|
betalkirin û bi formeke berevejî hilbijartinan birêve diçe ku ewê/a li Îranê
jiyabe û ji nêzîk ve bûyerên siyasî ên Îranê mêze dike, dizane ku tiştek bi navê
hilbijartinê nahê meşandin.
Ev dewre ji şanogeriya hilbijartinê di Komara Îslamî de di rewşeka taybetî a wê
rejîmê de tê rêvebirin û pirr dişibe gerrên berê û hindek jî cudahiyên hûr û
biçûk hene. Li ser rewşa taybetî a birêveçûna vê dewreya bi nav hilbijartinan
de, hewce dike em bi kurtî qala rewşa siyasî a derve û hundirê Îranê bikin. Di
asta derve û siyaseta rejîmê tevî welatên derdor û cîhanê de, wek hemû dizanin,
rejîma Îslamî a Îranê bi tevahî di berxwedaneke siyasî bi pirraniya welatên
herêmê û herwiha welatên Rojavayî de ye û li ser du pirsên girîng ên terorîzm û
çeka tevkuj, rejîma Komara Îslamî yê ketiye berxwedaneke çarenivîssaz û di asta
welatên deverê de jî, bi piştgirîkirina eşkere ji girûpên tundajo û maytêkirinên
xwe yên nerewa, fitne û ajawe di nawçeyê de çêkiriye û herî zêde weke rejîmeke
serberedayî û bi xeter tê naskirin.
Di asta siyaseta hundirê welat de jî, her çiqas dem dibihure, rejîm zêdetir tevî
kirîzên aborî, siyasî û civakî berbirû dibe û hemû ew qeyranên ku bi xwe çavkanî
û sedemê sereke yê serhildana wan e, berçêla civaka Îranê girtine û pirsgirêk û
giriftên zaf ji bo rejîma Komara Îslamî pêk anîne û civaka Îranê bi hemû çîn û
qatan û tev neteweyên zilmjêkirî li Îranê, ji vê rejîmê nerazî ne û heta diçe
xebat tex û qatên cuda cuda û netewên kedlêxwarî xurt dibe û rejîm jî serkut û
qirkirinê zêdetir dike.
Di rewşeke wisa de, rejîma Komara Îslamî van binav hilbijartinan rêve dibe,
hilbijartinek ku gellek dişibe şanogeriyên berê, bi wê ferq û cudahiyê ku di
fend û fêl û şanogeriyên xwe de hinek guhartin kirine û bona tevlihevkirina
dengê xelkê û rakêşandi wan bo ser sindoqên dengdanê bona rewayî û berheqîdan bi
Komara Îslamî, hindek propagandayên savîlke û xapîner bi kar anîne. Cudahiyek
din a vê gerrê sarbûn û guhnedana xelkê bi propagandayên rejîmê û berbijarên wê
ye û hezkirinek wisa xuya bona beşdarîkirin di wan şanogeriyan de tune ye, lewra
pêşdîtin tê kirin, şanogeriya rejîma Komara Îslamî di vê dewreyê de, ji aliyê
xelkê ve pirr kêmtir ji carên berê bal û guh pê bihête dan û hejmareke kêm di
roja dengdanê de li ser sindoqên dengdanê de amade bibin.
● Gellek bas ji nedemokratîkbûna hilbijartinan û neguncana hilbijartinan di
sîstema Komara Îslamî de tevî pîvanên demokratîk tê kirin, li gora kîjan pîvan û
mercan, ev hilbijartinane nedemokratîk in?
Kerîm P: Hilbijartinên demokratîk xwediyê hinek bingehan in û divêt xwediyê
çendîn taybetmendiyan bin heta ku hemû prosesa hilbijartinê weke diyardeyeke
demokratîk derkeve rojevê û vîn û îradeya azad a xelkê nîşan bide.
Hilbijartinek demokratîk berî her tiştî hewceyî bi pêvajoyeke siyasî – civakî a
demokratîk heye. Pêvajoya siyasî ya demokratîk bi wê wateyê ku siyasetkirin û
beşdarîkirin di siyasetê de demokratîk be. Bona wê demokratîkbûnê jî pêwîst e ku
hemû takekesan di nava civakê de azadiya siyasî hebin û xwediyê mafê siyasî yê
wek hev bin û ji bo piraktîka siyasî, xwediyê alavên hewce yên weke partiyên
azad û demokratîk, ragehandina azad, sendîka û rêxistinên sivîl û wd... bin,
heta ku bikarin ji rêya wan alavan ve xwestek û daxwazên xwe bêy sansor û tirsê
bînin rojevê û bixin ser hev û berhevbûna çand partiyên xwedî pêgeh û nifûz ên
xelkî, weke komdengiya takekesên azad derdikeve holê.
