|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Komek Ji Çalakên Sivîl: Berpirsên Rejîmê Rê Nadin Rê Û Resma Rêzgirtin Ji
Goriyên Kimiyabarana Bajarê Serdeştê Birêve Here

 |
2009-07-02
Kurdistanmedia: Komek ji çalakên sivîl ên bajarê Serdeştê bi hinceta 22hemîn
salvegera karesata kimiyabarana bajarê Serdeştê, daxuyaniyeke rexnegirane
derkirin.
22 salan berî niha rejîma Bees a Îraqê, bajarê Serdeştê kimiyabaran kir û di wê
cinayeta dijîmirovî de zêdetirî 100 kes ji xelkê bêtawan û welatiyên sivîl hatin
kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn, bi wayekê ku piştî derbasbûna 22 salan,
hêj bandora vê karesatê li ser xelkê Serdeşt û derdorê diyar e.
Di daxûyaniya wan çalakên sivîl de serbarê îşarekirin bi yasaya qedexebûna
mifahwergirtin ji çekên kimiyayî û biolijîkî, hatiye: “Piştî 22 salan derbasbûn
ji wê karesatê, derheq |
|
pêdeçûna huqûqî, li Dadgehên Navneteweyî hewleke wiha nehatiye dan û her wiha ji
bo qerebûkirina ziyanên madî û meenewî yên wê karesatê, hewil nehatiye dan”.
Di beşeke din a daxûyaniyê dehatiye: “Berpirsên organên dewletî bi xemsarî ji
çavnihêrîkirin û pêşîgirtin ji çalakiya rêxistinên sivîl û kesayetiyên
bawerpêkirî ên xelkê Serdeştê, derfeta birêveçûna her cure rêzgirtinekê ji
goriyan girtiye”. Her wiha di beşeke din a daxûyaniyê de îşare bi xemsariya
çalakên sivîl û civatên nedewletî û xemsariya taqimên cur bi cur ên xelkê
Serdeştê di vê derbarê de hatiye kirin.
Çalakên sivîl ên Serdeştê ragihandine ku “Em komek ji paşmayî û goriyên karesata
kimiyabaranê Serdeştê û çalakên Sivîl, serbarê mehkûmkirina wê karesatê û
rêzgirtin ji xwîna şehîdan û her wiha awata aştiya cîgir û cîhaneke dûr ji çekên
mîkrolojî û komkujiyî, daxwaza baldan û hewildana berpirsên têkildar li hember
wan xwestekane ne û bala xelkê cîhanê bo aliyê wan radikişînin:
1. Anîne berbasa dosyaya kimiyabarana bajarê Serdeştê di dadgehên xwedîselahiyet
de û anîne berbasa giliyê di Dîwana Navneteweyî a Dadperweriyê “ICJ” bi armanca
qerebûkirina ziyanên madî û meenewî.
2. Bi baldan bi bêbeşbûna rêjeyî a bajarê Serdeştê û her wiha nebûna îmkanat û
darêtina bernameyên bibandor derheq pirsgirêkên birîndarên kimiyabaranê, daxwaza
balkişandina taybet û bilez a berpirsên têkildar bi rewşa tendurustî, paqijî û
dermana birîndarên wê karesatê dikin.
3. Bi balkişandin bi kûrahiya wê karesata dijîmirovî û hestyarbûna pirsgirêkê,
bi pêdegirî daxwazê ji berpirs û civatên berpirsiyar dikin ku li hember
birêvebirina salveger û rê û resma girîng û pêdeçûn bi ser qewlên berpirsan di
salên borî de, dûr ji her cure guman û kêmkariyê, dikin.
4. Pêdiviya damezirandina Navenda Lêkolînên Zanistî bi armanca berfirehtirkirina
kiryarên zanistî derheq çekên kimiyayî û encamên bikaranîna çekên kimiyayî.
5. Pêdiviya balkişandin û hesta welatiyên Serdeştê bi birêveçûna rê û resm û
rêzgirtin ji xwîna şehîdan û goriyên karesata 7ê Pûşperê. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|