Hêzên Rejîma Îslamî A Îranê Agir Berdane Daristanên Merîwanê
2009-07-00
Kurdistanmedia: Roja sêşem, 30’ê Hezîrana 2009’an, hêzên rejîma Îslamî a Îranê
agir berdane daristanên bajarê Merîwanê.
Li gor nûçeya Nûçegihaniya Kurdistan’ê, hêzên rejîmê li sêrêya Berdereş û li
pişt goristana Derwîşê a devera bajarê Merîwanê, agir berdane daristanên wê
deverê.
Hêjayî gotinê ye ku salane bi hezaran hiktar ji daristanên Kurdistanê ji aliyê
hêzên rejîmê ve tên şewitandin.