Pêvajoya civakî jî bi wê manayê ye ku takên civakê bikarin û derfeta
beşdarîkirin wekhev û serbest di jiyana civakî û aborî de hebin û bi piştevaniya
hevta a aborî û civakî bikarin di proseyên siyasî de beşdar bibin û bestêna
civakî a demokratîk rêyê ji cudahîdanan û tevlihevî di prosesên siyasî de bigre.
Dema ku em wan tiştane digel rewşa Îranê û Komara Îslamî dinirxînin, cudahiyên
zaf ji em re derdikevin rojevê, ji nebûna azadiyên takekesî û azadiya
raderbirrîn û gotinê bigre heta serbestbûna partiyên rasteqîne ên azad heta
digihîje îmkan û derfeta pere û aborî a berfireh li ber destê berbijarên rejîmê
û heta digihîje derew û fend û fêlbazî û soz û qewlên derewîn ji aliyê
berendamên cur bi cur tên dayîn. Soz û peymanên derewîn di vê rejîmê de wisa jê
hatiye ku tevlihevkirin û derewkirin yê bûye kultûreke siyasî û xelk bi vê yekê
elimîne ku her carê di her binav hilbijartinekê de derew û virrên zaf û yên nû
ji berendamên rejîmê bibihîzin.
Cuda ji pêvajoya siyasî – civakî, proseya hilbijartinan di Komara Îslamî de tevî
pîvanên demokratîk li hev nahê. Her di yekem pêngava xweberbijarkirina kesekê ji
bo Serok Komariyê li gor qanûna rejîmê, beşa herî zêde a xelkê û neteweyên Îranê
ji mafê xweberendamkirinê bêpar dibin, ji ber ku li gora qanûnê tenê xwediyê Ola
Şîe a donzdeh Îmamî yê bawermend bi Wilayeta Feqîh ew jî li cura wê ya “mutleqe”
(reha) mafê xweberbijarkirinê heye ku ev cure kesane di Îranê de pirr kêm in û
di nava wan de jî kesanek ji fîltera Konseya Parêzvan re derbaz dibin ku
pêbendbûna xwe ya bi piratîk û kiryar ji bo Weliyê Feqîh û rejîma wî
selimandibin û di nava wan cure kesane de jî ku ew taybetmendî wan bi xwe ve
digire, divêt berî hemû tiştekê dilê Weliyê Feqîh bidest xistibe heta bikarin
xwe berendam bikin, di vir de ye ku henekbûna hilbijartinan di rejîma Komara
Îslamî de derdikeve holê.
Li gora van tiştên ku me bas kirin, di rastî de rejîma Komara Îslamî ji xelkê re
dibêje, we hizr û têgihîştina vê yekê çi nine ku hûn bi xwe Serok Komar ji xwe
re hilbijêrin, em dê di nava dar û destekên xwe de, çend kesan destîşan bikin û
em dê ji we re bibêjin ku deng bi ji kîjanî re bidin çêtir e!
Komedîbûna hilbijartinên wê rejîmê bi soz û qirarên derewîn yên berendaman dom
dike û di dawiyê de jî, rejîmê kî pê baş be li sindoqên dengdanê derdixe û
dibêje eva hilbijartiyê xelkê ye! Ne aliyekî bêtagir heye ku çavdêriyê bi ser
hilbijartinan bike! Ne ewa ku heta guh bidin gazinde û şikayetên mohreyên xwe jî.
Di gerra borî de me dît ku Refsencanî ku bi xwe yek ji kolekeyên rejîma Komara
Îslamî tê binavkirin, ew qas ji wê şanogeriyê komedî bêzar bû û digot ku di
dengdanê de destwerdan hatiye kirin ku şikayet û gazindeyên xwe birin cem Xwedê!
● PDKÎ û KOMELE di daxuyaniyeke hevbeş de ev gerra hilbijartinan baykut kirin,
çima baykut?
Kerîm P: Her wek min berê qal kir, hilbijartineke azad û rasteqîne di Îranê de
birêve naçe. Lê du tiştên giring hene ku divêt em bi wan zêde bikin. Yekem eva
ku di sîstema Komara Îslamî de li gora yasa û îdeolojiya rejîma desthilatdar,
Weliyê Feqîh desthilata reha û bêsînor heye û li serweyî tev qanûnan e. Berpirsê
hemû hêzên leşkerî ye, diyarîkirina siyaseta stiratejîk û siyaseta derve û
diyarîkirina berpirsiyarê ragihandin û Rêxistina Deng û Reng a wê rejîmê û
diyarîkirina siyaseta aborî û diyarîkirina berpirsên dezgeha dadê û endamên
Şêwra Nobedar û Civata Diyarîkirina Berjewendiyên nîzamê û berpirsê Civata
Şoreşa Çandî û wd... li sûyê wî ye. Bi kurtî, di Îranê de hemû desthilat di bin
çengên Weliyê Feqîh de ye û Serok Komar di sîstemeke wisa de tenê divêt
birêveberê fermanên Weliyê Feqîh be. Her weke di serdemê senaryoya reformxwazên
rejîma Komara Îslamî de jî Xatemî îtiraf bi vê yekê kir ku Serok Komar tenê
tedarukatçî ye û tu tiştek din nine. Di sîstemeke wisa de ku hilbijartinên
derewîn jî tê de tên meşandin, ez bawer im her kesekî azadîxwaz, biwêr û
negirêdayî bi rejîmê û nexapandî, dê vê şanogeriyê baykut bikin û henekan bi
viyan û aqilê xwe nakin.
