Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî Duheftînameya  siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Hevpeyvîna Rêzdar Hesen Şerefî Tevî Rojnameya Rûdaw

 

Kekê Hesen Şerefî, ew dema we xweş
Dema we jî xweş be
Kekê Hesen, derheq wê konferansa ku biryar e li Hewlêrê bê lidarxistin, nêrîna we weke PDKÎ çi ye ku ew konferanse qise li ser çêkirina gotareke Kurdî ji bo hemû parçeyan û danîna çekan dike?
Hesen Şerefî: Ya rast eva ye ku heta niha tu aliyekî berpirsiyar û pêkîner ê wê konferansê ku cenabê we basa wê dikin, bi me re têkilî neçêkirine û negotine ku dê konferanseke wisa pêk bê û naverok, bas, mijar û

rasipartiyên wê dê çi bibin. Lewra ez dixwazim ji we re bibêjim ku heta niha tu pirsek di vê derbarê de bi me re nehatiye baskirin. Lê eva ku were ser vê çendê ku konferansa han bihê lidarxistin û gotara Kurdan bike yek, ez hez dikim wê yekê bibêjim ku Hukûmeta Herêma Kurdistanê mafê wê yekê heye ku têkilî bi hemû welatên dûr û nêzîk ên xwe re hebe. Bona ku berjewendiyên xwe biparêze û wê ceribînê ji niha jî serkevtîtir bike.
Hûn dizanin ku Hukûmeta Herêma Kurdistanê û ev tecrûbeya Kurdî ku li vir (Başûr) heye, azmûnek gellek girîng e û em weke erk û wezîfeya hemû Kurdekê li tev parçeyên Kurdistanê dizanin ku wê ceribînê biparêzin. Piştevanê wê bin, alîkariyê pê re bikin da ku di kar û barên xwe de serkevtî be û nimûneya hikûmeteke wisa demokratîk bixin ber çavê raya giştî a cîhanê ku têbigihîjin, heke derfet û firsend hebe Kurd dikaribe çi cure hikûmetek hebe û xwe rêve bibe û li hember çavê dinyayê xwe derxe holê. Ewa rastiyek e ku heta niha jî me weke PDKÎ erkê xwe baş meşandiye û rengê vê hindê nade ku di vê derbarê de, Hukûmeta Herêma Kurdistanê tu gilî û gazindeyek berbirûyê PDKÎ kiribe ku karek kiriye an helwestek girtiye ku di berjewendiya wê hikûmetê de nebûye. Lê serbarê vê çendê jî ku em bi erk û wezîfeya hemû Kurdên parên din dizanin ku alîkarî û piştgiriya wê hikûmeta Kurdî bikin, di heman demê de, em wezîfeya wê hukûmetê jî dizanin ku hevkariya pêvajoya tevgera Kurd li parçeyên din jî bike. Heke jê re çê nebe jî ku alîkariya tevgera Kurd li parçeyên din bike, aliyê kêm wisa neke ku bi lawazbûna tevgera Kurd li parçeyên din xilas be. Yanî durust nîne wisa bikin ku ne Hikûmeta Herêmê, ne pêşeroja Kurdan li Îran, Kurd li Turkiye û Sûriyê ziyan û zirarê lê bikin. Em çavnihêrê vê çendê ne ku eger Hukûmeta Herêmê nekare jî berjewendiyên Kurd seba ew têdîtinên ku tevî vî alî an wî alî heye, xurt bike, aliyê kêm divê karekê neke ku bi zirarê wan tevgerane xilas be.
Min got, heta niha em ji bo konferanseke wilo nehatine agahdarkirin. Heke qirar e ku em aliyekî dozê bin, eger normal tiştek wisa jî hebe, heke bi rastî konferans be! Basa pirsa Kurd bi giştî bike ku vêc û berjewendiyên giştî ên Kurdan bi awyaekî giştî li hemû parçeyan di çi de ye, xwezayî ye ku li wir dê gellek pirs derkevin rojevê, dê pirr dîtin û nêrîn bên dayîn, zaf ra û hizr dê bên xuyakirin ku dikare bal bi ser wan bihê kişandin. Lê derbarê ev hevpeyvîna ku Omer Mîranî li Turkiyê kiriye, serbarê vê çendê ku me heta niha xebata çekdarî weke awayek ji metodên xebatê red nekiriye, lê me tu xebat û çalakiyek leşkerî jî heya niha nemeşandiye ku welatekî cîran bixwaze bike hêcet û mihane bona gilî û gazindekirin ji Hukûmeta Herêma Kurdistanê yan zextanîn bo ser hêzên Başûr.
Beriya ku Konferansa han bê lidarxistin, armancên xwe derxistiye holê, weke ku Serokê Herêmê jî li ser de axiviye, yek ji xalan danîna çekan e, gelo hûn weke PDKÎ amade ne ku di wê qonaxê de çekan danên?
Hesen Şerefî: Bi vî halî jî dikaribe çavnihêriya vê yekê hebe ku li wî parçeyî ve êrîş bo ser welatek cîran nehê kirin. Min nebihîstiye ku Serokê Herêmê tiştek wisa gotibe. lê durist nine ku divê hêzek siyasî şeklê xebata xwe li Kurdistana parçeyê din bi vî awayî diyarî bike ku jê re tê gotin!
Ez bawer im eva ne tiştek durust e. Lê mirov dikaribe bêje ku vira Kurdistana Îraqê ye, meslehet û berjewendiya xwe heye. Ew hêzên ku lêre ne, rêz û hurmeta xwe hene, lê nabe li vir êrîşî ser welatekî cîran bikin. Eva gotinek e ku heta niha hatiye kirin û me jî negotiye ku em dê berevajî vê yekê tevbigerin.
