|
Mîtra
Di dema coş û xuroşa paropagandaya şanogeriya hilbijartinê de, hinek qise û bas
hatin holê ku piştî nişîna vê coş û xuroşê û wê qonaxa ajîtaşyon û
propagandayane, hewce dike helwêst li ser bihê girtin û bi durustî lê bihê
fikirîn û pêwîst e ku aliyên wê basê bihên dahûrandin heta ku em bi başî di vê
qonaxa ku em tê de ne, têbigihîjin.
Ewa ku armanca basa me ye, ew propaganda û wade û soz bûn ku ji aliyê berbijarên
Serok Komariyê ve li dor mafên neteweyan li Îranê û yan bi gotina wan “pirsa
qewman” kete rojavê û di vê derbarê de jî şêwara çandî ya rejîma Komara Îslamî
biryarek pejirand ku di zanîngehan de di 2 wahidên êxtiyarî de zimanê “eqwaman”
bihê dersdayîn.
Ew basên wan berendaman û ew biryara dezgeheke rejîmê, aliyê wan yê xurt dikeve
çarçoveya propagandakirina serdemê bi nav hilbijartinan û di rastî de mîrama
sereke a wan derewekirin digel xelkê bû. Heke em bi hûrî li wan bas û biryaran
binihêrin, vala û bênaverokbûna wan ji me re derdikeve holê ku di doma vê
nivîsarê de em dê biçin ser hilvedana perda li ser fêlbazî û wan durûşmên
bêraverok, Lê di pêş de hewce ye em nirxandin û dahûrandinekê li ser sedemên
anîna berbasa mijareke wiha û cura îtirafkirin û xweanîna rejîma Komara Îslamî
bi hebûna “pirsa qewman” bikin
Di destpêka bidestvegirtina desthilatê û di rastî de bi talabirina destkevtên
şoreşê ji aliyê komekî kevneperest ya alîgirê Xumeynî, neteweya Kurd bi awayekî
aştîxwazane xwestek û daxwazên xwe ku bi salan bû hatibû binpêkirin û hemû cure
serkut û perçiqandinek bi dijî rêve biribû, anî berbas û piştî hiloşîna rejîma
dîktator a Paşayetiyê, netewa Kurd weke neteweyên din ên Îranê daxwazkarê azadî
û dadperweriyê bû, lê daxwaza aştîxwazane a Kurd bi agir û hesin û bi fermana
cîhad û qirkirinê hate dayîn û ji wan salan ve ku rejîma Xumeynî êrîşeke
berfireh kir bo ser Kurdistanê û hemû Kurdistan mîlîtarîze kir, heta niha herdem
bas ji “Umeta Wahid a Îslamî” kiriye û di siyasetên xwe de, di qise û
propagandayê rejîmê de bas ji yekbûna Umeta Îslamî û haşakirin ji hebûna pirsa
netewî li Îranê hatiye kirin.
Bi dirêjahiya 30 salan haşa û înkarkirin ji hebûna mafê neteweyan li Îranê û
nemaze înkarkirina pirsa neteweya Kurd, ev neteweya azadîxwaz, bi awayê cur bi
cur û bi zimanên cuda, xwe ji siyaseta faşîstî û qirker a rejîmê cihê kiriye û
di her derfetekê de hebûna xwe selimandiye û qet ji xebata azadîxwazane û
mafxwazane nehatiye veqetiyan.
30 sal xebata tev aliyane a Kurd li dijî Komara Îslamî û ji bîrnekirina maf û
azadiyên wî gelî, Komara Îslamî neçar kiriye ku îtirafê bi hebûna dozeke wiha
bike, helbet bi awayê fêlbazane ya xwe û bi merema kurtkirina daxwaziyên wî gelî
û berteskkirina wan di çend xalên bênaverok de.
Di van çend salên dawiyê de û tevî hatne rojeva gellek guhartinên siyasî û
guherîan hevsengiyên siyasî, dîplomatîk û stiratejîk, Komara Îslamî li hember
hilkişan û bi gurrtirbûna daxwazî û mafxwaziya neteweya Kurd de qirar girtiye.
