|
awayekî fermî hate ragihandin. Ji bo ku xwendevanên Agirî bêtir vê komeleya
civakî nas bikin, haydarê armancên wê, kar û piroje û her wiha çarçoveya kar û
xebatên CAPK û çend aliyên din ên çalakiyên komele û saziyên sivîl li Kurdistana
Îranê, me ev hevpeyvîne bi Têmûr Muradî, Berpirsê Giştî yê CAPK re pêk anî.
Ji kerema xwe re, ji bo xwendevanên Agirî xwe bide nasîn...
Di destpêkê de, silav û rêzên min hene ji bo te û xwendevanên Agirî re.
Ez li gundê Howesnê li devera Soma ser bi bajarê Urmiyê hatime dinê, min
xwandina xwe ya destpêkî li gundê Howesnê xilas kir û ji bo xwandina bilind ez
çûme Urmiyê.
Min di sala 1979’an de xwandina bilind di rişta xwezanasiyê de kuta kir, ev yek
hevdem bû digel şoreşa gelên Îrane û destpêka desthilatdariya Komara Îsalmî, di
destpêka sala 1980’an de şer bi Komara Îslamî re li Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê
dest pê kir û êdî fersenda domandina xwandinê ji min re nema. Di xilasiya sala
1979’an û destpêka 1980’an de bi alîkariya Mihendiz Cangîr Îsamîlzade ku
peywendî digel PDKÎ û Şehid Dr. Qasimlo re hebû, digel çend hevalên Şîmalê wek
Şehîd Elî Kaşifpûr, Mizefer Begzade, birayê min Arşad Muradî, Şapûr, Hisên, Niho
û wd... me yekemîn rêxistinên PDKÎ li Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê ava kir û
xebata me ya siyasî û çekdarî karê xwe dest pê kir û di hemû deverên herêmê de
deng veda.
Ez heta xilasiya salên 1985’an di nav refên PDKÎ de, di beşên cur be cur de
çalak bûm, di despêka sala 1985’an de ji ber rewş û zirûfa wê demê ez li
Kurdistanê derketim û ser min li ser Swêdê hasilî. Ez îro li Swêdê wek
bernamerêjê kompyuterê bi zimanê Cobol-86 li şîrketek berfirh a Skandîanvyayê de
bi navê Nordea di beşa navneteweyî ya wê de kar dikim û li kêleka wê jî karê xwe
yên civakî û siyasî jî dimeşînim. Niha berpirsê giştî yê CAPK me.
Kek Têmûr, Çima navê Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê?
Têmûr. M: Nav wek siloganek balkêş merem û armancên her saziyekê dide xuyakirin,
ji ber ku CAPK li ser wê baweriyê ye ku di Rojhilatê Kurdistanê de xebat ji bo
civakek aştiyane û pêngavavêtin ji bo pêşvebirina civakê erkeke herî giring yê
navê Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê baş hatiye ditîn û hilbijartin.
Armancên we ji bo avakirina CAPK çi bûn?
Têmûr. M: Bersîva vê pirsê dikare gellek dirêj be, lê ez bi kurtî dikaribim
bibêjim ku guhertinên îro yên li ser rewşa civakî û siyasî û hebûna şerê çekarî
yê bi salan li Rojhilatê Kurdistanê û bandora wan şeran li ser civakê û
paşdemayîna civaka sivîl û sedemên din ên cur be cur ji aliyekê û ji aliyê din
jî derfetên îhtimalî û xeterên li ser rêya gelê kurd, pêwîstiya damezirandina
CAPK bûn.
