me piştî avabûna Hikumeta Herêma Kurdistanê, siyasetekî neteweyî ye.
Em di wê baweriyê de ne ku ev destkeftên Herêma Kurdistanê, destkeftên hemû
Kurdan e û lazim e hemû kes lê xwedî derkeve û piştgiriyê bike. Lazim e em
henceta nedine destê dewletên cîran, wekî Tirkiyê, Sûrîye û Îran. Yên ku li dijî
van destkeftên Herêma Kurdistanê ne û dixwazin ku wan têk bibin.
Ev e siyaseta me li gel Hikumeta Herêmê. Ji bo me ne pirsgirêk e, ka kî ye
serok yan Serokwezîr. Destkevtên siyasî ji bo me girîng in, ya girîng, parastina
ev destkevtan e. Em vê yêkê, weki erkê xwe dizanin.
Dikarî li ser yekîtiya opozîsyona Îranê û hevkariya hêzên welatparêzên
Rojhilata Kurdistanê biaxivî?
- Di Îranê de opozîsyonekî yekgirtî nîne. Sê cureyên wê hene. Cureyek ev e, ku
di nava Îranê de xelk li dijî rejîm kar dike, xwepêşandanan pêk tîne, nerazîbûna
xwe eşkere dike. Karker, mamoste, rewşenbîr, têkoşerên siyasî di nav de ne. Lê
belê yekgirtî nînin. Eva pirsgirêk e. Ji ber hindê ye ku hikumeta Îranê, bi
hêsanî wan serkut dike. Ji bilî vê, hinek partiyên siyasî yên Îranê, ku
rêberatiya wan li dervayê welat e, ewana jî heta niha neşiyane yekîtiyek pêk
bînin.
Li Îranê, di nava partiyên Îranê de yekîtiyek heye. Ew jî Kongreya Neteweyên
Îrana Federal e. Ew kongre, nûnerê 16 partî û rêkxistin e. Partiyên hanê
nûnertiya neteweyên Îranê dikin. Wekî Kurdan, Ereban, Belûçan, Tirkmenan hwd…
Kongre niha karê xwe dike. Daxwaza wana pêkanîna Îranek Demokratîk û Federal e.
Federalîzmek, ku neteweyan hikumetek navxweyî pêk bînin û di birêvebirina giştî
de, li gor qanûnên beşdarî bikin.
Pêywendiya me ligel opozîsyona Kurdên Îranê baştir e. Her çend yekîtiyek di nav
opozîsyonên Kurdan de nebe jî, hemû hêzên Kurd di Kurdistanê, di nav tekoşanê de
ne. Her yekê, li gor hêz û taqeta xwe xebat dikin, endam û alîgirên xwe hene. Em
dibînin ku tekoşan li dijî Komara Îslamî, li Kurdistanê bi hêztir e.
Em her dem kar û xebat dikin, ku zemîneyek peyda bikin, daku hêzên Kurdistana
Îranê, pêkve kar û xebat bikin. Bo pêkanîna yekîtiyek (ev bi şiklî bere be yan
platform) divê danûstandin hebe.
Partiya Demokrat, wekî endamê Bangawaza Cenevre, peymana mayînên dijî
personel îmza kir û mayînên ku di destê xwe de hebû, îmha kir. Dikarin li ser vê
babetê zanyariyê bidin?
Bangawaza Cenevre, weki ku li dijî mînên (mayîn) personel kar dike, ji me jî
dawe kir. Me di Komîteya Navendî de li ser wê bahs kir û em gihîştine wê
baweriyê ku em li dijî wan mînan kar bikin û wan qedexe bikin, di nav partiya
xwe de. Di dema xebata çekdarî de ew mîn bibûne sedemên zerar û ziyana xelkên
sivîl, gellek ji wana hatin kuştin, jiyana gellek ji wana ya malbatî têk çû. Em
gihîştine wê baweriyê ku qedexekirina mînên dijî personel, di berjewendiya xelkê
deverê de ye. Bi taybet, xelkê feqîr û hejar yên ku li ser sînor bo tîcaret yan
rencberiyê hatin û çûnê dikin.
Komara Îslamî ya Îranê, her cihê lê bi cih bûyî, derdorê xwe mîn diçandin û
piştî ji wan deran diçûn jî, ew mînên çandî ranedikirin. Wextê baran dibarî,
lehî radibûn, piraniya wan derdiketin ser erd yan diketin ser riyan, nav zeviyan
û dibûna sedemê zerar û ziyanan.
Em weki Hîzba Demokrat ku me bawerî bi demokrasî û mafê mirov heye, hewce
dibînin li dijî mînên personel kar bikin.
Em gellek spas dikin bo vê hevpeyvînê, peyama we ji bona xwendevanên me û
bîrûrayên Bakurê Kurdistanê çi ye?
Ez jî spasiya we dikim. Hurmeta min heye bo xwîşk û birayên min yên li
Kurdistana Bakur. Daxwaza me serkevtina hemû aliyan e, hemû Kurdan e, li dijî
dîktatorî û dagirkeriyê. |