Hiloşîna bilûka Soviyetê, rejîma Sedam, çespana Federalîzmê di sîstema siyasî a
Îraqê de, hatina hêzên Amerîka ji bo herêmê û pirr guhartinên siyasî ên li pey
wê hatinê de, û herwiha xurtbûna xebata netewî a Kurd di hemû parên Kurdistanê
de û pêşdeçûn û berfirehbûna xebata netewî – demokratîk li Kurdistana Îranê û
xelkîtirkirina wê xebatê ku em dikarin ji daxistina dukan û bazarên bajarên
Kurdistanê bi hilkevtên cur bi cur û nemaze di bîranîna rêberê neteweyî, Dr.
Qasimlo de bi ronî û eşkere bibînin, hemû ew guhartin in ku Komara Îslamî bi
mecbûrî divê bibîne.
Di dema derbazbûyî de, navendeke ser bi yek ji dezgehên rejîmê, bi navê navenda
xwendin û lêkolîna stiratejîk, raporek ji bo wê dezgehê amade kiribû ku ew rapor
hate belavkirin û kete destê xelkê jî. Di wê raporê de, her çiqas pirr
zanyariyên şaş têde hatiye baskirin û hewl û cehd hatiye dan heta di zanyariyan
de jî çewaşekarî bihê kirin, lê bi neçarî îtiraf bi hebûna pirsa neteweyî di
Kurdistanê de kiriye û her wiha îfade bi wê yekê kiriye ku doza han ji vê
mezintir û berfirehtir bûye ku rejîm bikaribe bi derbelêxistin û tundûtûjî qir û
bêdeng bike. Her çiqas di vê raporê de û di siyaseta rejîmê de doza Kurd bi
pirsa “qewm û qewmçîtî” binav dikin û di rastî de dixwazin biçûk bikin û
bêhurmetiyê pê bikin.
Di beşek ji vê raporê de, di rûpela 24 de hatiye:
“... guhrtinên hundirîn ên zû di hewzeya “qewmçîtîya” kurdî li Îranê ji alî,
şêwe û alavên xebatgêrî, edebyata zal, awayê xebatê, rêberên tevgerê, mekanîzmên
têkiliyê û wd... yê bûne sedema vê çendên ku qewmçîtî bi awayekî micid û xurt di
civaka Kurdistana Îranê de dubare were berhemanîn û xurt û bihêz bibe”.
Di beşa dawî a vê raporê de, serederîkirin tevî diyardeyek bi gotina wan
“qewmçîtî” dike û çendîn rêçareyên pirtîkî dixe hember rejîmê û sîstema Komara
Îslamî:
Hemû ew base û rêkarên wê cihê lêhûrbîn û nirxandina taybetî ne. heta siyaseta
Komara Îslamî ji aliyên cuda xuya bibin, lê ewa ku li vir cihê basa vê mijarê
ye, beşek ji wan rêkarane dişibe propagandaya serdemê şanogeriya gilbijartinan.
Di beşek rêkaran de li asta deverên kurdakincî dibêje:
“1.Tejîkirina valahiya aliyên fikrî û siyasî li herêmên kurdakincî ên Îranê û
...”
Armnc ji vê tejîkirina valahiyê ku piştre jî diçe ser awayên tejîkirinê ku ji
aliyê mamostayên zanîngeh, hunermend û nivîskarên bi qewlê wan welatparêz ve,
ewa ye ku ew hejmonî û gotara siyasî ku ji aliyê hêzên siyasî ên Kurdistanê ku
li dijî rejîmê dixebitin, divê bihê şikandin û kes û aliyên ser bi rejîmê li ser
navê gotara nû û çandî ve, li herêmên kurdakincî de propagandayê bikin û cihê
wan hêzên siyasî bigrin û bîra siyasî li Kurdistanê bikeve bin dest û kontrola
rejîma Komara Îslamî.
Di xaleke din de pêşniyaz dike:
“3.Pêşîgirtin ji vê çendê ku zanîngehên Kurdistanê xwecihî bihên kirin”.
Ku di rastî de armanca wê ewa ye xwendekarên Kurd li sernaserê Îranê belav bikin,
bona ku derfeta xwerêxistinê bi wan nehê dayîn û her wiha ji cihên din ve
xwendekar ji bo zanîngehên Kurdistanê bihê şandin bona ku fikirîn û kultûra
Kurdî li zanîngehên Kurdistanê bihê perawêzkirin.