Dikarim bibêjim ku armancên CAPK serederîkirina bi wan lêger û pirsgirêkên
civakî û siyasî re ye yên ku di nav civaka Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ne,
ev armanc dikarin bi xalên wek pêşdebirin û xurtkirina kultûrek bilind,
pêşvebirina edebiyata kurdî, çand û nasnameya neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê
bêne pênasekirin, her wisa pêşxistina pîvanên mirovatiyê û mafê mirovan,
bihêzkirina bingeha parastina aştî û bi hevre jiyana aştiyane di navbera gelan û
civakan de û têkoşîna çalak li dijî dîtinên şaş li ser jinên kurd û xebat ji bo
civakek ku mafên mêr û jinan wek hev bibîne.
Xebat ji bo ku ciwanên kurd rêya xwendin û xwepêgehandinê hilbijêrin bona
gihîştin bi civakek serdemî di pêşerojê de, komkirina hêzên Kurdistanî yên ku li
derveyî Kurdistanê dijîn û pêkanîna pirekê di navbera wan û gel di Rojhilatê
Kurdistanê de.
Sedem çi ne ku hûn dixwazin weke saziyeke civakî û sivîl têkoşîna xwe bimeşînin?
Têmûr. M: Partî û hêzên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê hene û piraniya ew kesên
ku îro di destpêka tevgera CAPK de beşdar bûne, tevî saziyek siyasî wek PDKÎ ne
û wê partiyê bi hêzeke demokratîk û pêşeng ku xebata siyasî û neteweyî a gelê
kurd birêve dibe nas dikin, lewma avakirina saziyeke civakî û sivîl wek rêya
têkoşînê hatiye pesendkirin.
Civakek sivîl li ser van hewcehiyan ku em di Rojhilatê Kurdistanê de dibînin,
bizavek îro nine, xebata sivîl ji bo tesbîtkirina fikir û bingehên demokrasiyê
li civakek serdemî û pêşketî di hemû warên çandî, kultûrî, hişyariya siyasî û
civakî de pêngavên hewce ne.
Xalek din ev bû ku îro pirr kesên kurd ku têkiliyên wan bi partiyên siyasî re
tune, ji xebat û çalakiyan dûr ketine û zêde di nav civak û bizavên kurdî de
îzole bûne, komele û civakên sivîl wek CAPK dikarin van hêzan li dora xwe kom
bikin, bêy wê ku pêwendî bi fikir û ditînên wan yên siyasî ve bibin.
Kekê Têmûr, CAPK ser bi tu rêxistin û partiyeke siyasî nine?
Têmûr. M: Keko na, wek saziyek sivîl û serbixwe, dostîn li ser bingeha
demokrasiyê û rêz û hurmetgirtina hevbeş dirûşma CAPK ye, her wek ku di bername
û destûra CAPK hatiye ronkirin, em dixwazin bi hemû partî û hêzên demokrat ên
Kurdistanê û bi xasmayî yên Rojhilatê Kurdistanê re hevkar û hevxebat bin û
çalakiyan bimeşînin.
CAPK wek her komele û saziyek sivîl, hêvîdar e ku hêz û partiyên siyasî yên
Rojhilatê Kurdistanê vê giranî û hewceyî û dewlemendiya civakên sivîl fam bikin
û bi wan re hevkar bin.
Weke xuya ye xebat û çalakiyên we taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê ne, ne wisan
e?
Têmûr. M: Ji bo me pirsên hemû perçên Kurdistanê giring in û em hazir in her
dema ku hewcetî hebe û kar destê me bê, beşdarî û alîkariyê bikin.
Lê rast e, em xelk û niştecihê Rojhilatê Kurdistanê ne, pirsgirêkên Rojhilatê
Kurdistanê arîşe û giriftên me ne, CAPK Rojhilatê Kurdistanê û li derveyî welat
ev ciyên ku kurd lê dijîn, wek meydana xebata xwe hisab dike.
Binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî a Îranê
ve bi xurt û berfirehî dimeşe... hûn dixwazin ji bo vê yekê çi bikin?
