|
Ez dixwazim tu xwe ji xwendevanên Agirî re bidî
nasandin...
Ez xelkê Bazîdê me, Çiyayê Agirî, Bazîd bajarek dîrokî ye, nêzîk Kurdistana
Rojhilat e, li wir sala 1955’an ji dayîk bûm. Piştre seba xwendina zanîngehê, ez
çûm bajarên Stenbol û Enqereyê. Heta 1974’an ez li Kurdistanê, Bazîdê mezin bûm
û mam. Ez di nav malbateke welatparêz de mezin bûme, malbata min di hemû
serhildanên Agirî de cî girtine. Ez ji sala 1974’an endamê Partiya Sosyalîst bûm. Sala 79’an hemû kar û
xebatên siyasî qedexe bû, ji 1980’an de, dîktatoriya Kenan Evren hat. Ez girtim
û di zîndanê de bûm. Min pirr îşkence kişand. Ez mecbûr mam derketim û çûm
Yûnanê. Ji 1974’an heta 1996’an ez berpirsiyarê Partiya Sosyalîst a hemû Yûnanê
bûm. Ji sala 1996’an, ez serbixwe dixebitim. Ez karê siyasî berdewam dikim, di
rojnameyan de kar dikim, malpereke min ya taybet heye û min 4 roman jî
nivîsandine.
Kekê Cemîl, di meha Adara îsal de, hilbijartinên Şaredariyan li Turkiyê tên
lidarxistin, dixwazim raya te bizanibim, tu çiqas wan hilbijartinan girîng
dizanî û gelo ew Şaredariyên Kurdistana Bakûr ku di destê partiyên desthilatdar
de ne/bûne, dê bikevin destê Kurdan? Kurd dê çawa di hilbijartinên îsal de ser
bikevin?
Cemîl T: Hilbijartin ji bo Turkiyê girîng e, çûnkî ji aliyekê hikûmetê
pirsgirêkên aborî heye û hemû cîhanê jî problemeke aborî heye. Hêdî hêdî jî
kirîza aborî deriyê Turkiyê dikute. Bandora kirîza aborî a cîhanê li Turkiyê jî
tê xuyakirin. Ji aliyê din jî, pirsgirêkeke xurt û mezin li hundirê Turkiyê di
navbera partiyên nejadperest û Kemalîst û Îslamîstan de heye. Erdoxan navêre bi
eşkere bêje ez Îslamîst im, ditirse. Hewlê dide siyasetên xwe li gora Ewropaya
giştî darêje, lê heta niha nekariye norm û standardên Yekîtiya Ewropayê jî bicî
bîne, bi taybet li ser mafê gelê Kurd û azadiyên demokratîk û wd... . Ji ber ku
Ewropa herdem pirsa Kurd datîne pêşberî Turkiyê. Ewropî ji Turkiyê re dibêjin,
ne mumkine ku hûn mafê 20-25 milyon însanên Kurd nas nekin, ziman, kultûr, dîrok
û nasnameya wî gelî hûn nas nekin. Turkiye divê li ser rêya demokrasiyê pêyan
bavêje. Lewra hilbijartin ji bo Turkiyê girîng in, ji ber ku Erdoxan dixwaze
hemû Şaredariyên bajarên Bakûrê Kurdistanê bigre destê xwe, çend Şaredarî di
destê Kurdan de ne. Vê yekê ew pirr aciz kirine, dixwazin bigirin. Mixabin
Erdoxan li hemû bajarên Kurdistanê dengên herî zêde distîne, Kurd nikarin vê
qasê bidest bixin. Mirov dengê hemû partiyên Kurdan serhev bike, 5 ji sedê nake,
yanî di nav 25 milyon Kurdan de, ji sedê 5’an zêdetir deng nade Kurdan. Eva
tiştekî pirr nexweş û zehmet e. Ji bo me û partiyên Kurdan
kêmasiyek giran e ku
nikarin dengê xelkê bidest bixin û baweriya wan bi xwe bînin. Pirr kêm e ku di nav 25 milyon Kurdan
de, ev qas kêm dengên Kurdan hebin.
