Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Awirek kurt ji rewşa Rojhilata Kurdistanê

20:03 - 22 Îlon 2016

Rostem Cehangîrî

Bi dirêjahiya dîroka Îranê, zulm û zordarî, kuştin, talan û derbiderî para gelên Îranê û bi taybetî gelê kurd ji aliyên dewletên yek li dû hev de bûye. Lê gelê kurd serbarê dana nirxên giran, tu carî teslîmî hovîtiya van nebûye, û li hember de serî hildane û xebat ji bo azadî û mafên xwe kirine.

Xebata han li dijî rejîma paşatiyê hebû. Şoreşa Simko’yê Şikak û piştre ya Hizba Demokrat a Kurdistanê li sala 1945’an de ku dest pê kir û li sala 1946’an de jî Komara Kurdistanê ava kir û Kurdistan bo cara yekemîn azad bû. Xizmetek pir mezin û dîrokî li heyamek kurt de ji gelê xwe re kir. Lê di sala 1946’an de hêzên dagîrkar ên Îranê, êrîşî ser Komara sawa kirin û canemerg hiştin û serkomar ‘’Pêşewa Qazî Mihemed’’ jî li 31’ê adara 1947’an de şehîd kirin.

Lê bi vê çendê jî kurd teslîm nebûn û xebatê berdewam kir heya herifîna rejîma Paşatî. Piştî şoreşa gelên Îranê li sala 1979’an û hatine ser kar ya rejîma îslamî ya Îranê, gelê kurd dîsan daxwaza azadî û mafên netewî ên xwe kir, lê mixabin bersiva gelê kurd bi agir û asin û êrîşê hat dayîn. Li seranserRojhilata Kurdistanê de şer dest pê kir û heya serhildana sala 1991’an berdewam kir.

Li şerê han de zêdeyî 60 hezar çekdarên Îranê hatin kuştin û nêzî 5 hezar pêşmerge jî şehîd ketin. Herweha pitir ji 50 hezar xelkê sivîl jî canê xwe ji dest dan. Piştî avabûna hikûmeta Herêma Kurdistana Başûr, Hizba Demokrat biryar girt ku şer bisekinîne û serbarê parastina berjewendiyên netewî û Herêma Kurdistana Başûr, hêceta êrîşa ser herêma Kurdistanê ji aliyê dujminên kurdan û bi taybetî rejîma Îranê bibirîne.

Rewşa han heya sala 2015’an dom kir. Li van 20 salan de, rejîmê pêlên zext û givaş, çavsorî, girtin, îdam û zordariyên li ser gel berfirehtir kirin. Li Rojhilata bin nîrê zordariya rejîma Îranê de heya niha jî xwendin û nivîsîna bi zimanê zikmakî qedexe ye. Kurdbûn li Îranê de tawan e. Kurd nikarin bibin rayedarek mezin li Îranê de, anku rê jêre nahê dan ku xwe ji berpirsatiyên bilind re berbijêr bike.

Helbet sune mesebbûna kurdan jî bêtesîr nine. Bi giştî kurdan tenê yek maf heye, ew jî bindestî û çimisandin e.

Lê kurdan li yekem roj ji rejîma Îslamî ya Îranê re gotin ‘’na’’, lewma rejîma Îranê dujminatiyek xasmanî bi kurdan re heye. Li van du dehikên ku xebata çekdarî sekinîbû, li hember de rejîmê mîlîtarîzekirina kurdistanê xurttir û çavsoriyên li ser gel jî berfirehtir kirin.

Kurdan li roja yekem de daxwaza mafên xwe kirin û demokrasî ji bo Îranê û otonomî ji bo Kurdistanê kirin bingeha siyaseta xwe, eva bûye sedem ku rejîm tu car li Kurdistanê de pêgeha xwe qahîn neke û balgiyê xatircemiyê li bin serê xwe danenêt. Lewma jî berdewam ji Kurdan ditirse û Kurdistana Rojhilat kiriye bi girtîgek mezin û padiganek leşkerî.

Ya ku ketiye ser milê xebatkarên kurd li rojhilatê de, bi awayên cur bi cur xebata xwe meşandine. Helbet ji ber girtîbûna jîngeha siyasî û dîktatoriyetê, xebata siyasî û sivîl li Îranê de qedexe ye, û tenê bijardeya berxwedana çekdarî ji kurdan re hatiye hiştin û li hundur de jî biçûktirîn dijberî yan rexneyên tund ji rejîmê, sepandina hukmê giran yê girtîgeh û îdamê bi tometên cur bi cur weke Muharibe û hewildan li dijî tenahiya netewî li dûre tê.

