|
çendîn welat û dewletên xweser zêdetir e.
Bi giştî di vê midehê de dewleta Turkiyê bi hemû şiyan û karîna xwe û ji her
derfet û alavekê bo jiholêrakirîna yakcarî a nasnameya vî gelê mafxwarî mifah
standiye, kurd bi Turkên çiyayî nav birine, peyva kurd, kurdistan, zimanê kurdî
û navkirina zarokan bi vî zimanî qedexe, bive û tawan zaniye, navê zêdetir ji
12000 gundan ji kurdî ve bo tirkî guhertiye, 4000 gundên Kurdistana Bakûr kavil
kiriye, demografiya deverê têk daye, kurd ji cihwarên eslî yên xwe veguhastine û
derbider kirine û dixwazin kurdan terorîze bikin, nêzîkî 10 000 kes heyanî niha
bi tawanên siyasî ji nav birine. Ji aliyekî din ve jî 70000 kurd çekdar (caş –
Qurûcû) kiriye heya ku şerê kurd bi kurd bide kirin û... hwd.
Lê li hember ew hemû zulm û zora dewleta Turkiyê û serbarê bedel û goriyên
yekcar zaf, xebat û tekoşîna kurdan û serhildan li pey serhildanan meşiyane û
heya qasekê karîne xwe ji pîlan û siyaseta bişaftin û helandinê biparêzin û
berevanî ji ziman, çand û nasnameya netewî a xwe bikin.
Ev du sê dehsalên vê dawiyê, qonaxa herî dijwar û bixwîn ji bo her du aliyan li
qada xebat û berevanî li pêxem asîmîlasyona yekcarî a kurdan di wî welatî de
bûye ku ev jî vedigere ser siyaseta hov ya dewleta Turkiyê û berhema hewlên
asimîlasiyon û înkarkirina kurdan e ku jîngehek neewle ya siyasî, civakî di
Turkiyê de li pey xwe re aniye û bi baldan bi zirar û ziyanên madî (dirangî),
menewî û canî yên ku jê ketine, heya niha bi tu encamek dixwazî xwe negihîştine.
Piştî derbasbûna ewqas salên tejî tawan û cinayet derheq kurdan, niha xêncî
çareseriya aştiyane, tu metod û şêwazek din nemaye ku li ser kurdan nehatibe
ceribandin. Lewra niha feza û etmosferek dilxweşker derheq çareseriya pirsa kurd
derketiye rojevê û rewşa navxweyî û derveyî yên Turkiyayê û hevkêşeyên siyasî
çareseriya meseleya kurd bi ser dewleta Turkiyê de sepandine. Lewre ye ku niha
em dibînin berpirs û karbidestên payebilind yên Turkiyê bi eşkere bas ji vê
pirsê dikin ku pirsa herî girîng û mezin ya Turkiyê ye. Çunku di rastî de pirsa
kurd, Turkiye di hemû warekê de lawaz kiriye û Turkiyeyek ku xwezyarê bihêzbûna
xwe li deverê, endametî li YE’ê û parastina yekîtiya siyasî, civakî û tenahiya
xwe be, neçar e xwe bide ber berê çareseriya vê pirsê. Her eva ye ku em dibînin
Erdoxan dide zanîn ku helandin û ji holê rakirina nasname û qebûlnekirina
kultûrên cuda di Turkiyê de helwesta faşîstan bûye û êdî gihîştine vê baweriyê
ku guhertinê di siyaseta xwe de pêk bînin.
Her çiqas ku sala 1993’an ya Zayînî jî Turkut Ozal, Serok Komarê wê demê yê
Turkiyê jî ji çareseriyê nêzîk bibû, lê dewleta kûr anku Ergenekonê bi
terorkirina navhatî, dosyaya çareseriyê jî arşîv kir, lê serdemê niha bi serdemê
Qzal re pirr ferq heye û guncawtir e. Çunku kurd niha di perlemana Turkiyê de
xwedî kom (ferasyon) ek taybet bi xwe ne (DTP) û herweha partiya desthilatdar jî,
partiyek kemalîstî û nejadperest nine. Lewre niha bi destpêkirina dubare ya vê
dosyayê, derfet û fersend heye ku partiya desthilatdar zend û baskên xwe lê
hilde û xwe ji vî barê giran rizgar bike û ew şanaziya dîrokî jî bike nesîbê xwe.
Çunku êdî raya giştî a Turk û kurd jî şer naxwazin û Turkiye jî vir şûnde tab û
tehemûla bere janên vê pirsê nake (nagire).
Her di vê derheqê de em dibînin ku aliyê kurd wekî PKK û DTP û PSK û partiyên
din li daxuyanîyên xwe de amadebûna xwe bo her terze hevkarî û hevfikiriyek di
deheq çareseriya vê pirsê de ragihandine û bi taybet PKK bi agirbestên yek li
pey yek yên xwe zêdetir hest bi berpirsiyariyê dike û ji vê derfetê bi başî
mifahê distîne û pêşwaziya H. H. Kurdistanê jî ji vê agirbendê, pûte û
girîngiyek zêdetir bi vê piroseyê dide.