Sedemên vê yekê çi ne?
Cemîl T: yek, aliyekê em bikin du beş, ji aliyekê zordestiya hikûmetê û partiyên
Turkiyê, Polîs û wd, hemû perên xwe datînin holê, nahêlin. Ya dinê jî, baweriya
xelkê bi partiyên Kurdan tune, bawerî nedane. Çima? Vê gavê Kurd yê bûne çendîn
parçe û bi navekê nakevin nava hilbijartinan. Nikaribin, dixwazin, pêşniyar
kirin, civiyan di hilbijartinên kevn û berê de, îsal jî rojekê civîn çêbû,
qediya. Gotin sê partiyên kurd hene ku legal kar dikin, ji bo hilbijartinê îsal
jî li hev civiyan, lê mixabin civîna wan bêencam ma. Di hilbijartina îsal de
partiyên Kurd bi tebahî dernakevin. Her kes dixwaze serbixwe dakeve
hilbijartinan. Ji ber vê yekê pirraniya dengên Kurdan diçin bo Partiya Îslamîst
a Erdoxan.
Hûn li ser vê baweriyê ne ku di hilbijartinên meha Adara 2009’an de jî dê
piraniya Şaredarî û dengê Kurdan ji bo AKP û partiyên din ên Turk be?
Cemîl T: Pirr zehmet e ku Kurd îsal jî pirraniya Şaredariyên bajarên Kurdan
bibin. Bi zehmetî dibêjim, ev min aciz dike. Ez dixwazim hemû Şaredarî sedî sed
bikevin dest Kurdan. Ji bo min ne girîng e kîjan partî be, bila Kurd be: DTP
dibe, HAK- PAR dibe, partiyên din dibe, kurdek serbixwe be, ne girîng e, tenê
bila Kurd be. Bila Şaredariyên bajarên Kurdan nekevin destê partiyên Turkan, ev
daxwaziya min e.
Pêşniyara we Çi Ne? Çi divê bihê kirin?
Cemîl T: Me Kurdan siyasetek di jiyana xwe de daye ber xwe, em dibêjin, em dê
welatê xwe azad bikin, dema ku rihetî ye, em dirûnin, em naxwazin tebayî hev kar
û siyasetê bikin. Dema hilbijartin mehek maye, tu dibêjî were em bi hev re kar
bikin. Tu nikarî. Dem hindik e. Di vê dema kin û kurt de jî her kes polîtîka li
dijî hev bikar tîne. Partiyên Kurdan li batî ku partiyên Turk rexne bikin, li
dijî hev kar dikin, kêmtir dijberên xwe rexne dikin. Tu nikarî siyaseta xwe li
ser rexnekirina partiyeke dinê çê bikî. Ev tiştekî nebaş e. Rexne jî dibe, lê ne
wisa be ku hembûna min bi rexenkirina te be. Bila partiyên kurd bicivin û
bifikirin ku ji bo berjewendiyên Kudan divê çi bikin. Mixabin bajarên Kurdistanê di
destê Îslamîstan de ne. Ev yek xetereke mezin e. Ji bo
hilbijartina berê ya Parlamentoyê jî kurdan tenê 23 kursî
bidest xistin, yên din ji bo AKP daketin Parlamentoyê. Heke em Kurd yek bin û
yekîtiya me hebe, em dikarin ji bo hilbijartina tê ya Parlamentoyê nêzîk 250
Parlamenterên Kurd bişînin. Bi vê qasa Parlamenteran serhildan dibe. Dema Leyla
Zana rabû û bi Kurdî axivî, ew ji Parlemanê avêtin û xistin zîndanê, niha heke
250 Parlamenter rabin bi Kurdî bêjin û biaxivin, kî dikare wan bixe girtîgehê.
Hebek dikare bihê şikandin, lê hejmareke zaf nikare bê şikandin. Me 25 milyon
Kurdan 25 Parlamenter tu ninin.
