|
2009-06-28
Kurdistanmedia: Roja şemî, 27’ê Hezîrana 2009’an, werzişvanên yaneya Taykvando a
Cêjnekanê ser bi Navenda 3 a Kurdistanê, di yarîgeha Hola Zer a bajarê Hewlêrê
de, li pêşbirkêya lîstika Taykvandoyê, pileya yekem a Îraqê bi dest xistin.
Nûçegihaniya Kurdistan’ê di vê derbarê de da zanîn ku pêşbirkêya han taybet bi
keçên jêr 18 salî bû ku komek ji kesayetiyên pispor yên hundir û biyanî yên
lîstika Taykvandoyê tê de beşdar bûn.
Lîstikvanên yaneya Taykvando a Cêjnekanê di 8 kêşan de ji bo yaneya werzişî a
Araratê lîstin û di encam de pileya yekem a Îraqê bi dest xistin û yaneyên Qela
û Birayetî, pileyên duyem û sêyem bi dest xistin.
Hêjayî gotinê ye ku di destpêka wê pêşbirkêyê de hemû rahêner û werzişwan û
beşdarên pêşbirkêyê, ji bo rêzgirtin ji rahênerê canemerg yê Kurd, mamosta Husên
Teha, deqîqeyekê bêdeng rawestan.



 |