Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî Duheftînameya  siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Sipîtik (Sceptic)

 

Omîd Esxeran

omid_anbi@yahoo.com

 

Têgiha Sipîtik yan Felsefeya Guman, yek ji kevintirîn mektebên felsefî yên Yonana Kevin tê hesibandin û di bîr û bawerên Olî de bi kesekê tê gotin ku baweriya wî/ê bi ol tu nebe yan guman tê de hebe. Lê di Yonana kevnar de ku têgiha han li wir derketiyê holê, Siptîk bi kesekê dihat gotin ku bi baweriya wî/ê, mirov bona bidestxistina zanistê terazû û pîvereke diyarîkirî tunîne û bi tu awayekê nikare rastiyan peyda bike. Ji ber vê jî alîgirên wê derheq hemû tiştekê

diketin şik û gumanê û digotin ku hesta mirovan tûşî nerastiyê tê û eqlê mirovan jî nikare nerastiyên han çareser bike, bi vê sedemê jî em nikarin derheq tu tiştekê bi dilgermî û piştrastiyê ve nêrîna xwe derxin holê û bi rast bihesibînin. Ji wê jî girîngtir ev e ku surûşt, ruhiyat, zewq, têgihîştin, perwerde û hînkariya mirovan newekhev e û bêguman eva jî dibe sedemê vê yekê ku dadwerî û pêşbînî wek hev nebin. Bi wî awayî her cure zanistek di civakê de cihê şik û gumanê ye. Ji aliyek din ve alîgirên Sipîtikê li ser wê baweriyê bûn ku tîgihîştin li her tiştekê bêy ezmêna wê tiştê ne mumkin e. Gumankeran digot ku mirovê zana divêt bêniyaz be û di hember hemû warên jiyanê de liserxwe be. Her wek me îşare pê kir, Sipîtik yan Felsefeya Gumanê yek ji kevintirîn xwendingehên felsefî yên Yonana kevnar tê hesibandin û piştre diçe nav mekteba “Sitayîkîzm” û “Êpîkoriyanîzm”ê û di serdemê “Rênêsans”ê de jî dîsan ji dayîk dibe û di vê serdemê de bi kesekê re dihat gotin ku di Ola Kirîstiyanî de şik û guman dikirin û ew ol red dikirin. Ji ber vê yekê jî têgiha guman û gumankeriyê weke “Kufr” û “Kafir” dihesibandin.
Îro jî kesek ku guman di tiştek yan mijarekê de hebe, bi “Sceptic” tê naskirin.

Çavkanî: (Ferhengî Ramiyarî Nîga) Azad Weledbegî
(Danêşnamêyê Siyasî) “Politicial Dictionary”
Daryûş Aşorî

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Çarşem, 19’ê Reşemeya 1388’ê Rojî