
 |
2009-07-02
Kurdistanmedia: Roja sêşem, 30.06.2009, bi hinceta çileya hunermendê navdar û
bilûrvanê Kurd, mamosta Qale Mere, civatên edebî ên bajarê Bokan, Bane û
Serdeştê, rê û resmeke rêzgirtin bi awayekî şikodar li gundê “Kolîc”, cihê
jidayîkbûna wî hunermendê navdar, birêve çû.
Nûçegihaniya Kurdistanê serbarê ragihandina vê nûçeyê da zanîn ku berpirsên
rejîma Îslamî a Îranê li bajarê Bokanê, îzna pêkanîna rê û resma han di nav
bajar de nedan.
Di rê û resma çileya Qale Mere de ku li baxçeyê “Hacî Şêx Evla Kolîcî” birêve çû,
kesayetiyên edebî, hunermend, komek ji xelkê Bokanê û malbata wî hunermendî,
beşdar bûn.
Her wiha di wê rê û resmê de çendîn kes gotar pêşkêş kirin |