Em dibînin ku niha hin aliyên kurdî ji dirûşma xweseriyê bo çareseriya bi modela
Skatlendê razî bûne. Lê wisa dixuye ku aliyê Turk modela Almanya bi baştir
dibînin. Bi vê wateyê ku ew mafên ku turkên Almanya, ne li ser xaka xwe jê bi
mifah in!, kurd jî li ser xaka xwe lê behremend bin. Bo mînak mafê vê hindê hene
ku navên dixwaz yên xwe li zarokên xwe bikin, bi zimanê zikmakî yê xwe bixwînin,
azadiya Olî û avakirina rêxistin, navend û sendîkayan hene, herweha azadiya çap
û weşana rojname, radyo û televîzyonan bi zimanê turkî hene û... kurd jî dikarin
ew maf li ser xaka xwe hebin, lê bi hin guhertinan. Weke bikarneanîna tipên Q, X
û W, herweha zimanê kurdî di dibistanan de bijarte û dilwaz be, nek fermî.
Lê ji aliyekî din ve helwstên nezelal û dijber yên her yek ji Serokkomar,
Serokwezîr û Serokerkanê arteşê û domandina operasiyonên leşkerî û esmanî
serbarê agirbirra PKK’ê û girtin û zîndanîkirina endam û berpirsên DTP’ê, şik û
gumanê dixe ser hêviyê û herweha rastiya gavên wan derheq çareseriya aştiyane.
Lewra hewce ye ku dewleta Turkiyê bi hemû aliyên xwe, bi eşekere û zelal dev ji
dubendî û durûyiya xwe ya siyasî, mercdanîn û xapandina xelkê berde û çi din bo
çareseriya vê pirsa navxweyî ji derveyî xwe li pey negere û vê derfeta dîrokî ji
dest nedin. Aliyê kêm di qonaxa yekemîn de, hewce ye çend gavan bo nîşandana
rastiya niyeta xwe bigrin pêşberî xwe. Yekem Operasiyonên leşkerî yên xwe
rawestînin, hêza çekdar a bi navê parêzerên gund (caş) hilweşînin, nivîsên li
ser Çiyan yên ku “çi bexteweriyek e ku ez Turk im”, jiholê rakin, lêborînek
giştî der bike û derfet xebat û tekoşîna siyasî di hundir de pêk bîne, herweha
girtiyên siyasî serbest berde heya ku derfet ji bo amadekirina destûrek nû li
ser bingeha dadperwerî û wekheviya gelan pêk were.
Bi vî awayî jî him dê asayişa navxweyî ya Turkiyê aram û misoger bibe, him jî dê
yekîtiya siyasî, civakî a wê jî bihê parastin, herweha dê li YE’ê jî nêzîktir be
naku kurd dê bibe pira navbera Turkiya û YE’ê. herweha dê di warê aborî de jî
wêc û qazancek zaf ji neft û gaza herêmê ji rêya Mobako û kompaniyên xwe bidest
bixe. Berevajî parehiştina vê dozê, dê nirx û bihayên siyasî, aborî, canî,
wijdanî û ruhî yên zîdetir ji bo her du aliyan li peyre be.
Lê neteweya kurd û hêzên siyasî yên li qada xebata gellek ji vê yeke hişyartirin
ku rê bi van çewaşekarî û komfilayan bidin.
Li dawiyê de ji bo eşkere bûna bênaverokiya wan teraz pîlon û bernameyên rejîmê
ku dê li pêşerojê de jî birêve biçin, emê berhevdanek bilez bi ser du daxuyaniya
ber bijar û biryara şêvra çandî a rejîmê de bikin. Yek ji wan, daxuyaniya Kerûbî
bi ku hinekê eşkeretir ji yên din qala pirr kêm netewan kiribû û emê îşare bi
çend xalên girîng ji wan qewl û sozên derewîn bikin:
Yekem li beşa paremayî bûna aboriya “deverên qewman” de, soz da bû ku para wan
ji desthilat û saman û pişikdariya wan li mafên siyasî, aborî, civakî û çandî
yên wan li gor behre û hewcehiya wan de bide.
Anku divêt wan behre û şiyana vê hebin heya ku mafên siyasî, abûrî, çandî û
civakî!! Bi wan bihê dayîn û ew behre û şiyane jî divêt Kerûbî binirxîne!
Duyem: li hemberî wan made ji yasaya komara Îslamî de ku bi kêmî bas ji “qewman”
kiriye û weke Kerûbî dibêje “Moetel” mane, dê hewlê bide ku kosp û astengiyên
ser rêya wan bendên yasayê hilgire!! Ew soz nade ku dê wan cîbecî bike û dê
îmkanat û xerca cîbecî kirina wan misoger bike, ji berku tenê hewil dide ku
astengan hilbigre û ger jî nehatine hilgirtin, dê wan bi xelkê û dadgeha Edl a
îlahî bidim nasandin”!!