Têmûr. M: Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê ku bû sebeb rjîma Îslamî
desthilatê bigire destê xwe, eva dibe 30 sal ku li hemû Îranê û bi taybet di
Rojhilatê Kurdistanê de, mafê mirovan bi awayekî sîstematîk, berfireh û eşkere
tê pêpeskirin.
Gelê kurd li Rojhilat ji mafên herî destpêkî û mirovî ên xwe bêpar in û di van
30 salan de çi pênasîn bi mafê kurdan yên civakî, kultûrî û siyasî ên kurdan
nehatiye kirin.
Daxwaziyên kurdan bi girtin, zîndan, îşkence, kuştin û zor û zext an têne
bersivdan, girtîgehên Komara Îsalmî tejî keç û xortên kurd in.
Mehkemeyên Komara Îslamî a Îranê piçûktirîn usûl û azînên mafê mirovan yan
qanûnên navneteweyî berçav nagirin û bi hikmên çend deqîqeyî Kurdan mehkûmî
dardanê yan hepsên giran û demdirêj dikin.
Awayên hovane yên îdaman li Îrane bi daliqandin û kevirbarankirinê her berdewam
e, ev rûpelên reş û tarî di dîroka Komara Îslamî de dê bimînin û nahên
jibîrkirin.
Di vê derheqê de, CAPK berpirsiyariya xwe dizane û erk û wezîfeya CAPK ye ku li
dijî wan zilm û destdirêjiya li ser mafê mirovan bisekine û ji raya giştî û
cîhana navneteweyî re wan kiryar û zordariyan kifş û aşkera bike.
Helwesta we li ser sazî, komele û civatên sivîl, kultûrî û ... ên ne dewletî û
serbixwe ku niha li Rojhilatê Kurdistanê dixebitin û bi berdewamî di bin zext û
givaşên rejîma Komara Îslamî jî de ne, çi ye?
Têmûr. M: Bi dîtina min eva cihê rûmet û şanaziyê ye ku îro li Rojhilatê
Kurdistanê sazî, komele û civatên sivîl ava dibin û çalakiyên cuda cuda
dimeşînin, eva nîşan dide ku êdî Komara Îslamî bi siyaseta zext û terorê nikare
xelkê me bitirsîne û evan mecbûrî bêdengî û pasîvbûnê bike.
Di destpêka şerê sepandî yê Komara Îsalmî bi ser kurdan de, xebat û berxwedana
sivîl berçav nebûn, lê pêşdeçûna civaka Kurdî û zêdebûna xort û keçên xwandewar
ev ekvasiyon guhartiye û îro gel di şert û mercên dijwar de berxwedana sivîl
dikin, em wek CAPK xêrhatinê dibijine wan bizav û tevgeran û pişta wan disekinin.
Ev giring e ku bizavên sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bizanibin ku ev di xebata
xwe de tenê nînin û hêzên sivîl û siyasî li dereveyî welat jî piş serê wan
sekinîne.
CAPK dê bibe piştgir û dengê bilind ê wan li dereveyî welat û her wisa dê bibe
pirek di navbera hêzên li diyaspora û ên hindurî welat de.
Hûn dixwazin pilan, piroj û bernameyên xwe çawa û bi rêyan kîjan mekanîzman di
nava civaka Kurdistanê de bimeşînin?
Têmûr. M: Aşkera ye ku baştirîn xebat û çalakî ev e ku di nav gel û bi gel re
bimeşe, hingê ev xebat û çalakî dikare serkevtî be û bibe xwedî bandorek baş di
civakê de, lê ji ber ew rewş û şertên ku me di diyaspora de heye, divêt ku em bi
awa û rêyên hewce xebata xwe bixin nav dilê gel û hundirê Kurdistanê.
Ciyê kêfxweşiyê ye ku cîhana hemdem û pêşketî a îro ji ber şoreşa medyayê,
mekanîzmên baş hene ku dikarin di vî warî de bi mifah bin, CAPK hem dixwaze ji
wan mekanîzmên wek înternet, televîziyon, kovar û wd... û hem bi çêkirina
peywendiyên rasterast bi avakirina sazî û civakan di hundirê Kurdistanê de
xebata xwe bimeşîne.
