|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî Duheftînameya siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Rola Mafê Mirovan Di
Siyaseta Derve De (Beşa 9)
|
 |
Mecîd Heqqî
Hinek beşên Carnameya Cîhanî ya Mafên Mirovan di gellek peymanên navnetewî de
hatine şirovekirin û ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve û gellek welatên cîhanê
hatiye piştgîrîkirin: Li ser rewşa penaberan û kesên bê welat, mafên ramyarî yên
jinan, mafê hemwelatitîya jinên xwedî mêr, qedexekirina koledariyê, qedexekirina
firotina koleyan û bi hêza bizor ya kar, qedexekirina cudahîdananê di navbera
mêr û jinan, qedexekirina cudahiyên regezî, mafên zarokan û hwd. Peymana dijî
Îşkencê û Zulmên Din, Qedexekirina Îşkenceyên Ne Mirovane û Reftara Hovane di
sala 1948’an de hat pesendkirin û li sala 1987 cîbicî kirin, mînakek nihayî |
|
ya li peymanên navnetewî ku dibine pirensîbên giştî ên ku cara yekem di
Carnameya Cehanî de hat formolekirin.
Ew dîtinên ku gellek caran tê bihîstin, li ser wê ku hîna ew mafane li welatên
ne-rojavayî nehatine cîbicîkirin, piranî hizrek bavsalarane ye: “mafê serbestiya
raderbirrînê bo me rojavayiyan giring e, lê hûn xelkê welatên cîhana sêyem hîna
negihîştine wê astê”. Lewma gellek caran hatiye gotin ku welatên cîhana sêyem
diviya berî her tiştan pêwîstiyên bingehîn yên jiyana mirovan wek xwarin û
dermanan pêk bînin. Hetanî ew hewcehiyên despêkî neyên pêkanîn, gellek zehmet e
rêzgirtin li mafên sivîl û siyasî yên şarovendan bê rêzlêgirtin. Xasmayî
dewletên dîktator gellek caran dibêjin hetanî xelkê welatê wan di feqîrî û
hejariyê de dijî tu hewceyî bi mafên siyasî û sivîl tunînin. Ew wilo nîşan didin
ku dixwazin rewşa civakî û abûrî ya civakê bêtir bikin.
Hinek gumanên cîhê xwe hene li ser armanca wan dewletane derbarê baştirkirina
rewşa abûrî û civakî ya welatê xwe. Hetanî niha tu cihan nehatiye selimandin ku
pêşgirîya mafên siyasî û sivîl ya xelkê bikaribe rewşa abûrî û civakî ya wana
bêtir bike. Tenê tiştê ku tê dîtin, bihêzkirina dewletên zordar e! Herwisa
gellek kêm xelkê bindest yê dewletên zordar piştigriyê li zordariya dewleta xwe
dikin. Di welatên wilo de, Carnameya Cîhanî ya Mafên Mirovan gellek li wê
zêdetir tê hezkirin ya ku dewletên zalim dibêjin. Bilî wê yekê du (2) peymanên
mafên mirovan erkên cuda ji bo dewletan şirove dikin. Rêzgirtin li mafên sivîl û
siyasî yên mirov pêwendî bi geşekirina abûriye welatan nine. Gellek caran tu
pêwendî û elaqeyekî mentiqî di navbera mafên sivîl û siyasî û geşekirina rewşa
abûrî de nayê dîtin. Tu hegerek nîne, bo nimûne çima qedexekirina îşkence li
welatên hejar û dewlemend ferq bê kirin. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|