|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Hejmara Cudabûnê Li Parêzgeha Kurdistanê A Rojhilatê Kurdistanê Jorde Çûye

 |
2009-06-30
Kurdistanmedia: Hejmara cudabûnê li parêzgeha Kurdistanê a Rojhilatê Kurdistanê
jorde çûye, bi awayekê ku sala borî di warê cudabûnê de, parêzgeha Kurdistanê li
Îranê xwediyê pileya duyem bûye.
Li gor rapora Nûçegihaniya Komara Îslamî a Îranê(IRNA), Serheng Îbrahîm
Kazimînijad, Cîgirê Civakî yê hêzên Întizamî ên parêzgeha Kurdistanê, roja duşem,
29’ê Hezîrana 2009’an, di yekem civîna karê girûpa xatûnan û malbatên parêzgeha
Kurdistanê de serbarê ragihandina vê nûçeyê got: “Hejmara cudabûnê di sala borî
de %15/15 bûye ku li hember sala pêştir de %1/30 zêdetir bûye.
Navhatî her wiha got ku zêdetirîn radeya cudabûnê di sala borî de, li bajarê
Sine %22/41 û kêmtirîn rade jî li bajarê Dîwandere %9/24 bûye.
Serheng Îbrahîm Kazimînijad bi îşarekirin bi lêkolînan, sedema |
|
jordeçûna hejmara cudabûnê li parêzgeha Kurdistanê, pêkanîna jiyana hevbeş bi
awayeê şaş, amadenebûn ji bo pêkanîna jiyana hevbeş, xemsarî li hember
têgihîştina cendekî û seksî û aborî û li hemûyan girîngtir balnedan bi soz û
evîndariyê da zanîn.
Navhatî di beşeke din a axavtina xwe de got: “Hejmara cudabûnê di sala borî de
li bajarên Seqiz, Bane û Merîwanê, bi rêz %17, %14/74 û %13/94 bûye ku li hember
sala pêştir kêmtir nîşan dide, lê li bajarên Qurwe %11/7, Bîcar %11/8 û
Dîwandere %9/34 bûye ku li hember sala pêştir zêdetir bûye.
Îbrahîm Kazimînijad her wiha hejmara xwekujiyê li parêzgeha Kurdistanê bi
jiyanên civakî ên din hesiband û got: “Li parêzgeha Kurdistanê li gor rewşa
welat û berevajî navgîniya cîhanê, hejmara ew jinên ku xwe dikujin li mêran
zêdetir e. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|