Hûn weke CAPK tenê li derveyî welat dixebitin an li Kurdistanê jî we dê endam û
çalakî hebin?
Têmûr. M: Raste CAPK saziyek e ku li derveyî welat karê xwe dest pê kiriye,
bêguman xebat û çalakî di nav gel û mil bi milê gel re armanca CAPK ye, lê em di
van şertên ku îro tê de dijîn û ev nabe sebeb ku dest li ser destan bêne danîn,
em îro li cîhanek nû ku bi lezgînî di halê guhertinan de ye dijîn, cîhana îro ji
ber sebebên pêşveçûna teknîkî ji aliyê alav û amûrên ragihandinê ve bûye cîhanek
piçûk û nêzîk, CAPK wek saziyek ji derveyî welat divêt ku ji van guhertinan û
alav û amûrên teknîkî alîkariyê werbigire û dengê xwe bigehîne gel û hawara
azadîxwaziya gelê kurd jî bigehîne raya navneteweyî.
Em weke CAPK dixwazin bi gelê kurd li Rojhilatê Kurdistnê re peywendiyên
berfireh çê bikin û divê CAPK bi komkirina endaman û çêkirina saziyan di
Kurdistanê de çalak be, CAPK her wisa weke saziyek sivîl dixwaze bibe motora
bizav û guhertinan li Rojhilatê Kurdsitanê û gelê Rojhilatê di hundir li dora
CAPK de kom bikin û çalak bike.
Piroje û xebatê we ji bo pêşerojê çi ne?
Têmûr. M: Eva pirseke berfireh e, ez dê bersiva we bi kurtî bidim, CAPK saziyek
taze û nûavakirî ye, hêj gellek kar û xebat li pêşiya wê hene.
Lê piroje û pilanên me hene, ya herî gering ev e ku CAPK di nav xwe de li ser
pirs û karên xwe sax be û doktrîna (amozeya) xebata xwe ji dost û endaman re bi
awayekî zelal û eşkere daynê meydanê, xalek ku li ser ve vê xebat tê kirin.
CAPK hebûna xwe baştir di cîhana navteweyî de bide naskirin, dixwaze sazî û
çalakî û doktrîna karê xwe wek saziyek sivîl li gora şert û mercên NGO
(Non-governmental Organization )yekê bimeşîne.
Em dixwazin CAPK weke saziyek giredayî bi sîstema N21 (Network Twenty One
International) be ku bikare xwe û pirsên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî efektîv
bide naskirin.
Armanca CAPK ew e ku bikare wek hêza sereke û alahilgirê xebat ji bo mafê
mirovan li Rojhilatê Kurdistanê di hemû asta navneteweyî de bê naskirin, ku
bikare bona xurtkirina lobiya kurd û pirsên Kurdistanî dengê xwe bide
bihîstandin.
Amadekirin û weşandina raporan li ser rewşa mafê mirovan li Îranê û Kurdistanê û
her wisa şopandin û kontrolakirina hemû biryar û kirarên Komara Îslamî ku wek
sûç û tawanên li dijî biryarên Neteweyên Yekgirtî têne dîtin û eşkerekirina wan.
Mekanîzmên we ji bo çareseriya pirsa Kurd çi ne û banga we ji bo degehên înasanî
û demokratîk ên navneteweyî di vê derbarê de çi ye?
Têmûr. M: Xebat û berxwedana gelê kurd li hemû perçên Kurdistanê bi salan e ku
dimeşe, îro ev xebata ji ber şert û mercên civakî û cîhanî di qonaxeke nû de ye.
