6 Kasibkar Li Devera Merîwanê Hatin Kuştin Û Birîndarkirin
2009-06-28
Kurdistanmedia: Roja şemî, 27’ê Hezîrana 2009’an, hêzên rejîma Îslamî a Îranê, 3
kasibkar li gundê Kanî Kozele kuştin.
Nûçegihaniya Kurdistan’ê di vê derheqê de ragihand ku 2 kes ji wan kuştiyan
xelkê gundê Kanî Kozele û yê din jî xelkê gundê Sofî Bile bû.
Divêt bihê gotin ku 2 kasibkarên din li derdora merîwanê ji
aliyê hêzên rejîmê ve hatin birîndarkirin û niha di nexweşxaneya Merîwanê de ne.
Hêjayî gotinê ye ku cinayeta han bi biryara kirêgirtiyekî rejîmê bi navê
Kakevend birêve çûye.