Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adem Gewerî: Guherîna sîstemê di berjewendiya tekrewî û dîktatoriyê de, ez bi dawî henaseya demokrasiya Tirkiyê dizanim

23:50 - 4 Şibat 2017

Derheq rewşa Bakûra Kurdistanê û pêleke girtina hevserok û endamên HDP`ê û hewlên AKP`ê bo guherîna sîstema serokatiyê di Tirkiyê de, birêz Adem Gewerî parlemantarê HDP`ê bersiva çend pirsên rojnameya Kurdistanê dane, ku em bala we bo vê hevpeyvîn radikêşin.

H: Selîm Zencîrî

Pirs: Destpêkê kerem kin, bêjin ka rewşa Bakura Kurdistanê çawa ye?


Bersiv: Piştî hilbijartina 7`ê Hezîranê di Tirkiyê de, HDP`ê wekî opozisyoneke demokratîk serkevtin bi dest xist. Hevsengiyên di nava Tirkiyê de jî têk çûn, jiber ku hikûmeta yekalî ya AKP`ê jî têk çû, û rewşa çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd jî têk çû, mixabin ji wê demê ve heyanî niha siya şer û xwînrêtin û alozî û derbiderî û girtin û kuştinê, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, bi ser Tirkiyê û Bakura Kurdistanê berdewam e, û Kurd amade ye ku bona gihîştina bi mafên xwe, ji wê zêdetir bacê bide, û xweragir be.

Mixabin tu kesî bawerî nedikir ku rewşa Tirkiyê jî wekî Sûriye û Îran û Îraqê lê bihê. Hemû kes hêvîdar bû ku bi guherînên demokratîk, yasa, aştî û demokrasî û mafê gelê Kurd jî misoger dibe, lê mixabin ew rewşa niha û ew bûyerên ku di Tirkiyê de rû didin, hemû ew deskevtên ku bi navê demokrasî û mafê mirovan ve bi dest hatibûn, ji nav bir, û dîsan Tirkiye bo dehan salî berî niha ve vegerand.

Di encama wan şerê û pevçûnên vê dawiyê ên Kurdistanê, û herwisa hewla derbeyê, û piştre jî ragehandina rewşa awarte û derxistina yasayên dijî demokrasiyê, Tirkiye hatiye wêran kirin, û gellek kes hatin girtin û derkirin, û gellek kes li ser kar vêde dane, û gellek kes neçar kirine ku welat bi cih bihêlin û …hwd. Lê dawî derbe li demokrasiya Tirkiyê, di van çend rojên borî de, di meclisa Tirkiyê de hate lêdan, ku biryar hate dayîn ku sîstema welat ji berjewendiya demokrasiyê ve bêhê giherîn bo sîstema tekrewî, dîktatoriyet û totalîtariyetê. Ez vê yekê wekî nefesa dawiyê ya demokrasiyê dizanim. Ew hewla dewletê bona vê bû, da ku kes nekare bas ji demokrasî û siyaset û dijberiyê di Tirkiyê de bike, û mixabin renge ji niha şûnda rewşa Tirkiyê ber bi tundûtîjî û şer û teqîn û aloziya zêdetir ve here.

Pirs: Helwesta we wekî HDP derheq wan guhertinên yasayî ên destûrê di parlementoya Tirkiyê de çiye?

Bersiv: Em wekî HDP çi di parlementoyê, û çi jî li derveyî parlemntoyê de jî, li dijî wan guherînên destêrê ne, ku AKP bi alîkariya MHP`ê dike, û bi baweriya me jî, ew nedemokratîk in, û dibe sedema jinavçûna demokrasiya Tirkiyê, û ne mumkin e, ku kêşeya Kurd û kêmaniyên neteweyî bi awayekî aştiyane were çareserkirin. Dijberiya CHP tenê di pêxema parastina wan deskevtan de ye ku heya niha bi navê kemalîzmê ve bi dest xistine, ew li dijî guherîna sîstemê nînin, belkû ew li dijî deskevtên AKP û Erdoxan in. Niha serbarê muxalifeta me û CHP jî, AKP wan guherînkariyan di meclisê de pesend dike, û piştre dixin ber raya giştî bo dengdanê. Di vir de tenê gel dikare pêşiyê bigre û bêjê “Na”.