Tişta duyê ku di vê gerra hilbijartinan de berçav e, berendam bi xwe ne. Çar
kesên berbijarkirî ên rejîma Îslamî a Îranê ji bo posta Serok Komariyê, heke em
ji bangeşe û propagandayên derewîn ên wan bigerin û perde li ser virr û derewên
wan hil bidin, cudahiyek wilo di navbera wan de nahê xuyakirin û em vîn û
îradeyekê di wan de nabînin ku rêzê ji bo dengê xelkê danên. Ew her çar kes ji
mohreyên herî xweyî û ên di nava dezgeha Wilayeta Feqîh de ne. Nemaze li hember
neteweyên bindest, ji birêveberên talan û tawanan bûne û derbazbûyî û
karnameyeke pirr reş û dijî gelî hene.
● Çend kes û aliyên kurd li Kurdistana Îranê, bangeşeyê ji bo beşdarîkirin di
hilbijartinan û piştgirî ji berendaman vê gerrê dikin. Gelo ev helweste bi zirar
yan bi qazancê tevgera rizgarîxwazî û demokrasîxwaziya Kurd di Rojhilatê
Kurdistanê de ye?
Kerîm P: Ewa ku em niha di qada siyaseta Kurdistana Rojhilat de dibînin ku
çendîn kesayetî û çend aliyên Kurdî ku her parek ji wan piştevaniyê ji beşek ji
berendamên rejîmê dikin, tiştek nû di azmûna xebatê di Kurdistana Îranê de nine.
Niha em mêze dikin kesanek piştgiriyê ji Ehmedînejad dikin, kesanek jî
piştgiriyê ji Mûsewî dikin yan kesanek din piştevaniya xwe ji Kerûbî xuya kirine,
eva tiştek dubarekirî a salên borî ên xebat li dijî Komara Îslamî ye û her carê
bi awayekê xwe derdixe holê, lê renge ew kes nehên guhartin.
Di heyamê 30 sal ji hatne serkarê rejîma Komara Îslamî û xebat û berxwedana
neteweya Kurd de, tiştên cur bi cur hatine ceribandin û di her qonaxekê de
tevgera azadîxwaz û neteweyî tevî rewşeke nû û liv û tevgereke cuda berbirû bûye.
Di destpêka desthilatdariya rejîma Komara Îslamî de ku Xomeynî fermana Cîhadê li
dijî Kurd îlan kir û neteweya Kurd jî berxwedaneke bêmînak û pirr şan û şeref
meşand, kes û aliyên wisa peyda bûn ku bizava neteweyî – demokratîk a Kurd bi
şerxwaziyê tawanbar dikirin û degotin divê Kurd biçe hembêza Komara Îslamî!!
Pasdarên rejîmê jî bi top û tankan gund û bajarên Kurdistanê kavil û wêran
dikirin û wan kesan jî bi gotin û siyasetên xwe yên şaş dixwastin refên xebata
gel tevlihev bikin, dîrokê nîşan da kî serbilind e û kî jî bi xirabî nav tê
birin.
Di salên dawiya wê de jî Kurd û Kurdistan li ser pêyan û bi serbilindî sekinî û
kesanek ku ji hêla Komara Îslamî hatibûn xapandin, tevlî refên xebatê bûn, di
refa xebatê de jî kesên wilo jî peyda bûn ku bi dijmin dihatin xapandin yan kes
û aliyek wiha peyda dibû ku li xebat û dijwariyên wê mandî dibû û li pey
hêcetekê bona veheviyan di bin sîbera Komara Îslamî de digeran.
