Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

34 hevwelatiyên Kurdistana Turkiyê hatin girtin

13:12 - 13 Şibat 2013

Kurdistanmedia: Polîsên Turkiyê li Sitambulê nûçeya girtina 18 hevwelatiyên Kurd bilav kir û her di vê demê de li Firansayê 15 Kurdên Turkiyê hatin girtin.


Malpera “Rudaw” bilav kir, polîsên Turkiyê 18 hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Turkiyê li Sitembulê hatin girtin ku di nav wan de 10 zarok tên dîtin û heya bilav bûna vê nûçê, li rêveberiya polîsl de hetine ragirtin.
Polîsên Turkiyê ev hevwelatiyane bi sûça hevkariya “partiyên dijberî hikûmeta Turkiyê” destbiser kirin.
Ji aliyek din malpera “Hurriyet Daily News” bilav kir, polîsên Firansayê 15 hevwelatiyên Kurd bi sûça diraf xirkirinê bo “PKK”ê hatine girtin.
Li Almanê jî keseke temen 46 salî ji aliyê polîsê wî welatî bi sûçek wek tawana Firansayê hatiye girtin.