|
 |
ADAR JIYAN
adarjiyan@mynet.com
Jiyan, ji aliyê daringî ve pêvajoyeke sînordar û demdemî, belê ji aliyê arişî ve
bê sînor û bêdawî ye. Mirin jî, ji ber ku sînordariya jiyanê bi mirov dide
fêmkirin û wateyeke giran li jiyanê bar dike, ew jî tiştekî gelekî girîng û
manîdar e.
Her tişt bi dijberê xwe li wateyeke têgînî ya kûr û giring |
|
dadigere. Her têgîn bi dijwateya xwe manîdar dibe û tê fêmkirin. Jiyan û mirin
jî du têgînên dijber û lêkneker ên ku bi hev û din ve girêdayî ne. Yanî jiyan,
bi mirinê û mirin jî bi jiyanê watedar dibe. Ji aliyê fîzîkî ve, ev herdu tişt
ji hev û din re dibin sînor; lê ji aliyê giyanî ve ev her du jî wekî du dijminên
hêzdar li hemberî hev û din şerekî lêkneker dikudînin. Hemû tişt dijberê xwe di
xwe de dihewîne. Yanî em dikarin bibêjin, hemû dijber, heta demekê bi hev re
belê li hember hev dijîn. Belê şerê navbera wan û lêknekeriya wan bê westan û
rawestan didome. Wekî hemû dijberan ligel ku jiyan mirinê û mirin jî jiyanê di
xwe de dihewîne jî, dîsa yek dibe hûtê ya din û wê dadiqurtîne.
Jiyan û mirin; wekî du dijmin û dijberên qedîm, tim li hemberî hev şer dikin.
Şerê jiyan û mirinê şerê hebûn û nebûnê ye. Di dawiya vî şerî de kîjan bi ser
dikeve, ew serê ya din dixwe. Şerê navbera hemû dijberan bi vî awayî didome. Bo
nimûne: Îro şerê navbera tevgerên aştîxwaz û hêzên şerûd û şerxwaz, şerê jiyan û
mirinê ye. Têkoşîna tevegrên azadîxwaz û mafparêz, têkoşîna rizgarkirina
mirovahiyê û têkoşîna bidestxistina jiyaneke nû û nûjen e. Bi kurtayî mirov
dikare bibêje, berxwedan, serhildan, raperîn û têkoşîna wan ya li hember pest û
kotek û çewsandinên tund û dijwar, nîşana jiyanê; belê bêdengî, xwesparî û
radestbûna wan jî nîşana mirinê ye. Derheqa vê yekê de Bailey wisa dibêje: “Ne
girîng e ku em çiqasî dijîn; a girîng ew e ku em bi çi awayî dijîn.” Rast e. Ne
ewqa muhîm e ku mirov çi qasî dijî. Ya muhîm ew e ku mirov ji bo çi an bi çi
awayî dijî.
Jiyan, tenê ne hilmdayîn û hilmstandin e. Jiyaneke bênirx û bêrûmet, wekî barê
mirinê ye. Yên ku xwe didin bin vî barî an jî naxwazin vî barî ji ser stûyê xwe
bavêjin, dê ew rojê sed carî bi mirinê re rû bi rû bimînin û bi mirin û miriyan
re rabin û rûnên. Ango dê ew bi mirîtî bijîn. Divê gel û kesên bindest û bintûte,
bi rêxistin û bi biryardarîyeke xurt dest bidin hev û jiyaneke nirxdar û
rûmetdar. Îro, mirovahî, li navenda cîhanê, di Rojhilata Navîn de û li
Mezrabotan, ji nû ve di dergûşa şaristaniyê de doş dibe. Divê gelên Rojhilata
Navîn li hemberî mirina kerr û kor û lal tovê jiyanê bireşînin ser vê
erdnîgariya qedîm; qey ku jiyan li ser vê xaka pîroz û adan ji nû ve zîl bide.
Tovê ku bi destê bav û bapîran hatibiye reşandin, îro li ser koka xwe şîn dibe û
li ser xaka bi hatinî û bê xêr û ber, şax vedide. Ev şaxan, şaxên jiyana bêsînor
û bêmirin e. Li aliyê din jî dijminê jiyan û mirovahiyê bi hemû hêz û derfetên
xwe, xwe li karê jiholêrakirina gelan girê dane. Ne xem e. Mirina ku ji bo
jiyanê û di rêya jiyanê de be, dê li hember jiyaneke mirî tim û tim bi ser
bikeve. Civat û civakên ku nizanibin bimirin, dê ewê nikaribin bijîn jî. Wekî ku
li jorê jî hate diyarkirin; jiyan bi mirinê û mirin bi jiyanê watedar dibe. Belê
jiyan û mirineke çawa? Ji bo wê divê mirov van herdu têgînan baş fêm bike û wan
ji nû ve hilde dest û rave bike. Di mercên îroyîn de, wisa bûye ku her gav rêya
hezkirina jiyanê, di mirinê re derbas dibe. Wekî ku şehîdên rojiya mirina mezin
jî (li girrtîgeha Amedê) digotin “Em ji bo jiyaneke birûmet diçin mirinê...”
Rast e. Jiyan di mirinê de veşartî ye. Lê herkes nikare bigihîje vê raz û sirê.
Divê ku mirov bizanibe di wateya jiyanê de bigihîje; girîngiya jiyanê di dil û
mêjiyê xwe de, belê bi awayekî rastîn, bihishisîne; ango ji jiyanê hez bike.
Herkes dibêje:“ Ez ji jiyanê hez dikim.” Gelo çend kes dizanin wateya jiyanê çi
ye an çend mirov dikarin qîmetê bidin jiyanê? Qey herkes dikare mebesta
girîngpêdana wê fêm bike? Bi rastî ew ne tiştekî asan û ketberê ye ku her mirov
bikaribe wate û girîngiya jiyanê fêm bike û bibe layiqî wê. Mirov dikare bibêje
ku jiyan, ji bo mirovî/ê aştî, azadî û serxwebûn bi xwe ye.
Mirovê/a ku ne azad be, nikare bi serbilindî bijî û behsa hebûn û kesayetiyeke
azad bike.
Berî ku mirov bibe xwediyê tevger, bizav û pêwendiyên azad, divê bibe xwediyê
dil û mêjiyekî azad û serbixwe. Dîsa kesên ku dil û mêjiyên wan dîl hatibe
girtin, ne pêkan e ku têkiliyên wan ên rojane û civakî serbest û jidil bin û ew
kes dikaribin ji bo xwe û bi vîna xwe tev bigerin û bijîn. |