Niha jî rejîma Komara Îslamî her heman rejîm e, tenê ewa ye ku hov û direndîtiya
wê zêdetir bûye û propaganda û şeklên wê yên xapandinên hinek guhertiye. Nexa ne
sîstema Komara Îslamî guheriye, ne keys û derfeta guhartinê dide, ne hêzek di
nav dilê Komara Îslamî de perwerde bûye ku li dijî wê rejîmê lê helbigere, ne jî
hêviyek bona çaksaziyan di nava rejîma Wilayeta Feqîh de tê dîtin. Serokên
rejîma Komara Îslamî bi hûr û girên wan bas ji vê yekê kirine ku bingeh ji wan
re parastina rejîmê ye û bona parastina rejîmê jî hewce ye ku herî zêde xelk di
hilbijartinan de beşdariyê bikin, êdî ji kî re deng didin, ne girînge. Ji bo
rejîma Îslamî a Îranê girîng beşdarîkirina xelkê û aliyan di wê şanogeriyê de
ye, heta ku xwe bi rejîmeke xwedî rewatî û pêgeh û xelkî nîşan bidin û aliyên
dûrketî ji rejîmê jî ber bi aliyê rejîmê rakêşineve û bi sere telikekê, wan bi
çarenivîsa rejîma xwe ve girê bidin. Nexa hemû dizanin û li gora ceribîna 30
saliya rejîmê yê derketiye holê ku tev derewên serdemê şanogeriya hilbijartinan
tenê xapandin in, ne çi tiştek din û rejîmê û berendam û mohreyên wê di
derewkirin û fêlbazî û xapandinan de destek bilind û bêmînak hene. Propagandaya
hin kes û aliyên Kurdî ji bo her yek ji berbijarên rejîma Komara Îslamî ku hemû
her mohreyên giring ên wê rejîmê ji bo tawan, kuştin û talankirinê bûn, tu
qazancek ji bo Kurd û xebata rewa û berheq a Kurd tê de nine û ewa ku ew kesane
yan bi zanebûn û bi nezanebûn dikin, diçe xizmet bi berjewendiyên rejîmê bona
têkdana refa xebata yekhelwestiya Kurd li hember rejîma serberedayî a Komara
Îslamî û dizanin ku rejîma Wilayeta Feqîh tu firsend û derfetekê bona guhartinan
nade, tenê derfeta dorandinê dide.
● Bi berçavgirtina sefera vê dawiyê a rêberê olî yê rejîmê ji bo parêzgeha
Kurdistanê û piştre jî bi anîne berbasa mafê kêmaniyên olî û bi gotin wan mafê
“eqwam” an ji aliyê Kerûbî û heta qasekê jî Mûsewî û her wiha ji ber hebûna
rewşa serkutkirinê, gelo xelkê Kurd dê weke caran, hilbijartinên vê carê jî
baykut bike?
Kerîm P: Di vê derbarê de çar xalên hene ku divêt em wan li berçav bigirin:
Yekem: Xamineyî di serdana xwe de ji bo Kurdistanê, serbarê wê çendê ku xelkê bi
darê zorê û gef û hereşeyan li vir û wir bona pêşwazîkirin ji wî anîbûn, di
axavtian xwe de li Kurdistanê tenê bas ji pirsgirêka olî û dînî kir û bi
fêlbazane xwest hem xwe ji pirsa neteweyî li Kurdistanê vedize xwe lê baz bide,
hem pirsgirêka olî bixe nav refa xelkê Kurd ku him kurdên Sunî heye û him Şîe.
Ji aliyekî din ve jî, di axavtina xwe de bêhurmetî bi bizava neteweyî –
demokratîk a Kurd kir ku ew hinde din rejîm li ber çavê xelkê reş kir.
Duyem: hemû neteweya Kurd, bi tev çîn û qatên wê ve, ji bilî hinek kesên xapandî
û mandîbûyî nebe, dizanin ku gotinên Kerûbî û Mûsewî propagandaya derewîn ji bo
serdemê hilbijartinê ne û heke ew bibin Serok Komar ger bi vîn û îradeyeke ecêb
jî bixwazin ew derewên ku gotine, bicî bînin, desthilat tu nabin û heke em bi
kurtî bibêjin, di dawiyê de dê bi hukmê hikûmetî wan bêdeng bikin.
Sêyem: serkut, tundûtûjî û çavzilkirin û gefxwarin û talan û tawan, salaneke dûr
û dirêj e li hember neteweya Kurd birêve diçe û neteweya Kurd bi van tiştane
natirse.
Çarem: ew kesên ku ji bo beşdarîkirin di şanogeriya rejîma Komara Îslamî de
propagandayê dikin, li hember refa yekgirtî a gel gellek kêm û biçûk in û tenê
xwe û çend kesên biçûk ên derdora wan dê pê bihên xapandin û bandoreke wisa di
civakê de tuninin.
Bi serhevxistina van çar xalên ku min bas kir, bi erxayînî ve xelkê Kurd dê bi
awayekî berfireh û berçav hilbijartinên Serok Komariya rejîma Îslamî a Îranê
baykut bikin û ne tenê di asta Kurdistanê de, belkû li seranserê Îranê, xelk dê
pirr kêm di vê gerra hilbijartinan de beşdar bibe û refa neyarên rejîmê xurt û
bihêztir dibe û dê zivistan jî bi dawî were.... |