Lewma xebat û berxwedana leşkirî ya pêşmergeyan ku ji sala 1996’an ve hatibû sekinandin, û rejîmê ji riya nerm û piropagandayên xerab ve hewla hişkkirina dara hêvî û xweziya xelkê kurd li Rojhilatê de (ku partiya xweştivî ya xelkê ‘’PDKÎ’’ bû), dida lê bêhay ji wê ku reh û rîşalên vê partiya şehîdan, ewqas kûr û dûr in ku tu hêzek nikare ji holê rake. Lewma piştî bêdengiyek zaf, carek din bi metoda hizûra çekdarî li nav xelkê Rojhilatê di sala 2015’an de dest pê kir. Bi vê bizav û hereketê re, carek din tirsa rejîmê ji kurd û Kurdistanê û partiyên xebatkar û pêşmergeyên qehreman re duqat bû.

Li buhara 2016’an de pêşmergeyên partiya demokrat bi awayekî berfireh li hemû deverên Rojhilatê de hizûr peyda kirin. Helbet li sala 2015’an de ku dîsan jî pêşmerge çûbûn, rejîmê êrîş nekir û tu şer û pevçûn neqewimîn. Ji ber ku PDKÎ biryar dabû ku em naxwazin şer bikin û tenê li dema êrîşan de emê berevaniyê ji xwe bikin. Lê îsal li dema çûna hêzên demokratê de, li çend cihan de rejîmê êrîş bire ser tîmên pêşmergeyan û şerên giran çêbûn û derbên mezin ji rejîmê ketin û mixabin çend pêşmergeyên qehreman jî şehîd ketin.

Niha xebat berdewam e û gel çavvekirî û hişyartir ji caran e û li seranserê Kurdistanê de hembêza xwe ji pêşmergeyan re vekirine.Hizba Demokrat biryar daye ku xebata çiya û bajar bihevre girê bide. Li bin siya vê qonaxa nû ya xebatê de bi sedan çalakiyên siyasî, medenî û civakî li nav kurdan de çê bûne û xebata bajar hêdî hêdî cî digre û dixwazin barê giran yê berpirsatiya xebatê bi piştewaniya çiya bi stû bigrin.

Bi dehan çalakiyên leşkirî ji aliyê gel bi xwe hatine encam dayîn. Li rastî de him gel û him jî Hizba Demokrat dixwaze ku tev partiyên kurd li vê xebatê de beşdar bin, lê mixabin heya niha hin partiyên din nexwastine tevlî vê bizav û hereketa pêşmergan bibin. Li encam de em dibînin ku deste deste û kom kom ji keç û xortên gel tevlî refên pêşmergan dibin. Morala gel bilind e, bi vê moral û pêşwazî û coşdanê ve, morala bilind ya pêşmergeyan jî, bilindtir bûye.

Bi vê çendê rejîm niha xwe li hember hemû gelê kurd de dibîne, tirs û xofek mezin peyda kiriye, lewma ji dar û kewirên Kurdistanê jî nîgeran û ditirse, lewma em dibînin ku dest bi pêlek nû ya girtinan kiriye, lê gel biçokde nehatiye û nahê jî û roj li pey rojê zêdetir peymana hevxebatiya bi pêşmergan û partiya xwe re nûtir û xurttir dikin û li her warî de alîkariya didin pêşmergeyan. Yanî bi giştî pêvajoya hevxebatiyê û bihevre girêdana xebata çiya û bajar ku PDKÎ alahilgirê wê ye, hêdî hêdî şikil digre. Gelek dilxweş im ku ev qonaxa nû ya xebatê dê bigehe kopika serketinê û destkewtên mezin dê li pey xwe re bîne.

Helbet me hewcehiî bi alîkariyan heye, bi taybetî hevkariya gelê xwe li parçeyên din de. Yanî, çavnihêriya me ji xûşk û birayên me li bakûr, başûr û rojava re heye ku bibine dengê Rojhilatê û xwedî ji gelê xwe li Rojhilatê derkevin û bi tenê nehêlin. Bêguman hevkariyên we, dê hêz û moralek zêdetir bide me bo serketina bi ser vê hêza tarîperest û gehîştina zûtir ya gel bi maf û azadiyên xwe. Em piştqahîm in bi vê alîkariyê, lewre me dest daye vê xebatê.