Pirs: Gelo te jêve ye ku tevî wan hemû nerazîbûnan, ew sîstem û destûr di referandomê de deng bîne?

Bersiv: Niha di Tirkiyê de rewş bo guherîna destûrê ne baş e, jiber ku piştî derbeya leşkerî dewlet hemû hewlên xwe bo sînordarkirina azadî û maf û buhayên mirovî xistiye ger, û li gora vê rewşê em nikarin di nava gel û raya giştî de, munaqişeya wan yasa û destûran bikin, û bi başî binirxînin. Lewra hekî referandom jî li ser bihê kirin, li ser bingeheke demokratîk nîne, jiber ku gel nikare bi awayekî azad boçûna xwe li ser bêje, jiber ku medya hatiye çewsandin, gellek aliyên medenî hatine bêdengkirin, û gellek ji rêkxirawên medenî hatine daxistin, û akademîsyen hatine girtin û li ser kar hatine avêtin, zext li ser siyasiyan hatiye çêkirin, gellek ji wan hatine destbiserkirin, û...hwd. Di rewşeke weha de AKP dixwaze bi tirs û xofê, vê sîstemê bi ser xelkê de ferz bike. Gel jî neçar e ku bêdeng be, yan jî bi tirs ve, vê yasayê li ser sindûqan erê bike, û AKP bigîje armancên xwe.

Pirs: Niha basa hilbijartina pêşwext heye, hûn wekî HDP çawa lê dinihêrin, û gelo îmkana wê heye?

Bersiv: Belê rast e. Em wekî HDP’ê bi çavê pirensîpê ve li vê meselê dinêrin. Baweriyeke kûr me bi deng û îradeya xelkê heye, û em dikarin her demekê xwe bixin ber lêpirsîn û vijdana gel. Lê CHP û MHP û AKP vê pirsê wekî gefxwarin û kartê di hemberî yektir de bi kar tînin, û ji aliyekî din ve, xelkê çavtirsandî dikin, û ji aliyekî din ve jî berjewendiyên xwe pê dabîn dikin, û diparêzin, nexwe tu yekî ji wan, di vê derheqê de niyetpak nabînim.

Bi baweriya min rastî tiştek din e, û rewşa niha ya Tirkiyê di warê siyasî û aborî û civakî de şiyana vê yekê nine, ku bikare hilbijartina pêşwext bi rê ve bibe, lewra ez hewlên wan wekî çewtekarî dibînim. Lê ew destûra ku niha AKP dixwaze bi zorî bisepîne, li hekî di referandomê de deng nehîne, Erdoxan bo zêdekirina rêjeya parlemantarên xwe, di pêxema gihîştina bi xewnên xwe de, hetmen wê hilbijartina pêşwext bîne rojevê.

Pirs: Gelo hûn dikarin amareke rast û dirust, li ser girtiyên HDP’ê bidin me?

Bersiv: Niha 11 parlemantarên me hatine girtin, û 3 jî li derve ne, ku hukmê girtina wan heye, û herwisa 10 parlemantarên din jî hatibûn girtin ku piştre hatin berdan. Bo zanyariya we , li dijî 55 parlemantarên HDP doz hatiye vekirin, ku ez jî yek ji wan im.

Herwisa zêdetir ji 60 serokên şaredariyên me hatine girtin, bi awayekî giştî heya niha 4 hezar û 700 kes ji siyasetvan û hevserok û parlemantar û serokên şaredariyan û nûnerên me hatine girtin û di girtîgehê de ne, û çavsoriyên li ser me û endamên me jî berdewam dikin...

Dom heye