Xebat û berxwedana gelê kurd divê ku di hemû warên siyasî û civakî de bê
xurtkirin, lê li kêleka xebatên siyasî û neteweyî, em îro giraniyek mezin didin
xebata sivîl û civakî, ew jî ji ber vê çendê ye ku em li ser vê bawerê ne ku
heta civak di warê kultûrî, aborî, zanista siyasî û civakî, çanda demokrasiyê de
dewlemend nebe, civakek demokratîk û tenah nikare ava be û bingeh bigire.
Dîrok û temenê bizav û tevgerên sivîl û medenî di Rojhilata Navîn bi taybet û
nemaze li Rojhilatê Kurdistanê de pirr kin û genc e.
Demokratîkbûn û pêşveçûna civakên Ewropî ên modern û hemdem bersiva ron û zelal
a vê hindê ye ku wan herî zêde di sedsalên 17 û 18’an de karê sivîl û medenî
dest pê kirin û civata xwe di vî warî de xurt kirin.Ciwanbûna temenê navincî yê
civaka kurd û zêdebûna jiyana şaristanî û her wisa pêşveçûna pileyên perwerde û
xwandewariyê hewceyî û îmkanên berfireh in ji bo avakirin û xurtkirina civakên
sivîl, ev komele û civakên sivîl ku di nav gel de serî hildidin û bi armanca
rêxistin û organîzekirina gel û beşdariya wan di jiyana siyasî de xebatê dikin,
dibe sedemê civatek xurt û garantiya pêşerojek demokratîk û ewle, her ji ber vê
yekê em ji dezgehên însanî û navteweyî û demokartîk daxwazê dikin ku piştgiriya
bizav û tevgerên sivîl û medenî bikin û bona xurtkirina van pêngavan bavejên.
Sipas kekê Têmûr ku we dema xwe ji bo vê hevpeyvîna me veqetand, gotina we ya
dawiyê...
Têmûr. M: Keko sipas ji bo te û weşana rengîn û delal a Agirî ku we ev derfeta
da min, em di kar û xebata we de hêviya serkevtin û berdewamiyê dixwazin.
XEBAT Û ÇALAKÎ Dİ NAV GEL Û MİL Bİ MİLÊ GEL RE DAXWAZİYA CAPK’Ê YE
CAPK’Ê DIXWAZE BONA XURTKİRİNA LOBİYA KURD Û PİRSÊN KURDİSTANÎ DENGÊ XWE BİDE
BİHÎSTANDİN
Lİ KÊLEKA XEBATÊN SİYASÎ Û NETEWEYÎ EM ÎRO GİRANİYEK MEZİN DİDİN XEBATA SİVÎL Û
CİVAKÎ
HETA CİVAK Dİ WARÊ KULTÛRÎ, ABORÎ, ZANİSTA SİYASÎ Û CİVAKÎ, ÇANDA DEMOKİRASİYÊ
DE
DEWLEMEND NEBE, CİVAKEK DEMOKRATÎK Û TENAH NİKARE AVA BE
XEBAT Jİ BO CİVAKEK AŞTİYANE Û PÊNGAVAVÊTİN Jİ BO PÊŞVEBİRİNA CİVAKA ROJHİLATÊ
KURDİSTANÊ ERKEKE HERÎ GİRİNG YÊ CAPK’Ê YE
Jİ BO CAPK PİRSÊN HEMÛ PERÇÊN KURDİSTANÊ GİRİNG İN
CAPK ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û Lİ DERVEYÎ WELAT EV CİYÊN KU KURD LÊ DİJÎN, WEK
MEYDANA XEBATA XWE HİSAB DİKE
EVA DİBE 30 SAL KU Lİ HEMÛ ÎRANÊ Û Bİ TAYBET Lİ ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ MAFÊ
MİROVAN Bİ AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK, BERFİREH Û EŞKERE TÊ PÊPESKİRİN
BAŞTİRÎN XEBAT Û ÇALAKÎ EV E KU Dİ NAV GEL Û Bİ GEL RE BİMEŞE. |