Di xaleke girîng a wan rêkarane de, di rûpela 29 de dibêje:
“Xurt û pêşdebirina partîtiyê û pirsgirêkên bask û destekçîtiyê li deverên
kurdakincî bi mirama rakêşana bala xelkê ji mijara herêmî û qewmî ve ber bi bas
û mijarên giştî ên welat”.
Eva ew bas û xala girîng e ku em dikarin di çarçoveya tevgeriyana vê dawiyê a
berbijaran de şirove bikin û bizanin ku berendamên destbijêrkirî ên rejîma
Komara Îslamî çima bi çend qise û xalên bênaverok bas ji “eqwam” dikin. Di rastî
de, her ew şerê zêrîngirî ye ku wan berendaman xiste rê û yek du daxuyaniyên bê
naverok hatin dayîn û biryareke Şêwra Çandî a rejîmê jî hate dayîn, ji bo
rakêşana bala neteweyên bindest û nemaze neteweya Kurd bo nava rikeberiya nava
band û destekên rejîma Komara Îslamî bû û hêz û şiyana mafxwazane û azadîxwazane
a Kurd ji kanala şerê baskî û bandî, talanker û tawanbarên rejîma Komara Îslamî
vala bikin. Di wê çarçoveyê de û di doma wê siyaseta giştî de ye ku rejîma
Komara Îslamî dixwaze bala xelkê ji daxwaziyên netewî û xwecihî ber bi navenda
desthilatê rabikêşîne, bi erxayînî ve her li wan çend rojane propagandaya
hilbijartinê bi dawî nahê û senaryoyeke din şanogeriyeke din û dê bidestve dibe
û pîlanên din dadirêjin bona ku bi qewlê wan kurd û netewên din bi desthilat û
bi navendê ve girê bidin û daw û telikeke din dê di holê de be heta bi rûçikeke
rengkirî, bi sere dawekê xelke Kurd bi mohre û bandeke rejîma Komara Îslamî girê
bidin.
Lê neteweya kurd û hêzên siyasî yên qada xebatê, gellek ji vê yekê hişyartir in
ku rê bi van çewaşekarî û kompiloyan bidin.
Di dawiyê de ji bo eşkerebûna bênaverokiya wan terze pîlan û bernameyên rejîmê
ku dê di pêşerojê de jî birêve biçin, emê berhevdanek bilez bi ser du
daxuyaniyên berbijar û biryara şêwra çandî a rejîmê de bikin. Yek ji wan,
daxuyaniya Kerûbî bû ku hinekê eşkeretir ji yên din qala kêmnetewan kiribû û emê
îşare bi çend xalên girîng ji wan qewl û sozên derewan bikin:
Yekem, di beşa paremayîbûna aboriya “deverên qewman” de, soz dabû ku para wan ji
desthilat û saman û pişikdariya wan li mafên siyasî, aborî, civakî û çandî yên
wan li gor behre û hewcehiya wan de bide”.
Anku divêt wan behre û şiyana vê hebin heya ku mafên siyasî, abûrî, çandî û
civakî!! Bi wan bihê dayîn û ew behre û şiyane jî divêt Kerûbî binirxîne!
Duyem: li hemberî wan made ji yasaya komara Îslamî ku bi kêmî bas ji “qewman”
kiriye û weke Kerûbî dibêje “Moetel” (mehatel) mane, dê hewlê bide ku kosp û
astengiyên ser rêya wan bendên yasayê hilgire!! Ew soz nade ku dê wan cîbecî
bike û dê îmkanat û xerca cîbecîkirina wan misoger bike, ji ber ku tenê hewil
dide ku astengan hilbigre û ger jî nehatine hilgirtin, dê wan bi xelkê û dadgeha
edalet a xwedê bidim nasandin”!!
Sêyem: di parek din de Kerûbî ji bo moreyên ser bi rejîmê li nav kuran ku heya
niha serê wan bê kilaw maye, soz dide ku” Mifah standin ji zerfiyeta hêzên jêhat
û bi ezmûn yên – Eqwaman-“!!
Çarem: di beşek din de li hember xwendin û nivîsandina bi zimanê zikmakî ew nek
her qebûl nake, ji berku tenê soz dide ku astengên ser rêya mifah standin! Ji
zimanê qewman li çapemenî û ragihandinên giştî û wane gotin bi wan zimanan li
zanîngehan de hilbigre.
