|
berî hilbijartinê diyare, lê her çi ba, ji niha û pê ve rêjîm bi lêgerên nû re
rû bi rû kiriye. Du mijarên here berçav, bê qîmetbûna îdeal û pîvan û
kesayetiyên ku di destpêka hatine ser kar a Komara Îslamî de ji Xumeynî nêzîk, û
ya din mijara sextekarî, dizî û derewan bû. Pêşbînî tê kirin, di dema pêşiya me
de pêvajoyek dest pê bike ku zehmet e Komara Îslamî bikare pêşiyê jê bigre.
Serokkomarê nû yê Îranê her kî be, bila bibe, lê êdî nayê veşartin ku dema îdela
û pîvanên ku Komara Îslamî dixwest di civaka Îranê de bi cîh bike, bi ser çû ye.
Di pêvajoya propagendaya hilbijartinê de agahî an mijarek nû derneket. Her çend
berendaman pirr tişt li ser hev gotin û perdeya rûyê xwe û rêjîma xwe hildan. Lê
ji bo neteweyen Îranê tu gotinek nû di wan nîqaşan de tune bû, ji ber ku her sê
gotinên sereke yen di niqaşan de, anî; dizî, derew û sextekarî bi salan e weke
beşek ji zat û kesayetiya Komara Îslamî lê hatine û tê zanîn. Lewma pêwîst jî
nake di vê zincîre basê de ev babet, bi serê xwe, bibe mijara baskirinê. Lê
hilsengandin û nirxandina hin warên nîqaşan derdixe ku asta kultûra siyasî ya
Îrana îro li ku ye. Ev zincîre bas, dê awirekê bide rewşa siyasî, civakî, abûrî
û siyaseta derve ya Komara Îslamî. Pişt re dê hin helwêstên siyasî li hember
pêvajoya hilbijartinê hilsengîne û karîgeriya wan helwêstan li ser rewşa niha û
pêşerojê bîne berbasê. Di beşa dawî de hin pêşniyar ji bo pêngavên pêwîst
bikevin rojevê.
Propagandaya hilbijartinê
Hilbijartina azad, kanala sereke ya xurtkirina bingeha demokrasiyê ye. Lê
hilbijartina kontrolkirî ku di Komara Îslamî de birêve diçin, bi tenê emrazek
din e ji bo xapandina civakê û binpêkirina pîvanên demokratîk. Komara Îslamî hem
hilbijartinan kontrol dike û hem berî hilbijartinan diyar dike ka kî ji sindûqê
serketî bê der. Di şanosaziya dawî ya hilbijartinê de jî ew rewş bi heman şîweyê
diyar bû. Ji ber wê çendê, encama hilbijartinan tu giring nîne. Berî
hilbijartinan çi bû, ya bûyî çi derxist û ji niha û pê ve kî çi dike, giring e.
Kêmasiya tunebûna demorasiyê her di destpêka pêvajoya hilbijartina serokkomariya
Îranê de xwe nîşan da. Dezgehên ragehandina rêjîmê, di destpêkê de jêstek
biwêrane girtin û xwestin nîşan bidin ku demokrasiya Komara Îslamî ji
demokrasiya rojava kêmastir nîne. Lewma ji bo cara yekê di dîroka siyasî ya
Îranê de, rêze duela navbera berendaman de weşandin. Lê hema di destpêkê de
berhema wê kultûra siyasî, ku Komara Îslamî afirandiye, xwe nîşand da. Nîqaş li
ciyê ku bikeve xeta baskirin li ser pilan û pirojeyên kar, bûne meydana
bêhurmetîkirin û êrîş ji bo ser takekes, berendam û karbidestên niha û yên pêşîn.
Xalên ku di pêvajoya propagendaya de balan meriv dikişandin, bi kinî ev bûn:
1) Nizimbûna asta kultûra siyasî û jarbûna metodên diyalogê
Her li destpêka nîqaşên di navbera berendaman de, encamên kultûra siyasî ya ku
Komara Îslamî ava kiriye, di nîqaşan de reng veda. Tundutîjî di gotin û helwêst
û kiryaran de, gotinên sar û pirr ji bêhurmetî, gef û çavtirsandin û hwd.
Kultûra ku li ciyê rexne ji bername û pirojeyên kar, li ciyê bernameyên
alternatîv, êrîşê dike ser kesan û aliyan, bi jiyan û îdealên Komara Îslamî ve
girêdayî ye. Bi kurtî edebiyata siyasî ya Îranê ji bo vê gotara siyasî ya niha
bûye bingeh. Her ji Xameneyî re bigre heya Ehmedînijad û pasdar û besîc û kopal
bi destên wan, û li eniya din, ji Mûsewî û Refsencanî re heya şêwirmend û
hevkarên wan, hemûyan weke hev kultûra siyasî ya Komara Îslamî bi kar anîn.