Lê nabe tu bibêjî li Kurdistana Îranê divê awa û metoda xebata te wiha be. Her wekî heta niha me qet bi bira û xûşkên xwe li Kurdistana Îraqê re negotiye, bila awayê xebata we wisa be!
Ez dixwazim tu bala xwe bidî ser vê yekê, heta niha ji bo pirsa gotûbêj û aştîxwaziyê, PDKÎ berî her kes û aliyekê ew pêvajo û rêbaz girtiye pêşberî xwe. Her di rêya vê rêbazê de bû ku me Sekreter, mamsota û rêberê xwe yê mezin û navdar, Dr. Qasimlo li ser maseya gotûbêj bi Komara Îslamî a Îranê re ji dest da. Ewa durust nîne bihê gotin, divê tu her wê şekl û rêbaza ku rejîma desthilatdar bi ser parçeyê we dixwaze, bi wî awayî xebatê bimeşînî. Ez bawer im ku eva daxwaziyeke gellek dostane û birayane ji hêza her parçeyekî din nine, ku bi vî awayî xebatê bikin ku ji we re tê diyarîkirin.
Qise li vê yekê jî tê kirin ku armanca konferansa han ewa ye ku her yek ji welatên Îran û Turkiye efûyekê ji bo PDKÎ û PKK’ê der bikin, hûn bawer dikin wê yekê zemanet û garantiyek heye!?
Hesen Şerefî: Min jê ve nîne Kurd ku daxwaza mafên xwe dikin, şaşî û xetayek kiribe û pêwîstî bi vê yekê hebe ku aliyek efû bike, ew jî aliyê ku mafên wî binpê dike. Me karek nekiriye, me zilmek li tu kesekî nekiriye heta em lê bixwazin ku li me bibore yan afûyê ji bo em bide. Heke me hewcehî bi wê yekê heba ku bi efûyekê her hêzek biçe nava axa xwe û di bin şopandin û ... de nebe, xwe me her xebat nedikir. Taza ji bo wê yekê jî tu garantiyek nîne, bi taybet ji Komara Îslamî ya Îranê. Lê ez hez dikim wê çendê jî bibêjim ku niha lêre, di navbera hukûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de pirsgirêk hene. Niha gellek dever neketine ser Herêma Kurdistanê, başe heke sibê hikûmeta navendî êrîşê bike ser navçeyên azadkirî, bona girtina beşek ji wan herêmên ku naxwaze di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be, gelo Hukûmeta Herêmê mafê her cure berxwedanekê bona parastina mafên xwe hebe.
Kekê Hesen, gotinên te rast in, lê pirsek din. Hûn bawer in ku di bin zext û givaşa Îran û Turkiyê de konferanse bihê lidarxistin?
Hesen Şerefî: Min ji we re got, me tu xeberek derbarê sazkirina wê konferansê tune ye. Ewa eger ew be ku te qala wê kir. Lê ewa ne konferans e! Konferans ewa ye ku bîr û fikrên cur bi cur tê de bihên baskirin û di nava hemû fikran de, hizrek bihê hilbijartin ku meslehetê giştî yê Kurd têde be. Eger ewa nebe, tenê komkirin û ragihandina tiştekê be, ewa jê re dibêjin civîn bona îlankirina rapirsiyekê. Divê di konferansê de bîr û fikrên cuda bên rojevê, li wir de rêya herî maqûl û jêhatî ku meslehetê giştî yê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê pêk bîne.
Mercên we ji bo çekdanînê çi ne?
Hesen Şerefî: Merc ne, me mafek heye ku em ji Îranê dixwazin. Heke ew mafê bihête cî, ne tenê her çekdanîn, renge awayê din ên xebatê jî jî pêwîst nebe. Em ji bo mafekê hewlê didin, her ew mafên ku xûşk û birayên me li Kurdistana Îraqê bi salan bona bidestxistina wî mafî xebat bi awayên cur bi cur meşandine û niha jî her bi xwe dibêjin ew desthilata ku niha heye berhema xwîna Şehîdên wê xebatê ye. Başe çima ew xebat li cihekê rewa ye û li ciheke din ne berheq e!? Em dizanin ku vê hukûmetê pirsgirêkên xwe hene û divê em piştgiriyê lê bikin, me ew jî kiriye, lê me çavnihêriyê jî heye ku konferansek baseke giştî tê de bikin, meslehetê Kurd tê de berçav bigirin, me çavnihêriya wê yekê nîne ku civînek bihê lidarxistin ku tê de tevgera parçeyên din yên Kurdistanê bihê jar û lawazkirin.
Kekê Hesen, ez dixwazim tiştek din bibêjim. Herêma Kurdistanê qise li ser vê yekê dike ku êdî Herêma Kurdistanê nikare di pêxema pêwendiyên xwe bi Îran û Turkiyê re, xwe pêbend bike, çi din nikare wan partiyan di axa xwe de cî bike ku hêza çekdar hene û li Herêma Kurdistanê çalakiyên leşkerî encam didin?
Hesen Şerefî: Îca ewa renge PDKÎ negre. Ji ber ku min got, serbarê vê yekê ku me awayê xebata çekdarî red nekiriye, lê bona parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê me li vir tu çalakiyek çekdarî nebûye, lê di Kurdistana Îranê de jî ew awayê xebatê heta niha jî ku em çend sal dibe rûniştine, nehatiye meşandin hetanî ku eva bibe hêcetek Komara Îslamî a Îranê zextê ji bo Herêma Kurdistanê bîne. Armanca me dabînbûn û bidestveanîna mafên me ye ku dawiyê bi hemû awayekî xebatê tîne
.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 27’ê Reşemeya 1388’ê Rojî