|
 |
ADAR JIYAN
adarjiyan@mynet.com
Zanist, her gav bi zanyariya rêzikên camidî(tişteyî) û her wisa bi azîne û
kardariyên civakî re bidest dikeve. Mebesta hemû şaxên zanistê, gihîştina
zanyariya rêzikên bingehîn an jî bidestxistina hîmê rastiya giştî ye. Zanist, bi
dîroka mirovahiyê |
|
re tûşî gelek guhertinên domandar bûye. Belê îro ro li gora demê û pêşveçûna
teknolojiyê dirûvekî nû girtiye. Dîroka zanistê bi qandî dîroka mirovahiyê kevn
e. Pêkanîna zanistê, berî nûvedaniya(îcada) nivîsê ye. Hem ji wêneyên berqef û
şikeftan, hem jî ji xêzikên birêkûpêk ên ser hestî û qiloçan tê femkirin ku
mirovahî, beriya dîrokê jî demsalên salê şopandiye û bi şaxên zanistê nasdar
bûye. Bi pêşveçûna zanistê re, zanista felsefeya xwezayê; û zanista xwezayê jî
bi lêhûrbûna egerên şikberî û aqlî re derketiye holê. Berî ku zanist bigihîje
heyn û heyama xwe ya kemilî, li gellek deverên dinê yên cihêreng ên din jî aj
daye. Ji van zanistên dîrokî yên herî kevn yek jî esmannasî (astronomî) û ya din
jî bîrkarî (matematîk) e. Têkiliya esmannasiyê bi matematîkê û bêtir jî bi olên
demê re xurt bûye. Stêrnasî li gora zanyariya olî pêk hatiye. Salnameya stêrkan,
ji wê demê dest pê kiriye û heta dema olên tekperest an jî tekxwedayî ango dema
dîroka nêzîk, dom kiriye. Reveberî û desthilatdariya dûgelên Çînê bixwe jî her
car ji zanista esmannasiyê sûd û fêde wergirtiye. Zanista felsefeya xwezayî li
rojhilat û rojavayê dinê, bi cihêrengiyeke mezin xwe daye der. Zanista xwezayê
li Çînê bi awayekî, li Misrê bi awayekî û li Ewropayê jî bi awayekî din pêk
hatiye. Dergûşên şaristaniya rojava yên wekî Misrê û Mezopotmayayê taybetiyên
xwe cihê cihê nîşan dane. Ji ber ku li Misrê bawerî li gora pergala gerdûnê ya
ku girêdayî berpirsiyariya xwedanên xêrxwaz teşe girtibû, zanist û zanyariya
demê jî di vê çarçoveyê de rola xwe ya dîrokî dilîst. Misra kevnar gellekî di
bin bandora olê de mabû. Ji bo wê, çawaniya zanistê jî li gora wê baweriyê dirûv
digirt. Şaristaniya Mezopotamyayê jî dişibiya ya Çînê. Çawa ku li Mezopotmayayê
Ferat û Dîcleyê wekî du çemên jiyanê dihatin zanîn, li Çînê jî çemên Huang He û
Yangtze jî ji bo şêniyên welêt ew qasî gîrîng, karîger û jiyanî dihatin zanîn û
pejirandin. Ew erda bêwêç û qeraç incex bi saya avdana bendavên mezin û çapgir
dikaribû ber û deramet bida. Di wê demê de, bager û lehî, kêzik û bihok,
nijdevan û talankaran, jiyan dixistin astengiyê. Bêewletî û dilbigûmaniya demê
raselitînî ser erdnîgariya adan bûbû. Mirovatî ji bo pêkanîna civakeke bibiryar
û pergala avdaniya nûjen û astengkirina karesatên xwezayî, hewcetî bi
behredariyên teknolojiyê hebû. Belê mirovên demê baweriyên derî zanistê
diparastin û ji zanistiya erênî bêpar mabûn. Bajarên gewre yên ku li deşt û
beriyan û li rex û derdorên perestgehan hatibûn avakirin, hemû di rêveberiya
rahîban de bûn. Plangêrê pêşnûmayên wekî erx, cihok û pergalên avdaniyê; her
wiha karê bendavê û suxrevaniya giştî hemû di destê kesên oldar de bû. Esmannasî
û matematîk di van mercan de pêşve çû û gihîşt merhaleyeke nû. Pergala jimareyan
li gora 60 hejmarî bû. Îro pergala beşên demjimêrê; saet, xulek(deqîqe),
çirke(saniye) û her wiha pile(derece) hê li gora rêpîvanên wê pergalê ango li
gora zanîn û zanyariya Mezopotamyaya kevnar têne bikaranîn. Li gora baweriya
demê, rûyê asîman, wekî cih û wargehên xwedanan bû. Bûyer û qewmînên asîman û
xwezayê jî wekî karê xwedanan dihate dîtin. Bi vê karvaniyê re zanîna esmannasî
û peyre jî ya matematîkê bi geşedaniyeke mezin derkete holê. Piştî peresîna
zanista esmannasiyê bi sedan sal, Yewnaniya kevnar jî heman pergal bikar anî; jê
sûd wergirt û pêşve bir. Matematîkzanên Babîlê, girêdanên Pythagoras baş dizanîn
û ew dixebitandin. Heta bi vê hevkêşiyê re amarên (hesabên) selefa (rîba)yekbûyî
jî diferisandin. Hem Çîniyan û hem jî Mezopotamyayiyan, berî niha bi hezaran sal,
bi saya zanyariya demê xweza û asîman bi baldarî raçav kirine û sêwirandine.
Belê tu caran xweza û asîman bi awayekî zanistî rave nekirine û li ser têkiliya
xwezayê û mirov hûr û kûr nefikirîne. Zanyarên îroyîn ên Mezopotmayayê û Çînê,
bi saya zanyariya hemdem û zanista diyalektîk, hem pêwendiya navbera xwezayê û
mirov û hem jî ya civak û dîrokê baş şirove kirine. Ev jî dide xuyakirin ku her
car zanist û zanyarî û her wiha şaristaniya dinê li ser koka xwe aj dide.
Her çend ku zanyariya hemdem û teknolojiya îroyîn li ser bûyerên girgîn û şênber
hûr dibe jî dîsa jî xeyalên zanistî, mirov arasteyî afîrînerî û afirinendetiyên
nû û nûjen dike. Vladîmîr Nabakov girîngiya vê yekê bi vî awayî tîne zimên:
“Zanista bê xeyal û hunera bê rastî nîn e.” . |