Kultûrek pirr ji nefret, kîn, dijberî, fen û xap û sextekarî. Lewma pirr bi
rahet ji hev re digotin “diz“ û “derewîn“. Niha yek ji wan “diz“ û “derewînan“
dubare bûye serok komar. Lê diyar e weke çawan xelk baweriyê bi rêveber û
serokên rêjîmê nake, ewan bi xwe jî bawerî bi hev û din û bi gotin û siyaseta
xwe nînin. Lewma kî tê ser kar, kultûra siyasî û qedera welat her weke xwe ye.
2) Bê rengbûn û têkçûna manaya durûşmên rêjîmê li ser exlaq û manewiyatê
Xumeynî û hevbîrên wî, Komara Îslamî li ser bingeha durûşmên dijî Amerîka û
Rojava damezirandin. Di komara wan ya îdeal de manewiyata li gor pîvanên
Wilayetê Feqîh û giringînedan bi jiyana dinyayî bingeh bû. Hêviya Komara Îslamî
ev e ku xelk berê xwe bide destê îmam û muctehidê zane û alim û bi tenê guhdarî
emr û fermanên îmam û rêberan be. Berendam û piştîvanên wan ji ber ku dizanîn ku
reng û rûyê durûşmên Komara Îslamî tu qîmetek nava civakê de nîne, di pêvajoya
hilbijartinan de, pirr kêm ev duruşm gotin. Mijarên abûrî, siyaseta derve û
derew û dizî û netifaqiyên di navbera karbidestan de, rojeva sereke ya
propagandaya hilbijartinê bû. Duela di navbera berendaman û nîqaşên sereke yên
hilbijartinê, nîşan da ku ev durûşm û daxwazî tenê kultûra şidet û dijberiyê
xurt dikin, lê kêrî civakê û birêveberiyê nayên û ne di rojeva civaka Îranê de
ne.
3) Tunebûna pilana kar û pirojeyên siyasî
Her yek ji berendamên serokkomariyê di destpêka nîqaşên xwe de basî pilanên
berfireh ên kar û projeyên siyasî dikirin. Lê di piratîkê de ji hin pilanên
giştî yên abûrî bi der, pilanek siyasî ji bo guhertina rewşa welat derneket holê.
Bernameya ku Mehdî Kerûbî ji bo guhertinê anî rojevê, tenê di çarçoveya durûşman
de bû. Ji bo mijara mafê kêmneteweyan û grûpên olî û yên zimanî, rêçareya Kerûbî,
Yasaya Giştî ya Komara Îslamî bû ku ji 175 xalan, 125 ji wan li dijî mafê
mirovan, demokrasî û azadiyê ne. Pilanên abûrî yên Rizayî û mijara diyalog û
nermiya di pêwendiyên bi cîhana derve re bi tenê berdewamiya siyaseta Refsencanî
û pişt re jî ya Xatemî bûn, ku tu ji wan di wan pilanên xwe de ser neketin.
4) Nebûna alternatîvan
Ev çar berendamên hilbijartinê, weke du alternatîvan xwe dane pêş, lê pilana wan
ya kûr ji bo kar, di yek çarçoveyê de bû. Mûsewî hin derew û sextekariyên
Ehmedînijad eşkere kirin û xwe weke dijberê wî anî pêş, lê nekarî weke
alternatîvek siyasî derkeve hemberî Ehmadînijad û piştevanê wî yê xwedî
desthilat, Xameneyî. Bi kinî, her çar kandîd li ser yek şopê dimeşiyan û dê di
pêşeroja siyasî ya Îranê de jî her li ser yek xetê bimeşin, lê renge zimanê cuda
bi kar bînin.
5) Desttêwerdana organ û aliyên xwedî desthilat
Dengê gel û daxwaziyên civakê ji bo karbidestên Komara Îslamî giring nîne. Lewma
berî ku pêvajoya propagandayê dest pê bike û li dema hilbijartinê jî, hem
Xameneyî, hem Sipaha Pasdaran û hemû dezgeh û desthilatdarên rêjîmê bi zimanê
tûj derketin pêşiya xwesteka guhertinê. Hêzên Sipaha Pasdaran berî ku
hilbijartin dest pê bike, bi eşkere gotin ku dê daxwaza guhertinê di qirka
daxwazkeran de bifetisîne. Serokê olî û tu ji berendaman ji Sipaha Pasdaran re
negotin ku ”dengê gel pîvan e”. Ji bo wan pîvan tenê parastina desthilat û
yasayên Komara Îslamî ye.
6) Destnîşankirina kandîdayê desthilatê
Alîgiriya pirr vekirî û eşkere ya organ û dezgehên propaganda û ragehandinê ji
kandîdayê desthilatê, Mehmûd Ehmedînijad, diyar dikir ku tê xwestin kî ji
sandûqan derkeve. Encam berî hilbijartinan diyar bû…
Dê berdewam be... |