Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azar u ezyet kirina kolber û hemwelatiyên Kurd li devera Urmiyê her didome

15:57 - 31 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li devera Tirgewer a Urmiyê hejmarek kolber û hevwelatiyên sivîl dane ber gulleyan.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li çiyayê Şehîdan li herêma Tergewer ku dikeve sînorê Îran û Turkiyê, hêzên rejîma Îranê destdirêjî kire ser hejmarek hevwelatî sivîl û kolberan Kurd.
Roja pênçşemî berwara 29’ê Tebaxa 2013’an, kolberekî Kurd bi navê “Fetah Mikayîlî” kurê “Luqman” temen 31 salî û xelkê gundê “Mensûrava”a ser bi Mirgewer a bajarê Urmiyê, bi guleyên raste rastên rejîma Îslamiya Îranê hat kuştin.
Di vê pêwendiyê de çend roj berî niha 120 ser hesp bar hilgir li gundê “Mûlkî”a devera Tirgewer û derdora wî ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatin kuştin.
Ji aliyek din ve li ser sînorê “Qesra Şîrîn” hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê, 55 kolberên Kurd girtin û 64 dezgeh tirombêl tevî xwe birine.
Hêzên leşkerî û Întizamiyên rejîma Îranê li bajaroka Qesra Şîrîn dest li ser komekî zaf kelupelên kasibkar û kolberan girtine û hevdem 55 kolber destbiser kirin û li gel xwe birin.
Di nav wan kelupelane de “451 dezgeh mahware” û her weha 64 tirombêl jî ji aliyê wan hêzane ve hatine zewt kirin.