Sêyem: li parek din de Kerûbî ji bo moreyên ser bi rejîmê li nav kuran ku heya
niha serê wan bê kilaw maye, soz dide ku” Mifah standin ji zerfiyeta hêzên jêhat
û bi ezmûn yên – Eqwaman-“!!
Çarem: li beşek din de li hember xwendin û nivîsandina bi zimanê zikmakî ew nek
her qebûl nake, ji berku tenê soz dide ku astengên ser rêya mifah standin! Ji
zimanê qewman li çapemenî û ragihandinên giştî û wane gotin bi wan zimanan li
zanîngehan de hilbigre.
Pêncem: li ser xwendekarên kurd li zanîngehên din yên Îranê de hilbigre! Ku wek
çûnek zaf li navbera vê bendê û rapara îşarepêkirî a jorê de heye!
Li daxuyaniya Mûsewî de jî bi awayek bertengtir ji daxuyaniya Kerûbî çend xalên
giştî û bê wate hatine ku hewlek zaf jî daye li çarçoveya adebiyata komara
Îslamî û wilayeta Feqîh de darêje. Tişta herî girîng bal Mûsewî pirsa mesebî ye
û li daxuyaniya xwe de jî wek rêçare dibêje divêt” em baverî bi pir eqwamiyê
bînin”!!
Her li çarçoveya ew piropagendeyên hilbijartin û maşkanê de, şêvra bilind a
çandî ya rejîmê jî biryarek da û eva pesend kir ku bi zimane “ Eqwaman”, Azerî,
kurdî, Belûçî û Turkmenî” li zanîngeha de bê gotin, şêweya gotinê jî ewqas
berteng kiriye ku tenê rişekirin û lîstinek e. li vê biryarê û birêvebirinê de
dibije li zanîngehan de li dibêje li zanîngehan li van rişteyên dersî yên ziman
û wêjeya farsî de. 2 wahidên bijarte bo zimanê eqwqmqn bihê danîn. Yanî dibêje
xwende karek rişteya wêjeya farsî ku çar salan ew ziman xwandibe û bi tewawî
şehrezayî têde hebe, dikare bi awayek dilxwaz waneyek 2 wahidî ku tenê bo tiemek
(nîvsal) xwandinê û ew jî heftiyê tenê demjimêrekê bixwîne. Eva jî hemû dilxwaz
e û ger wek çend sal berî niha ku hate ceribandin ger li her zanîngehekê de û bo
her tirmekê û ji bo her waneyeke dilxwaz hejmara daxwazkaran negihîje qasê hewce,
ew wane dê bihê rakirin! Her wekî çend salan berî niha li zanîngeha azadiya
Kurdistanê her tişt pesind kirinûn û dîsan hilgirtin.
Bi vî awayî em bi vê encamê digihîjin ku rejîma komara Îslamî bi enî û bandên
cuda yên xwe ve, niha piştî çendîn sal tepeserî, tawan, kuştin û malwêraniyê,
dengê neteweyên Îranê û bi taybet neteweya kurd bi wan nehatiye fetisandin, û li
bin zext û givaşên siyaseta cîhanî, deverî û navxweyî û ji ber xurt bûna xebata
tevalî ya netewî li Îranê, cehd û tekoşîna kontirol, kêm kirin û bi larêdebirina
xwast û daxwazên netewên mafxwarî disin. Ezmûn û ceribîna han jî nêzîk bi 30
salan berî niha hate cebandin, wê demê ku piştî êrîşa havane ya sipaha Xomênî bo
ser kurdistanê û berxwedana qehremanane ya kurdan, xomênî bi neçarî daxwaza agir
bendê kir û mijûlê xwe amade kirin bo êrîşa ser kurdistanê bû.
Li wê demê de jî bo bertengkirina daxwaziyên kurdan, cehdek bi wî awayî hate
dajîn û mixabin taqimek 7 kesî ji Hizba Demokrat cuda bûn hin aliyên din ji
hatin xapandin û bihevre çûne hembêza komara Îslamî, lê neteweya kurd xebat û
berxwedana xwe domand û ew taqim û aliyên xapandî ji aliyê rejîmê ve piştî
midehek kurt ketne ber êrîşa rejîmê, parek ji wan jî rêya caşatî û îxaneta bi
gel hilbijartin, hin ji wan jî hatin bêdengkirin û dîrokê nirxandina xwe li ser
wan ekir û rejîmê jî hemû soz û qewlên xwe binpêkirin.
Niha jî piştî 30 sal xebata neteweya kurd, dîsan dê bi şanazî û serbilindî ve
dirêje bi vê pirosesa rizgarî xwazane û azadîxwazane bide û bi tu pîlanek komara
Îslamî berevaj naçe. |