|
 |
ADAR JIYAN
adarjiyan@mynet.com
Bi guherîna rewşa pergala cîhanê ya nû re ramyariya gerdûnê dikeve kirasekî din
û rewşa cîhanê dirûvekî nû digire. Dixuye ku ji îro pê de, dê li şûna şer û
pevçûnên aborî, bîrdozî û ramyarî, têkoşînên çandî û zanyarî rû bidin û |
|
welatên dinê bidin bin bandora xwe. Her çend ku ev yek wekî bayekî hênik bête
dîtin û pêşî li xweşiya mirovan biçe jî berê vê çûyinê ne li xêrê ye. Çimkî ev
yek jî bi destê desthilatdariya dinê pêk tê û mirovahî bê hemdê xwe arasteyî
tengaviyên nû dibe. Jixwe ne pêkan e ku neyar û neqencên dinê rabin ji bo
mirovatîyê tiştekî xêrdar û sûdewar bikin.
Îro, desthilatdariya dinê ji ber alavên şer ên kujende û teknolojîk – ên ku qira
wan jî tîne- dixwazin heta demekê, şerê germ bidin rawestandin. Ne ji bo xatirê
mirovahiyê, wekî her car ji bo sûd û berjewendiyên xwe, ji dêvla şerê germ, şerê
sar ango çanda imperyalîst didin destpêkirin. Îcar divê baş bê zanîn ku şerê sar
her gav ji şerê germ tirsnaktir, xeternaktir û dijwartir e. Çimkî cîhana gelan û
welatê dinê her car di dema şerê sar de tê/hatiye dabeşkirin, parçekirin û
parvekirin. Dîrok şanî me dide ku şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn piştî şerê
sar dest pê kiriye û peyre jî cîhan ji aliyê çend hêzên serdest û mêtinger ve
hatiye parvekirin û talankirin. Îro mebest û armanca serdest û mêtingerên dinê,
parçekirin û parvekirina gelan û welatê wan e. Her çend ku reng, dirûv, nav û
nîjada îperyalîstan bête guhartin jî kar û kirinên wan tucar nayên guhartin.
Sedest û zoranên dinê, baş dizanin ku îmro bi alavên şer û lêdanên bêteşe tu kes
nikare bigihîje armanca xwe. Ji bo wê ye ku ew jî bi pey konevaniyên nû ketine.
Tiryak û nexweşiyên nû dadihênin. Û dîsa wekî her car êş û nexweşiyên nû yên bê
êş û jan raselitî ser serê mirovahiyê dikin û tevê mêjiyê mirovatiyê bi van
tiryak û nexweşiyên bezmdar pûç dikin û ditevizînin. Yanî desthilatdariya dinê
îro hewcetiyê bi şerê germ nabîne. Çimkî baş dizane ku komkomîkirina mirovan a
bi çand û şaristaniyên nû, her gav ji ramyariyên aborî, leşkerî û bîrdozî
asantir û watedartir e.
Gava ku behsa şaristaniyê tê kirin, pêşî çand û dîroka kevnar û şaristaniya
gelan tê bîra mirov. Şaristanî, hebûneke çandî û mirovî ye. Gund û bajar, nîjad
û ol, civak û neteweyên dîrokî hemû pûxteyên şaristaniyê ne. Veguhêztina
şaristaniyên kevnar, girêdayî rabirdûya çanda mirovahiyê dirûvên nû digire. Îro
her berhemeke dîrokî, nîjad û civakeke kevnar bi bîra mirov dixe. Bêguman ev yek
di dahatûya mirovahiyê de jî roleke pir girîng û dîyarker dileyîze. Hebûna civak
û nîjadên dîrokî, girêdayî şaristaniyên kevnar e. Şaristaniya hemdem a îroyîn li
ser riknê çanda şaristaniyên kevnar û qedîm ava bûye. Alavên têknolojiyê û
geşepêdaniya zanyariyên civakî, hem pevkelijandina çanda kevnar û nûjen û hem jî
şaristaniya hevpar û hemdem a îroyîn pêk aniye. Bi kurtayî şaristaniya îroyîn,
bi pevkelijandina şeş-heft şaristaniyên cîhanê yên kevnar û nûjen re li
nasnaveke nû dadigere. Ev şaristaniyên kevnar û nûjen hin jê ev in: Şaristaniya
Rojava, Şaristaniya Japonî, Şaristaniya Hindê, Şaristaniya Îslamê, Şaristaniya
Slavan, Şaristaniya Emerîkaya Latîn, Şaristaniya Misrê, Şaristaniya
Mezopotmayayê û Şaristaniya Efrîkayê.
Cudayetiyên navbera şaristaniyan tucar naşibin cudayetiyên navbera bîrdoz,
pergal û ramyariyên civakî. He çend ku di demên borî de şer û pevçûnên giran her
gav ji ber van cudayetiyan derketibin jî, dîsa nayê wê wateyê ku dê ev cudayetî,
her gav bibin sedema şer û pevçûnên navbera şaristaniyan. Na ! Dibe ku îro têvê
şaristaniyan, belê her yek ji wan bi reng û cureyên xwe hev û din xurtir û
dewlemendtir jî bikin. Jixwe divê ku wisa be. Lewre pêdiviya mirovahiyê îro bi
vê yekê heye. û divê şaristaniyên kevn û nû li sentezeke erênî dagerin û her
şaristanî wekî robareke jînê biherike ser deryaya aştî, azadî û mirovahiya
cîhanê. Ger ku cîhan û gerdûn geşedaniyên xwe yên xwezayî bidest bixin, dê
têkûzbûn û kemilîn jî bibe para mirovahiyê.
Dibe ku di pêşerojê de jî têkoşîna navbera van şaristaniyan bidome. Belê heke bi
vî awayî bidome, dê cîhana hemdem û mirovahiya navser bi lêkdana navbera van
şaristaniyan re li şaristaniyeke nû ya hevpar bihesile. Ango wê şaristaniyên
kevnar jî nikaribin taybetî û reseniyên xwe yên dîrokî biparêzin. |