Pêncem: li ser xwendekarên kurd di zanîngehên din yên Îranê de hilbigre! Ku wek
çûnek zaf li navbera vê bendê û rapara îşarepêkirî a li jorê heye!
Di daxuyaniya Mûsewî de jî bi awayek bertengtir ji daxuyaniya Kerûbî çend xalên
giştî û bê wate hatine ku hewlek zaf jî daye di çarçoveya edebiyata Komara
Îslamî û Wilayeta Feqîh de darêje. Tişta herî girîng bal Mûsewî pirsa mesebî ye
û di daxuyaniya xwe de jî wek rêçare dibêje: divêt em bawerîyê bi pir eqwamiyê
bînin”!!
Her di çarçoveya ew piropagendeyên hilbijartin û maşkanê de, şêwra bilind a
çandî ya rejîmê jî biryarek da û eva pesend kir ku bi zimanê “ Eqwaman” (Azerî,
kurdî, Belûçî û Turkmenî) di zanîngehan de ders bê gotin, şêweya gotinê jî ewqas
berteng kiriye ku tenê rişekirin û lîstinek e. di vê biryarê û birêvebirinê de
dibêje di zanîngehan de li dibêje li zanîngehan li van rişteyên dersî yên ziman
û wêjeya farsî de. 2 wahidên bijarte bo zimanê eqwaman bihê danîn. Yanî dibêje
xwendekarek rişteya wêjeya farsî ku çar salan ew ziman xwandibe û bi tevahî
şehrezayî têde hebe, dikare bi awayekî dilxwaz waneyek 2 wahidî ku tenê bo
tirmek (nîvsal) xwandinê û ew jî heftiyê tenê demjimêrekê bixwîne. Eva jî hemû
dilxwaz e û ger wek çend sal berî niha ku hate ceribandin, ger di her
zanîngehekê de û bo her tirmekê û ji bo her waneyeke dilxwaz hejmara daxwazkaran
negihîje qasê hewce, ew wane dê bihê rakirin! Her wekî çend salan berî niha li
zanîngeha azadiya Kurdistanê her tişt pesind kirinûn û dîsan hilgirtin.
Bi vî awayî em bi vê encamê digihîjin ku rejîma Komara Îslamî bi bask û bandên
cuda yên xwe ve, niha piştî çendîn sal tepeserî, tawan, kuştin û malwêraniyê,
dengê neteweyên Îranê û bi taybet neteweya kurd bi wan nehatiye fetisandin, û li
bin zext û givaşên siyaseta cîhanî, deverî û navxweyî û ji ber xurtbûna xebata
tevalî ya netewî li Îranê, cehd û tekoşîna kontirol, kêmkirin û bi larêdebirina
xwastek û daxwazên netewên mafxwarî didin. Ezmûn û ceribîna han jî nêzîk bi 30
salan berî niha hate cebandin, wê demê ku piştî êrîşa havane ya sipaha Xumênî bo
ser Kurdistanê û berxwedana qehremanane ya kurdan, Xumênî bi neçarî daxwaza
agirbendê kir û mijûlê xwe amadekirin bo êrîşa ser Kurdistanê bû.
Di wê demê de jî bo bertengkirina daxwaziyên kurdan, cehdek bi vî awayî hate
dayîn û mixabin taqimek 7 kesî ji PDKÎ cuda bûn, hin aliyên din jî hatin
xapandin û bihev re çûne hembêza Komara Îslamî, lê neteweya kurd xebat û
berxwedana xwe domand û ew taqim û aliyên xapandî ji aliyê rejîmê ve piştî
midehek kurt ketne ber êrîşa rejîmê, parek ji wan rêya caşatî û îxaneta bi gel
hilbijartin, hin ji wan jî hatin bêdengkirin û dîrokê nirxandina xwe li ser wan
ekir û rejîmê jî hemû soz û qewlên xwe binpêkirin.
Niha jî piştî 30 sal xebata neteweya kurd, dîsan dê bi şanazî û serbilindî ve
dirêje bi vê pirosesa rizgarî xwazane û azadîxwazane bide û bi tu pîlanek Komara
Îslamî berevaj naçe. |