|
 |
ADAR JIYAN
adarjiyan@mynet.com
Her mirov, ji ber mirovbûna xwe xwedan rûmet, rêzdar û girambar e. Belê,
pesindetî, hurmetdarî an jî bêgiramî û rêznezaniya mirov di destê mirov bi xwe
de ye. Yanî her mirov qelend û buhayê xwe bi destê xwe dibire. Çawa ku |
|
mirov du tovên dijber; ên jiyan û mirinê li nik hev belê di xwe de dihewîne, bi
heman awayî hest û raman, bizav û tevgerên erênî û neyinî bi xwe re hildigire û
dibe sedema bêqîmetî an jî qîmetdariya xwe.
Albert Camûs dibêje :
“Heyinê ku dikaribe nirx û wateyê bide xwe, tenê mirov e.”
Bêguman rast e, belê çi ye ku her mirov bizanibe xwe nas bike û nirx û wateyê
bide mirovbûna xwe. Helbestvan û fablnûsê Fransî “La Fontaine” jî vê yekê bi vî
awayî tîne zimên “Tiştê ku mirov bala xwe bidiyê û yê sereke ew e ku mirov xwe
nas bike.”
J. J. Rousseau derbarê vê yekê de wiha dibêje: “Her tişt di destê mirov de
bênirx û çilviran (bêesl) dibe.” Rast e belê bi ya min hinekî kêm gotiye, lewre;
her tişt di destê mirov de binirx û payebilind jî dibe. Bi kinayî her tişt li
gora vîn, bizav û kesayetiya mirov dirûv digire. Derbarê vê yekê de rîwayeteke
olî (îslamî) ya balkêş heye. Li gora gotegot û çavkaniyên îslamî, Xwedê Teala,
di hedîseke qudsî (qisepêdana navbera Xwedê û Pêxember) de, Xwedê ji deng li
qasidê xwe dike û dibêjiyê : “ Ey peyamberê min (Muhammed) ! Gava ku min, ajal
xuliqandin tenê, min çil (nefs) da wan. Ku min firîşte xuliqandin, min, tenê hiş
û aqil da wan. Belê gava ku min mirov quliqand, min hem nefs (a heywanî) hem jî
hiş û aqil (ê firîşteyî) da yê. Heke nefsa mirov serdestî hiş û aqilê wî/ê bibe
û wî têk bibe, dê ew ji ajalên çar ling kêmtir û sernewqtir bibe; na heke ku hiş
û aqilê wî/ê serdestî nefsa wî/ê bibe û wî/ê têk bibe, îcar dê ew ji firîşteyên
nûranî jî firazwertir û rûmetdartir bibe.”
Ne tenê ol; çi raman, bîrdoz, feraset û nêzikayîtêdanên ku hene, tev mirov wekî
navend û riknê hemû heyîn û hêjahiyên dinê dibînin. Her çend ku ev yek ji aliyê
teorîk ve wekî girîng û manîdar hatibe/bête dîtin jî, di karvaniya jiyanê de
gelekî qels maye/dimîne û zêde sîtavî tevger û bizavên civakî û takekesî nebûye/nabe.
Jixwe ku ne wisa bûna, dê ji mêj ve mirovahî gihîştiba merhaleyeke payebilind û
şareza. Bi rastî mirov dikare bibêje bi tevayî mirovahiyê hê peresîn û
geşedaniya xwe ya komelayetî temam nekiriye. Çimkî mirov ne tenê heyineke ajalî
(biyolojîk an daringî) ye. Aliyê wî/ê yê arişî, giyanî, hestiyarî û ramanî jî
heye. Mirov bi gellek xislet û taybetmendiyên xwe digihîje asta mirovbûnê. Gava
ku yek an jî çend taybetiyên mirovî di mirov de peyde nebin, dê gellek hêman û
taybetiyên mirov ên din jî nîvco bimînin û mirov ji têkûzbûniya xwe bi dûr
bikeve. Heta serwer û zoranên dinê ne. Pergalên cîhanê û çerxên jiyanê, li gora
hest û ramana wan têne damezrandin û zivîrandin. Belê mixabin hê jî ew
negihîştine asta mirovbûn û mirovatiyê. Gelo çima ? Lewre, qedr û qîmetê, nirx û
hêjahiyê nadin tu mirovan û tucar nakevin heyra mirov û mirovahiyê. Her yek ji
wan wekî navgîneke candar a pergal û sazûmanên neçê, hatine peywirdarkirin.
Hertim bêyî (li derveyî) vîna xwe tevdigerin. Ji aliyê kesên derveyî wan nîr û
hevsar di stûyê wan de hatiye danîn. Û bi hêsayî bi her hêlê ve têne beralîkirin
û dezgînkirin.
Dibe ku her mirov nikaribe her car bibe xwediyê vîn û tevgereke azad an
helwesteke têkûz û serbixwe. Belê di her demê de, her mirov dikare merc û
derfetên xwe bide zorandin û bi awayekî bêlêçûn (bêmesref), dil û mêjiyê xwe bi
hest û ramanên têkûz û mirovî bixemilîne. Her çend ku tê gotin ku bê dirav û
aborî tu tişt pêk nayê an bidest nakeve, dîsa jî ji do heta îro yên ku nav û
dengê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîroka mirovahiyê neqş kirine, ewqasî ne
xwedî mal bûne. Berevajiyê wê, ewên xwedî mal, tucarî û di tu deman de jî bi
awayekî mayînde belê bi qandî yên xwedî vîn, nebûne xwedî rûmet û nav û deng
venedane. Ne ku em rabin bi hest û ramanên razdar(mîstîk) tevbigerin an aboriyê
di ser guhê xwe re bavêjin. Na. Çimkî di cîhana me ya îroyîn de hilmistandin û
hilmdayîna mirovan jî girêdayî aboriyê û rewşa wan a daringî dirûv digire.
Diviyabû ku aborî di suxreya mirov û mirovahiyê de bûna, belê mixabin îro mirov
û mirovahî di suxreya aboriyê de ne. Divê baş bête zanîn ku aborî ji bo
pêşerojeke mirovî û jiyanî bûye navgîneke jênager.
Wekî gotina dawî ku P.Syrus jî dibêje: “Yê ku rûmeta xwe winda bike, tiştekî wî/wê
yê ku winda bike namîn. |