Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

4 hevwelatî dinav de xwendekarek hatin destbiserkirin

16:47 - 31 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Xwendekarek Kurd yê xelkê Pawe li Tehranê û sê hevwelatiyên din jî li bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên kincşexsî ên rejîma Îrnaê ve hatin destbiserkirin.


Li gore rapora nûçegihaniya Kurdpa, hêzên ewlekariyê ên rejîma Îranê 15 rojan berî niha xwendekarek Kurd bi navê “Meaz Hekîmî” li Tehranê destbiser kirine.
Meaz Hekîmî karnasê bilind yê Zanista Olî di Zanîngeha Olî a Îslamî li Tehranê û xelkê gundê “Şerekan” yê ser bi bajarê Pawe ye.
Navbirî di got û bêjên mesebî de beşdarî kiriye û gumana vê yekê heye ku ew bas sedema destbiserkirina wî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve be.
Malbata wî xwendekarê Kurd tevî gerîn û lêkolînan, heya niha tu zanyariyek di warê sedemên destbiserkirin û cihê ragirtina wî bidest nexistine.
Ji aliyekl din ve jî li gor rapora hemen çavkanî, sê hevwelatiyên din li bajarê Serdeştê ên xelkê ghundên “Bêjwê” û “Gwêzelê” ên ser bi devera Alana Serdeştê bi navê Letîf Elîxanî, Siyamend Elîxanî û Mihemed Seîdî, ji aliyê hêzên kincşexsî ên Îdareya Îtilaatê ve destbiser û bo cihek nediya veguheztine.
Tevî bidîvdeçûna malbatê wan destbiserkiriyan, heya niha sedemên desbiserkirin û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.