


|
2009-07-02
Kurdistanmedia: Saziya Komîsariyaya Bilind a Neteweyên Yekbûyî dixwaze bi qewlên
derew, koçberên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê ku heyamekê girev girtibûn,
bixapîne.
Çend heftiyan berî niha koçberên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê ku di navbera
sînorên Îraq-Ordonê(Kampa Elkerame) de ne, bi sedema pejirandina biryara
vegerandina wan ji bo Herêma Kurdistanê, ji aliyê Hukûmeta Îraqê ve, nerazîbûna
xwe nîşan dan û 12 kes ji wan dest dane gireva nerazîbûnê.
Girevgirtina wan koçberan, givaş xiste ser Saziya Neteweyên Yekbûyî û saziya han
dest da xapandina wan koçberan, bi wayekê ku kesên girevgirtî, dev ji gireva xwe
berdin.
Saziya Neteweyên Yekbûyî tevî 11 xwedî faylan ku 48 kes bûn, lihev ht û ragihand
ku piştî veguhastina wan ji bo Kampa Elwelîd, dê wan ji bo welatê sêhem bişînin
û koçberên din ku zêdetirî 134 kesan dibin, dê vegerine bo Kampa Kawe li Herêma
Kurdistanê.
Lê koçberan bi rêya pêwendîgirtin tevî çendîn alî û kesayetiyên cur bi cur karîn
ku ji pilana UN,ê haydar bin û ragihandin ku heya şandina wan bo welatê sêhem,
dê li ser |
|
daxwaziyên xwe pêdagir bin.
Hêjayî gotinê ye ku nêzîkî 5 rojan e ku koçberek bi navê Riza Ezîzî, careke din
dest daye gireva birçîbûnê û ragihandiye ku heya rizgarbûn ji wê rewşê û şandina
wî bo welatê sêhem, dê gireva xwe bidomîne.
Koçberê han di vê derbarê de nameyek ji bo Kerîm Sencarî, Wezîrê Hundir yê
Herêma Kurdistanê û Newzad Hadî, Parêzgarê Hewlêrê şandiye. |