Kekê Cemîl, TRT6 destpêka sala 2009’an dest bi weşanê kir, derheq TRT6’ê
gellek nîqaş çê bûn. Tu vê gava dewleta Turk çawa dinirxînî û naveroka
bernameyên wê kanalê çawa dibînî?
Cemîl T: Di destpêkê de hin alî û partî li dijî TRT6’ê derketin, gotin dê
siyaseta dewletê rabigehîne, bas bike, eva 2 meh derbaz bûye, li dijî Kurdan çi
tiştek negotiye. Di warên çandî, dîrokî, hunerî û kultûrî de, programên pirr xwe
hene. Çend salan berî niha Ehmed Kaya rabû û got ez dixwazim kilîpeke Kurdî çê
bikim, Ehmed Kaya avêtin û mecbûr ma li Turkiyê derket û li Parîsê jiyana xwe ji
dest da. TRT 6 gavek biçûk ji hember mafên neteweyî ên kurda ye, lê paşdekişaneke mezin
bi siyasetekê bû ku dewleta Turkiyê zêdetirî 80 salan bû dimeşand. Ji aliyê din,
seba ziman TRT6 pirr girîng e. Niha jî li Bakûrê Kurdistanê dema siyasetvan jî
diaxivin, piştî 4 peyvan, bêjeya pêncê Turkî ye. Em dikarin wê kêmasiyê ji ortê
rakin. Ziman bi dayîk derbas dibe, dayikên belengaz, ne xwendewar in, Kurdî
nizanin, Kurdiya ku dizanin, ne zanistî ye. Kurdiya rojnamevanî, nivîskî û
zanistî tişteke dinê ye, ya dayîk û pîrika min tişteke dinê ye. Ji ber pirsê
siyasî û aborî çend milyon kurd mecbûr man derkevin çûn Stenbol, Enqere, Îzmîr û
bajarên din ên Turkiyê. Di nava wan bajaran de bi mecbûr man û asîmîle bûn,
zimanê xwe ji bîr kirin, ji ber qedexebûna zimanê Kurdî, xelk mecbûr ma bi
zimanê serdest bixwîne. TRTR ji bo parastina ziman gavek baş dibe. Lê kes jî
nikare bibêje sibê dikûmet TRT6 ê nake meydana propagandaya xwe.
Zêdetirî 20 salan dibe tu li Ewropayê dijî, Turkiye gellek hewlan dide ku
tevlî YE bibe, hûn astengiyên li hember Turkiyê bona endambûna di YE de çawa
destnîşan dikin?
Cemîl T: Ez 25 sal e li Ewropayê dijîm. Gellek pirsgirêk û astengên Turkiyê hene
ku dakeve Yekîtiya Ewropayê. Qerarên Kopenhagê astengek mezin e, li gor wê, ji
Turkiyê tê xwastin ku divê tu heqê gelan nas bikî, lê heta niha Turkiye dibêje
neteweyek li Turkiyê heye, ew jî Turk e, Kurd, Ermenî, Yûnanî, Ereb, Çerkes û
Gurcî tune, hemû Turk in. Qebûlkirina vê yekê ji Turkiyê pirr zehmet e. Divêt
Turkiye ji bo demokrasiyê gavan bavêje, di nava Turkiyê de mirovên siyasî di
nava girtîgehan derkevin û mafê mirovan bi tevahî bê parastin, îşkence tune be.
