Li Devera Bajarê Xoyê 4 Kes Hatin Kuştin Û Birîndarkirin
2009-07-00
Kurdistanmedia: Roja sêşem, 30ê Hezîrana 2009an, komek ji kasibkarên gundê
Yartaxlî a devera Elenda bajarê Xoyê, ketine ber êrîşa guleyan a hêzên rejîma
Îslamî a Îranê.
Nûçegihaniya Kurdistanê di vê derbarê de da zanîn ku di encama êrîşa han de
kesek bi navê Eskender Mihemedî hate kuştin û 3 kesên din bi xurtî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku yek ji birîndaran xelkê gundê Belesûrê ye.