|
2009-07-00
Kurdistanmedia: Roja sêşem, 30’ê Hezîrana 2009’an, rê û resma sersaxiya Kiyanûş
Asa, xwendekarê têrma dawî a Karnasiya Bilind a rişteya Petroşomî’yê, birêve çû.
Navhatî di bûyerên vê dawiyê yên yek ji meşên nerazîbûnê derheq encama
hilbijartinan, roja 15’ê Hezîrana 2009’an, ji aliyê hêzên xwedî cilûberg ên
rejîma Îslamî a Îranê ve hate kuştin.
Li gor nûçeya RMMK’ê, di vê rê û resmê de pitir ji 6 hezar kesan ku pêkhatibûn
ji endamên malbata wî, xizm û kes û karên wî, kesayetiyên siyasî, mirovhez,
mamostayên zanîngehê û hejmarek zaf ji xwendekaran beşdar bûn.


 |