YE dibêje tolerans li Turkiyê sifr e, qet tolerans tune. Binêre, li Atînayê,
Polîs ciwank kuşt, mehekê hemû kes derket ber derî, bi hezaran dikan û bank
têkdan û şewitandin. Çima? Gotin heqê Polîs tune ku tu kesî bikuje. Gerek ew
Polîs bê girtin. Hikûmet nexwast Polîsê han bigre, sistî kir, milet serhildan
kir. Her kesî dît ku li Atenayê çi çêbû. Ev nebaş e, lê milet zilmê qebûl nake,
tiştek li dijî mafê mirovahiyê ben nahê pejirandin. Ji bo vê yekê asteng û
pirsgirêkênk mezin pêşberî Turkiyê ne. Tenê ne pirsa Kurda ye, mesela Qubrisê û
çend pirsgirêkên navçeyî û navneteweyî ên Turkiyê jî hene, Turkiye heta vê gavê
Qubrisê qebûl nake, di halekê de ye ku Qubris di nav YE de ye. Gellek qanûnê
Turkiyê hene divê bihên guhartin û li gor normên Ewropaya giştî çê bikin.
Obama karî di hilbijartinên Amerîkayê de ser keve, bi dîtina we, hilbijartina
wî dê çi bandorek li ser pirsa Kurd bi giştî hebe?
Cemîl T: Hatina Obama ji pirr aliyan ve nû û balkêş bû. Obama nikare her tiştî
bike, her tişt li ser bingeha berjewendiyan e, vêc û berjewendiya Amerîkayê li
kîderê ye, Obama mecbûr e wisa polîtîkan çê bike.
Bi raya min siyaseta “Bush”, dewleta Îranê û Ehmedînejad xurt kir, çi qasî digot
ez dê êrîşê bikim, Ehmedînejad xelk û hêzên xwe zêdetir amade û komî ser hev
dikir. Niha ku Obama dibêje ez li Îranê lênaxim, ez dixwazim demokrasiyê çê
bikim û bi Îranê re gotûbêjê bikim. Vê gavê Ehmedînejad nikare bibêje Şeytan li
derve ye, bi gotina wan Şeytan di hundir de ye. Ehmedînejad pirsgirêkên hundirê
Îranê derxistibû derve, ji xelkê xwe re digotin, kar tune, hûn birçî ne û wd...
tenê dijmin heye, divê em li dijmin bifikirin. Bi sedan milyon Dolar diravê
Îranê didin roket û mûşek, tank, helîkopter û alavên din ên şer, dibêjin ji ber
ku Amerîka tê û dê êrîşê bike, dijmin tê, Şeytan tê! Lê heke ev yek nebe, ez
bawer dikim demokrasî dê zûtir di Îranê de xurt û cihgir bibe. Ji bo parçeyên
din ên Kurdistanê jî mirov nikare bêje ku Obama dê tiştek zûtir çê bike û
biafirîne û rewşa Kurdan bigehrîne. Kurd nabe li benda Amerîka, Ewropa û
dewletên din bibin ku werin û azadiyê pêşkêşî Kurdan bikin, divê Kurd bi xwe
berxwe bidin. Me tenê piştgiriya wan pêwîst e.
Hûn pêşeroja pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê çawa dibînin?
Cemîl T: Li Bakûrê Kurdistanê roj bi roj Kurd pêşde diçin û xurt dibin, rojên
xwşik nêzîk in. Kurd li dîrok, ziman, çand û kultûra xwe xwedî derdikeve û seha
neteweyî bi xurtî pêşde diçe. Hesta Kurdperweriyê xurt dibe. Di beşên din de jî
pêşketin tên dîtin. Rehmetî Dr. Qasimlo digot, azadî û rizgariya Kurdistana
Turkiyê ji bo Kurdan pirr girîng e, ji ber ku parçeyê herî mezin e û di her warî
de girîng e ku kurd li Turkiyê bi azadî û mafê xwe yê netewî şa bibin.
Çarenivîsa hemû Kurdan bi hev re girêdayî ye. Kurdan hewceyî bi yekîtî,
hevgirtin û hevxebatiyê heye.
Kekê Cemîl, spas ku te dema xwe da vê hevpeyvîna me, gotina te ya dawiyê ji
bo xwendevanên Agirî, kerem bike...
Cemîl T: Spasiya we dikim, ez hergav Agirî li ser înternetê dixwînim, ji ber ku
latînî ye.... Serkevtinê ji bo we û xebata Agirî dixwazim. |